Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Rêwî Bi Karwan e

 

Ev helbest Diyarî ji Mamosta; Konê Reþ re.


Ciwanê Abdal
Rêwiyo ..!
Ez karwan im
Xweþ dimeþ im
Narawistim li kendal û li newala
Balindê min bilind difire
Venaxwe ji cihok û gola
Dimeþim li pêþ xwe
Li dû xwe venagerim hola.




Rêwiyo ..
Karwanê min bi rê keti ye
Xunc û çîçek vebûne li gula
Stêra min hilati ye
Li þeva reþ diçêre
Ji dilê min derhati ye
Seh direyin
Tozê dimijin
Ya ji þopa min elor bûye.

Rêwiyo ..
Qebqeba mine
Karwan bi rê de dere
Konê-çardeh stûnî pêre
Û ez
Stêra geþim û xweþ dimeþ im
Û
þîrê spî meyaye
Destê min bi heyvane
Barê min
Tev hêvî û xwezî yê pêþerojê ne
Tev êþ û derdê rojan ne
Yê hatine dotin
Ji evîna yar û welat û gel
Lê belê
Ez hêviyan li dila diçîn im
Barbanga heþîn
bi barana evînê re tîn im
Û gurzek gul didim destê evîndara
êþ û derda ji xwe re dihêlim
De bihêre destarê demê
Ev dil liber teye dîgar
Bi lepê hevrmêþî dipêçim ..

Rêwiyo ..
Dilê min li-yane
Ez karwan im
Bi Konê Reþ im
Reþim bi sê rengan
Kesk û sor û zer im
Û li barbanga nêzîk dimeþ im.
Gotinê min geþin
û pêgên min rewþin
Li hespê demê diqelêþ im.
Geh bi lîrandin
Û geh bi lorandin
De bitewîne
Ta bigihêm aso yê keskesorê.

Rêwiyo ..
Dilê min li-yane
Birîndarim bi sê caran
Yek ji hêla yar ve
Yek ji hayê heval ve
Yadî. dem û çerxa feleka lal ve. 



 

20. 05. 2006

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark