Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Salvegera matmayîna min

 


  Maniyêl Broka

Paþ ku nîvarmanceke hesan û pilankirî di 14 - 17. 02. 2007an de, li Þêxana piranî Kurd û li ser destên Kurdan rû da.
Þêxana ku dengvedana wê di çarçoveyên berjewendî de, li ser asta Kurdewarî, û  di gelek kurtepistên rojane de, bê teqandin hilawîstî ber bi dawî ve diçû.
Paþ ku Roja dayika du zarokan bû ermanca hindek xudan mejiyên neguhêr,
ku dilîniya xwe î tund, anku dij mirov, radestî biçûkên xwe kirin.


Paþ ku rûnivîsên wan Alah û Ekberan li ber çavên matmayînê peyamên xwe þîrove û nerînên cihêwaz di-afirandin û dabeþ dikirin.
Êdî çanda matmayînê xwe ji derûniya me livand.
Hêvî, xwezî, bawerî û lixwemukurhatin, bi belgeyên ku rojane berz dibûn têkel û tevlîhev dibûn, û rê li ber biryarstandineke bê viyan wisa hesan vedibû..
„Ji bo xatirê xwênerên nû, kurteçîroka Þêxan wisa bû“.
Di 14. 02. 07an de, jina bi navê Roj ji ber rûtîniya jinên Kurd ji malê reviye. Pêrgî du xortên Êzîdî bû. Daxwaza alîkariyê ji wan hate kirin, ku bibin navenda asayiþê.
Daxwaza Roj pêk hat, û her du xortan ew birin ciyê ku ew dixwaze.
Di serî de, Roja reben, bi kêrên helel hate gurandin.
Li vir bihaneya xirecira gelek êlên Kurd rû da. Êzîdî tevan kirin ermanca Olperestiya xwe. Doza jiholêrakirin hate belvkirin û kuþtina wan dubare hate helalkirin. Çeteyên cîhadî li hev dorpêç dibûn. Wêne, gef, bijîvanî, vîdiyoyên pirreng û dengvedana Alah û Ekberên Kurdî, weke dîmenkî matmayî hêja li ber çavan e.
Ji xwe ji wê rojê û pêve, qedera Êzîdiyan serê xwe rakir. Nemaze û balkêþ paþ ku Kurdistan bi giþtî azad bû.
Ji destpêka wê tolhildanê, ta dawiya serkeftina wê, desthilata herêma Kurdistanê roleke pirr neyênî lîst, li ser asta çapemenî, jihevsavîkirin, mafên kêmnetewe û rê liber girtin, „jibilî perçeyek biçûk ji asta parastinê“ paþ ku her tiþt serkeftî hate qedandin.
Paþ ku hindek malperên sêwî ew bobelat nirxand in, êdî desthilata Kurdistanê ew bûyer weke bûyerke xwezayî û êlane û takekesane û pir biçûk di çapemeniya xwe de di nirxand û li qelemê da.
Êzîdiyên Þêxan û derdorên wê, ji ber egerên wê bûyera qaþo biçûk, heftane ji malên xwe dernediketin.
Komelgeha Kurd „di çarçoveya 40 meliyonî de“ ta radeyke berbiçav, þêwazê nerazîbûna xwezayî, can nekêþe, û wisa efsûnbaziya wan tayifeperestan, bê destî û bi rengekî awtomatîkane bi dûvelank bû.
Belê em derbasî salvegera wê matmayînê dibin, ku hêja tu belge, analîze, mafwergirtin û zelalkirina ferhengên biyanî, di yek xulekekê de, ji hêla desthilata Kurdistanê ve arasteyî zagon û mafên mirovan nebû.
Tenê nûçeya herî nû û kevin bi xwe ye, ku 29. 03. 07an de, nûçeya, ragihandina, xwejêxelaskirina hindek daxwiyaniyên erkane pêk hat, ku 24 serkêþên bûyera Þêxan girtî ne, û rakirina Duhokê, û wê di çend rojan de, ji ber egerên tevlîhevî bêne dadgehkirin.
Êdî ew nûçe bû ew nûçe, ew belge bû ew belge.
Saleke ji bobelateke matmayî derbas bû, serencamê wê serî li xemxwaran nede.
Saleke ji wê tolhildana Kurdî derbas bû, tu rêyaktiyonên erênî, ji hêla tu berpirsyarên fermî û ne fermî nehate livandin.
Li vir dixwazim biderbirînim ku çawe rex û perçeyên matmayînê belav dibûn.
Çanda matmayînê berpêþ dibû ku Kurdên sade bi hejmareke girz êrîþî Kurdên xwe î sade dikin..
Çanda matmayînê berz dibû ku desthilata herêma Kurdistanê bi rêbazeke neberpirsyarane tev digera, û ta hindek radeyan, pêþgir û paþgirên wan bûn..
Çanda matmayînê xwe dilivand ku pêþmerge bi xwe beþdarî wê cîhada Kurdî li ser Kurdî dibûn..
Çanda matmayînê xwe di derûniya me de, hevokên baweriyê dadiçikandin paþ ku pênûsên Kurdî erk û stûbar û helwestên xwe, bi piþguhkirinên matmayî mijûl dibûn, û çikûziya xwe li comerdiyê dipêçan..
Aya em dê ta çend salên din, dê salvegera matmayînê, pîroz bikin û di heman demê de pîroz nekin ????
Aya çend pêwistî bi pîrozkirinê ve, alîkriya ezmûnan dikin???
Aya hêjaye ku navê matmayînê lê bikim, yan tiþtekî xwezayî, dubarekirî, rûtînî û mafwergirtin bû???
Aya dîmen û wêneyên wê cîhada Kurd, bi wê girza matmayî, bi wê pilana matmayî, bi nakokî û kêþekêþa wan, nayê wê wateyê ku kîneke Olî di hiþ û giyan û derûniya wan de berpêþ dibû???
Aya hêjabû ku ji ber sedemên wisa biçûk „heke ku sedem hebin“ xirecireke sawîrane li dar bibe???
Aya tu hewildanin ku me ber bi perçeyek baweriyê ve bibe, û vê matmayînê birûxîne, bi gelemperî, rû dan ???

Maniyêl Broka
14. 02. 08 Elmaniya
Cegersoz@hotmail.de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark