Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Berû Avakirina Sazîk Ramiyarî bo Civka Kurd

 


  Hêmin Mendanî

Dûr ji Boçûnên teng ên Netew, Êl û Olperist ; herweha xwendinek Vêcmend û Saxlem ji Dîrokêre bê gûman mirovê tê bighê ku Raman Samanek û paşmayek Gerdûniye , Nîvişk û berhemê Ezmûnek Mirovane ê Domdar bi hemî Reng û zimanên xweve ; ku her Corek ji wan xwedî pare têde li gor şiyan û Pêkarînên xwe ;lewra mifamendî ji her Ramanî pêwist û duriste , ji ber wê jî min ne xwest bêjim Sazîk Ramiyarî kurdî ; tevlî baweriya min ku her civakek teybetmendiyên xwe hene lê dîse bawerim ku ew teybetmendî jî ; şop û bandora hinin din tê diyare .


.  ji ber ku Civak û her Civak Daner û Wergere bi hevre ; Dîse li gor şiyan û Pêkarînên xwe , weku çawe hemî Dan ji her Civakê nayê  , weha her Hatî û wergerî jî na hilgirê .
Belê diyare ku Civak Sazîk bi pir Ast û Pirsgirêke , lê belê di herî Demêde , Hilgirê hemî
Barên Baş û Nebaşên Jiyanêye jî; tê gotin ((Civaka ne gihayî Çekê Kotekiye))
Li Raber jî tê gotin ((Qiral û Kotek di Kevin dema Civak di Pirsê Çima ew Hene ?))
Lew jî hatiye naskirin ku Ragihandin Fermandarê Çarêye .ji ber vê qasê Pîtepêdan û Geşepêdana Civakê di hemî Aliyên Jiyanê de Karek û Xebatek Netewî , Nejtimanî û Mirovaneye . derbarî Civaka Kurd a bindest bi tevahiya xwe û Perîşan bi Piraniya xwe , ku ji Êkinciyê Rojhilata Navîne û bindestiyê SISê Netewên Rojhilatîne , ev tev teybetmendiyên xwe ên ne saxlem hene û bandora xwe a ne Rewa li Boçûn û Çanda Kurdan heye , ne xasime ku pir Nejadperistên mîna Teleb Hilalî  Pirojên xwe ên ne Mirovane pêşkêşî Desthilatdariya xwe kirine û Wan jî Xalên xerab ên wan pirojan bi hemî Rê û Rengan pikaranîne ; li baramber van Siyasetên Hovane ,Gelê Kurd ne tenê  pêwistî bi Xebata Siyasî bi Rengê xwey berçav heye   Nexasime Hest û Helwestên partîtiya teng , û nakokiyên ne Rewa navbera serkêşên Partian de ,ku sersarî xistiye di pir Biniyat û Regezên sereke di Karê Siyasî de , mîna Rewşa Çandî Û Civakî , ku bi dîtina min bi xemtirîn Rewşin di Jiyana Gelan de , nexasim dema Mirov lê kolînek bi rêk û pêk bikê di van waran de , bê gûman wê sedemên Rewşa Civaka Kurd a werger û berxwer (mustehlik) diyarbin , belê raste hemî Civak Werger û berxwerin lê belê di herî demê de ên pir ji wan Daner û Berhemdarin jî , Belê Mebesta min ji wergerî û Daneriyê ; ne tenê di Pêdewistiyên Jiyana Rojane çi bi Perîşanî yan bi Bextewerî ; belê di Rewşa Çandî jî de a ku Mijara Gotarêye , bi rastî Civaka kurd – mixabin – biwe xakek bi zax ku tovê her Hizrek nuh yan Bizavek bê ser û ber ne xasim di warê Siyasî de , wê di bîne Hambêzek Gerim û Nerim ku têde şindibe û belavdibe , pir Duruşmên mezin , Siloganên Qelew û Peyvên Xweş ji Civaka me Dizîkirine , herweha Zirarên mezin gihandinê  ji hemî Aliyên Jiyanê ve çi Abûrîbe , çi Siyasî be û çi Civakî be , li vir Gotineka Seydayê nemir APO Osman Sebrî tê Bîra min ku ew jî eve ((kurd bûn misilman ji Hinan re û bûn Qomonist ji Hinin din re , lê hê ne bûne Zeredeştî ji xwere)) ; lewra bi Dîtina min me pêwistî bi xebatek bi Rêk û Pêk heye , Mfamend be ji Pêşveçûnên Demê , Qizincdar be ji guhertinên berû başiyê de , ên Gelê Kurd têre derbas dibe , ku Rêveberîk Dilsoz û Hosta Hebê ; Sûdmend bê ji Hest û Nestên Kurdewarî ên berz , û Comerdiya bê Sînor di Qada Qurbanî û xwegoriyê de ; ên ku her dem peydane û pirin di Mala Kurd de , ji bo Civaka kurd bi Demê bi gihê ji Alîkî ve , ji Alîkî din ve ta Xebat û Berhemê wê di Çeper û Ciwa Kurdayetiyê de be , bê gûman ev Renge Kare jî Pêdewistiyên xwe hene , Alav û Haçêtên xwe hene , Rêvebir û Serkêşên xwe ne , ku di serîde wek Serboriya Mirovatiyê Tekezkiriye ; ku Rewşenbîr û Zaniyarin find û Fenerên Gelane  berû paşerojek Ronak û Bextewer de , ji ber vê jî Ev Gazî ji Rewşenbîrên kurdre ye berî her kesî , ku pêdiviye  ew ji Rekiha Tirsê û Tawanbariyê a ku hatine tafdan têde , ew xwe Ruzgar bikin , Qizincmend bin ji Rêzgirtina Gel JI wan re , ji Derfetên berçav , û Tiştên berdestî wan ji Alav û Riyên Gihandin û Ragihandinê ên ku tevde ji Xelat û Diyariyên Demê û Guhertinên wê ne . belê miqatebûn û pîtepêdan li Civaka Kurd Xebata herî berz û bedewe , ev Civaka xwe ragirtî bi Mêrxasî û Comerdî li hember hemî Pîlan û pirojên Xerab ên Dagîrkeran , ku di pir Borên Jiyanê ên Teng û Dijwar re derbas biwe , a dibin Barê Guvişkên Tund û zor de , ên ji Lepên bê Dil û bê Rêzan di herikîn , wê di Ser gêjek û sergeştiya Tîbûn û Birçîbûnê de Destpelandî û bê Serdre bibê , bê gûman wê rastî Delîvên Mij û Lêlan bê , wê tûşî şaşiya bê , wê Nehes û Keysperist vê Rewşê qizinc bikin bi hemî Rê û Awakan ,lewra pêwiste li beramber vê Cenga Derûnî , Abûrî û Çandî; ku  Rewşenbîr û Zaniyarên Kurdan , bi Handerek mezin û Astûbarîk Dîrokî xwe berhevbikin , bi hemî Şiyan û Pêkarînên xwe ji bo Parastina Civaka Xwe û Asêkirina wê , bê gûman wê xwe di Civakek Guhdêr de û Hembêzek Gerim de bi Bînin , wê xwe Şîretvan , Qend û Rêber bi bînin , lê belê ev Têkoşerî bi Çalakiyên Tenê tenê nabe , eger bibe jî wê qelis be , lewra tê xwestin Hemehigî û beşdarîk gelemperî ji hemî Sazî û Gurûpên Rewşenbîrî ; bo dariştina projek lihevhatî li gor bejna Civaka kurd , li gor Astê Boçûn û Têgihştinên wê , her weha mifamend be ji Guhertin û Pêşveçûnên Demê , bi Rengek Hevkarî ku li gor Şiyan û Pêkarînên Rewşenbîr û Zaniyaran bê, mebest jê Pêgihiştina Civaka Kurd bi Çanda nuh , bi Boçûnên nuh ên Jiyanê , Hoşdariya wê ji hemî Çand û Hizrên ne Rewa û Tund ên ku Cihkirtî dibin di Devera me de , wekû diyare weha Renge Xebat bi Rêve naçe û bi ser nakeve ne di bin Sîbera Sazîk Ramiyarî ;  xwedî Pirogram û bi Piştevan , lê ev Sazî wê bi çi Şêweyî bê , ez vê dihêlim ji Guftûgoiyê re , ji Dîtin û Pêşniyaran re , Arezûk Dilsos û Omîdek durist bi  Dîtina min , lewra bi Hêvîme ku Cihbigre di Dilê her Rewşenbîrekî de , ku Maf û Sitûbara Rewşenbîrî ên dadwer û pîroz Cihgirtî , Xwiya û Geş bin di Civaka Kurd de  .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark