Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kiryarên tewþ

 


  SALIH DEMICER

Weke gelek kiryarên ku  têde rejîmên þovînî dilreþiya xwe bi rengekî diyar bereder dikin  û cih ji gumanê re nahêlin, ku ew naxwazin kesekî din di welêt de, wek hemwelatiyan bi wan re bijî, û nemaze  ku ev kesê din kurd be .
    Ev bû bêhtirî  du heftane.  her kesê kurd ku bixwaze here  Libnan, divê li ser sînor, xwe ji vepirsînek e dirêj  û berfireh re amade bike .


   her kesê  ku zanava wî li ser herêmên kurdan e, bi gihîþtina  ser sînorên Sûrê û Libnan , ew ji aliyê hêzên ewlekariyê,  ji  tirimbêlan  tê daxistin û zanav û bilêtên ku pê dikeve Libnan  ji dest wî tên girtin _ piþtî ku ew buhayê wan dide û bê pere dimîne, çimkî wî xwe ji vê yekê re amade nekiriye-û jê re tê gotin ku divê ew here Parezgeha Tertûs, þaxê pirsê, da ku ew karibe derbasî Libnan bibe, bê ku ji wan re, tirimbêlan amade bikin,
   ango divê her yek ew bi xwe tevdîra xwe bike û xwe zû bigihîne þaxê pirsê , da ku roja wî  di ser re neçe,an na ewê ta roja din li navnavan bimîne.
   li Tertûs (ez nizanim çima ev parêzgeh ji pirsan re  hate hilbijartin. Tevî ku dikarin heman pirsan li ser sînor jî ji wan bikin bê ku serî li wan bigerînin). li wir, pirsên wek (tuyê çima herî Libnan?) û (ev bû çend salin tu diçî û têyî Libnan? ) û (gelo hûn beþdarî xwepêþandanên ku ji aliyê kurdan de li Sûrê dibin, dibin an na)… û gelek pirsên wiha  ku tu sûde jê nayê wergirtin û tu bersiv jî nayên girtin.
  ya ku hîn rêwiyên kurd pê dêþin ewe ku , tirimbêla wan, li benda wan namîne,  ango ew kiriya xwe didin û li nîva rê , wan bi rûyekiî ziwa  vedigerînin Tertûs.
   Tiþtê diyar ewe ku kesek nikare xwe ji vê vegerê biparêze, ne jin ne keç, ne kal ne pîr, divê hemî kurd di bin pertava pirsan re derbasbin.
  wek nimûne, berî çend rojan jineke kurd, tevî çar zarokên xwe di nav wan rêwiyan de bû , ew jî vegerandin Tertûs (ku bêhtirî seetekê bi tirimbêlê ji sînor dûre),  da ku ji wê jî  heman pirsan bikin,  
 gelo ew ci ji jinek e ku çar zarok pê re ne dixwazin, ji bilî ku dixwazin diltengiya xwe ji kurdan aþkere bikin .
  tê zanîn ku sê pare kurdên  diçin Libnan, karkerin. deriyên kar di welêt de li wan hatine girtin, xwe ji neçarî  li Libnan digrin da ku pariyê nan ji xwe û malbatên xwe  re qezenc bikin.
  Gelo karbidestên Sûrê ta kengî ,ewê wiha bi çave gumanê li kurdan binerin .
  kengî ewê  têbigihin ku kurd ji vî welatî ne biyanin û ew jî wek hemî kesên din, xwedî maf û rûmetin. Ne tenê wilo,  ez dikarim bêjim ku kurd ji hemî kesên din bêhtir li aramî û xweþiya niþtimanî miqate ne û naxwazin ziyan bi rengekî ji rengan bigihe wî. 
Li dawiyê , ez dixwazim tenê bêjim ku ev sinç û kiryarên þovînî, tu carî nakevin xizmeta welêt, belê ew dîwarekî qalind di navbera hemwelatiyên Sûrê de ,ava dike û ziyanê digihîn e jiyana li gel hev.

   BÊRÛD di 28 -2-2008 an de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark