Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: JANA HÊVÎYAN

 


  XEMGÎN Ê REMO

Jan û jan …
Heta bi dawî ya rê
Min da dûv badlîzokê
Keser û keser …
Li dojeha gumana
Min zevî yê sitirî yan
Bi jana hêvî yan
Di dil de çandin
Û hîva min xapînok
Yara min cadûgereke leyzok …


Dilê min guloka rîs
û teþî ristê
bi çep û rast de badida
li hiþyarî yê
di xewna de
min tim sernavê evînê
dixwend di çavan de …
ba û ba …
ez diçûm di nav pêlan de …
û girava bînvedanê
tim ji min dûr ….

Yara pir dost
Ne tenê bo min yare
Bo her dildarî buhare
Bêhna gulên jehrîn
Ji hawîr de berbelave
Û mest û mest …
Avjenî di avgîra wê de
Poþmanî ye
Nêçîra nehinga ye
Lêdana rîrên sîxure
Cergê min jê birîndare
Û reva li dûv leylanê
Tenahî ye
Bînvedana li biyabane …

Qamiþlo/8/7/2007

Xemgin-61@hotmail.com
    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark