Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Birînek dilê netewa Kurd: Zarokên Kolanan

 


A. Alxasî

Hûn serê xwe kuda badin, ew li ber çavên we ne. Desmalfiroş, avfiroş, benîştfiroş, mîdyefiroş, cixarefiroş û parsek in li ser rêya we. Hûn rêya xwe biguharînin jî, ew dîsa li ber çavên we ne. Pêlavan boyax dikin, ji nav çopê nan berhev dikin, camê trembêlan dimalin, di îşên gelek giran û bi xeter da dixebitin, û tim li ber çavên we ne. Hûn di kolanan da digerin, trembêla xwe dajon, diçin çarşî û bazarê, diçin îş û karê xwe, diçin dibistana xwe, diçin cem heval û hogirên xwe.


Lê hûn çi dikin bikin, hûnê êvaran vegerin mala xwe. Mala xwe a germ, a ku xwarinek germ, nivînek germ ji bo we amadeye û dilekî germ ji bo we lê dide. Lê rewşa zarokên kolanan ne usa ye. Ew bê maleke germ, bê xwarineke germ, û bê nivînek germ in. Kes ji wan heznake. Ew çavê civatê da diz in, tînerkêş in, kapkaçî ne, mêrkuj in, pîs in, xerab in. Ji ber ku bi xeter in, kes bi wan ra napeyive, kes nêzîkî wan nabe. Her tişt ji rûyê wan da dibe. Ger ew di nav civatê da nebin, tu xirabî nabin! Hemû xerabî ji wan tên!


 
Baş e, ev zarokên li kolanan dijîn, dixebitin ji ku derê hatin ketin nav civatê, çima di vê rewşê da dijîn? Ma tu sûçê kesê din tune? Ev civata ku ji van zarokan gilî û gazinan dike qet ne sûçdar e? Ma tu sûç û kêmasîya dewletê, partî û rêxistinên Tirkîye û Kurdistanê tune? Li gor lêkolînan hejmara zarokên li kolanan dijîn û dixebitin, piştî salên nodî sed car zêde bûne.  Gelo di wan salan çi bû? Li gor rapora CSC (Konsursîyuma Zarokên Kolanan) sedema zêde bûna hejmara zarokên li kolanan dijîn û dixebitin tundî û şîdet e. Ev rapor usa nebêje jî, sedema rewşa van zarokan şerê qilêr, qirêj, pîs û gemar e, ku bi dehan salan e, li Kurdistanê heye. Loma ji % 90 ê van zarokan Kurd in. Bê guman zarokên ji miletên din jî li kolanan hene, lê hejmara wan gelekî kêm e. Hejmara „ji % 90“ ne raya min a şexsî ye, ev rastî ye, û di hemû lêkolînên ku li ser zarokên di kolanan da dijîn hatine kirin da jî heye. Keremkin çend agahdarîyên din bixwînin:
 

-  Li gor rapora GOÇ-DERê (Komeleya Kesên Koçkirî a Alîkarîya Civatî û Çandî) zêdeyî 4500 gundên Kurdistanê hatine vala kirin, an jî hatine şewitandin.
-  Li gor Doç. Dr. Gökhan Oral, ku ji Zanîngeha İstenbolê ye, ji % 92 kesên ku koçî İstenbolê kirin, Kurdistanî ne.
-  Li Tirkîye û Kurdistanê bi sedhezaran zarok hene, ku li kolanan dijîn.
-  Li bajarê Artvinê zarokek jî di kolanan da najî, lê li gor rapora IHD (Komeleya Mafên Mirovan) li Diyarbekirê hejmara zarokên ku li kolanan dijîn di navbera 20.000-28.000 da ye.
-  Ji %98 zarokên kolanan bi kêmayî carekê ketine qereqolan, bi polîs va rûbirû bûne.
- Zêdeyî 100.000 zarokên li kolanan dijîn muptelayê madeyekê(tîner, alkohol, cixare, eroîn, esrar, heb û hwd.) ne.
- Piranîya wan di nav çeteyekî da cî digirin, yên ku ne têda ne jî, hazirin bikevin nav komeke çeteyî.
- Ev zarokna rastî tacîza cinsî, lêdan û heqeretan tên, ji xwe û ji mirovên din heznakin, loma cîletê davêjin laşê xwe, zirarê didin xwe û derdora xwe.
-  Ji nîvê wan zêdetir qe neçûne dibistanê, xwendin û nivîsandina wan tune, tu perwerdeyî wernegirtine.
- Gelek keçikên ku di nav zarokên kolanan da mezin dibin, dibin sermaye bo xwedanên bazara fuhuşê.

Ev agahdarîyên ku li jor in, ji lêkolînên ku li ser zarokên kolanan hatine çêkirin hatin wergirtin. Ji bo ku li ber çavê xwendevanan resmek çê be min çend ji wan nivîsîn. Gelek agahdarîyên din yên balkêş jî di vî warî da hene, ku min nenivîsîye. Lê ji hemû lêkolînên ku li ser van zarokan hatine kirin tiştek derdikeve holê: Ev zarokna qurbanîyên şerê ku bi dehan salan e, li welatê me heye. Ev zarokna Kurd in, Kurdistanî ne. Loma kesên ku li wan heqeretê dikin bi wan ra “kiro” dibêjin.
Ev rewşa zarokên me, birînek ji birînên netewa me ye. Belê, dewleta Tirk sûçdar e, eger îro bi sedhezaran zarok di kolanan da dijîn, dixebitin sedem polîtîkaya dewleta Tirk a înkar, îmha û red kirinêye. Şerê gemar bandorek nehênî û piralî li ser gelên Tirkîye û Kurdistanê kiriye û dike. Ev şer li welatê me ye, û zirarek gelek mezin dide gelê me û paşeroja me. Mirov dikare bandora vî şerî di rewşa me a sîyasî, civakî, çandî û aborî da jî bibîne. Evana rastîyên ku her welatparêzê Kurd jê xeberdar in. Gelo mudexaleyî vê rewşa xerab kirin ne mumkîne? Wekî mînak rewşa zarokên kolanan. Partî, rêxistin û dezgehên me yên civakî heta niha ji bo zarokên kolanan çi kirin e? Çi projeyên wan hene, çi proje heta îro xistine jîyanê ji bo zarokên kolanan? Bêguman her kar û xebata ji bo azadîya Kurd û Kurdistanê badorek erênî li ser rewşa ev zarokên me jî dike. Gelo polîtikayek taybet ji bo vê rewşê ne hewceye?



Îro gelek şaredarîyên bajarên Kurdistanê di destê DTP (Partîya Civata Demokratîk) da ne. DTP parîtyeke Kurdan e û çareserîya pirsgirêka Kurd jî xistîye destûra xwe. Gelo şaredarîyên DTP yî ji bo rewşa zarokên li kolanan dijîn heta îro çi kirin e, û dixwazin ji vir ha çi bikin? Çend projeyên wan hene? Di vî warî da, DTP ne bi tenê ye. Hemû partî û rêxistinên Kurdistanî li hev hatine, wekî hev in. HAK-PAR (Partîya Maf û Azadiyan), KADEP (Partîya Beşdarvan a Demokratîk) û dezgehên din yên kurdan, tu kar û xebat di vî warî da nekirine. Partî û rêxistinên me yên îlegal ji xwe heta îro tu kar û xebatek taybet ji bo zarokên kolanan nekirin. Belevokek jî ji bo vê pirsgirêkê dernexistin; bala rayagiştî nekişandin ser vê rewşa ku paşeroja me dixe şevereşê.
Ev kêşeya me ye, û divê em bi lez çareyekê jê ra bibînin. Bi dehhezaran zarokên kolanan, deh sal paşê bi dehhezaran malbet in, ku ji tu alîyê va jîyanek normal najîn. Bi dehhezaran malbetên, ku di nav belengazî, nezanîn, bêperwerdeyî, hejarî û jîyanek xeter da digevizin. Ev pirsgirêkek gelek mezin e, çareserîyê wê jî elzem e. Em nikarin çavê xwe li paşeroja bi dehhezaran zarokên netewa xwe bigirin.

Peyva Seîdê çavşîn, ê 14 salî, ku li kolanên bajarê İzmîrê dijî, qe ji bîra min naçe. Piştî ku min bi sê hevalên wî û bi kûçikê wan “Pirço” ra xwarin xwar, di sohbeta me a li ser rewşa Kurdên li metropolên Tirkîyeyê da gotibû: Polîs li me didin, zabite li me didin, xortên Tirk kom dibin li me didin, heqeret û sixêfan ji me ra dibêjin. Em nikarin tiştekî bikin. Kes me naparêze. Çima? Ji ber ku em Kurd in.  Belê, birînek ji birînên netewa me zarokên me ê li kolanan dijîn e. Vê birînê divê em derman bikin. Gelo ev birîn bi raya we çawa bi lez tê derman kirin? Welatparêzên Kurd çi dikarin bikin? Çi proje û polîtîkeya partî û rêxistinên me, yên ku armanca wan rizgar kirina gel û welat e hene?
A. Alxasî
20.02.08
alxasi@gmx.net

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark