Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ÇEND TÊBÎNÎ JI BO PARTIYA ZIMANÊ KURDÎ RE (PZK )

 


Salih Bozan

Min mebesta damezirandina PZK gellek eciband, û ji bo ev pêþniyaza ber bê nekeve, gereg ên di paþ vê patiyê de helwestên xwe zêdetirîn þîrovebikin. Pireblemeke me Kurdan he ye, ku em jîrin ji bo komele, rêxistin, û partiyan avabikin, yan jî parçebikin, lê di berdewamiya karekî dîrokî de nefesên me kinin, em zû diwestin, nêrînên xwe diguhêrin.


Tiþtên sabit li cem me kesayetiya me ya ezîtiye, em ji bo vê ezîtiyê  karin pêle hemû behreyezdên xwe, û ên dormedarên xwe kin. Ev kerektera li cem me Kurdan hîn xorte, ji siyasetmedarên me de bigrin ta nivîskar û rewþenbîran.
Lome ez dixwasim fêmbikim eceb birêz Ehmed Husyînî ji dilþewata xwe ev bengewaziya qîriya, bêku birama çi xebat ji vê partiyê re gerege. Gereg gewhra ramyarî û kultûrî ji xwendevanan re were aþkerekirin.
Di vî warî de ez dixwazim çend têbiniyên nirxî li  ser bendên 3, 5, 8, bibêjim:
1.Ne raste em ji Kurdan bixwazin, nemaze ji ciwanan, bira xeyne stran, mûzik, û dengpêjên Kurdan guhdar nekin, ne rast em ji wan bixwazin, bilî televizyon, û radiyoyên kurdî temaþe û guhdarnekin.
Ev daxwazana ji aliyek de ne riyalin, ji bil ku Kurd ne tenê di giravekê de dijîn. Bi zimanê erebî, turkî, û farsî gellek berhemên mirovahî yên hêja henin. Cihana mûzîk û stanan ji kurdewariyê mestire. Çawa emê bi xortên Kurd re bibêji li Fêrûz, Macide al-Rûmî, Om Kelsûm, Wedih el-Safî…, guhdar mekin. Çawa emê bibêjin li Ibrahî Tatlîs, Ferdî Teyfûr, Sezen Aksû, Ehmed Kaya guhdarmekin. Çawa emê bibêjin li Þeceryan û Þekîla guhdarmekin. Ku em vana û xeyne van, gellek stranbêj û mûzikvanên Ereb, Turk, û Faris deynîn hêlekê, çawa emê bi xortên Kurd re bibêjin li Bêthovin, Vagner, Xaçûdiryan, Baganînî, Þistekovîç, û liste dirêje, guhdarmekin. Çawa emê ji xortên Kurd re bibêjim, Adonîs, Necîb Mehfûz, Ebdil Wehhab Beyatî, Bedir Þakir Seyab, Nazik Elmelaike, Selîm Berekat, me xûnin. Ehmed Abû meter, Þakir Nabulsî, Sadik Celal el-Ezim, Munzi El-Fedil, Mihemed Erkun, Îdwar Seyîd…., me xûnin, Çawa emê bibêjim Celaleddin Erromî, Sehid el-Þîrazî, Omer el-Xeyam, Ismayêl Bêþikçî, Orhan Pamûk, Yeþar Kemal, Ezîz Nisên.., me xwinin.
Di raman û kultur û wêjeya erebî, turkî, û farisî de gellek hest û daxwazên mirovahî bûne mijara nivîskaran, loma ez berhemên wan yên gelê xwe ji dibînim, çimkî em di mirovahiyê de gîþkî biranin, çi tiþtî mirovahî, di cihana kevin û ya nû de, ew milkê xelkê cihanê bi tevahiye, yên nifþên hîn tênin, û ne raste ez gelê Kurd ji van berheman bêparbikim. Ji aliyekî din ve, roleke hêja ya nivîskarên Kurd ên bi van zimanan berhemên xwe nivîsîn heye. Yanî   pareke me Kurdan e taybet di hemû kultûr û hûnera van gelan de heye, bi kêmasî ji ber kedê van nivîskarên Kurd gereg em xwe di vê kultur û hûnerê de bibînin.
2.Bêguman raperîneke hêja di warê malperên kurdî de rabû ye, malperên kurdî hîro bi dehan henin, roleke mezin ji bo pêþxistina ziman û kultûra kurdî dilîzin. Ji van malperan em hîro dizanin çi li kêderê Kurdistanê dibe, û çi li cihanê ser Kurdan tê gotin û nivîsandin. Bi kurtî malperên kurdî ji me re jêderên girîngin, nivîskar û xwendevanên Kurd di nav çavên dijmin re gîhandin hev. Lêbelê piraniya malperên kurdî yên prepagandê nin, yên nûçeyên sivikin. Mebesta min di vir de ne nirxa van malperanin, belam ez dixwazim bibêjim ku van malperan hîn nivîskar û xwendekarên Kurd têr nekirine. Di malperên erebî (bêguman niha di ên turkî û farisî de jî) tiþtên hêjatir henin, ez hîn li ser malperên ingilîzî, fransî,  û rusî na bêjim. Na be ez Kurdan ji van malperan bi dûr bixînim. Rojek tê ye, û ne dûre, êku zimanê ingilîzî nizanibe, nikare têkiliyên xwe bi cihana nûdem re bike.
3.Ez bi wê merca vê partiyê re me, gava di benda /8/ de dibêje (Ger min nivîsan ji bilî bi kurdî ne nivîsînim.). Lê gereg ev benda berfireh bibe. Na be em li vir xêzeke sor deynin. Ku nivîskar û rewþenbîrên me yên mezin bi erebî, turkî, û farisî ne nivîsînin, çawa emê karibin xwe bi gelên van zimanan naskirin bikin? doza xwe ji wan re þîrovebikin? û têkiliyên biratî, mirovahî bi wan re, û bi nivîskar û rewþenbîrên wan re çêbikin?.
4.Ji bo bendên /3/ û /5/ gereg em bibêjin xortên kurd nikarin zimanê xwe pêþ de bixin ku li stran û mûzîka, dengbêj, rdyo, televizyona kurdî guhdarnekin, û malperên kurdî ne þopînin. Ji bil ku jêderên zimanê me niha vanin, û ya din, tiþtek mina stranên kurdî yên klasik, û dengbêjên kurd, fonotika zimanê me sererast nake, me fêrî çawa hevokan çêbikin, û me bi peyvên kurdî zengîn dikin.
5.Benda 8an, ji bo ciwanên kurd re ez girîng dibînim, çimkî gava bi mezinî em dixwazin bibin xwendevanên zimanê kurdî, yan nivîskar, em pir zehmetiyê dikþînin.
Dema min xwest dest bi nivîsandina kurdî bikim(min bi mezinî despêkir) astenga siftehîn li ber min ew bû , ku ez bi erebî difikirîm, û bi kurdî dinivîsand, û herku ez li van nivêsên xwe vedigeriyam, ez bi xwe dikeniyam, ji bil ku ez digihîþtim wê baweriyê ku ev ne tiþtekî bi kurdi ye. Loma ez dibêjim ev benda ji bo ciwanên Kurd gellek girînge. Çimkî tu nikarî bibî nivîskarekî kurdî, ku tu bi kurdî nefikirî.
Li dawiyê ez dixwazim bibêjim, ku gelê Kurd di dîroka xwe de; çi ya kevin û çi ya nû, her kurdekî tim zimanekî din dizanibû. Vê rewþê zengînî da tefkîr û hastên Kurdan, û ti carî bi regezperestî li gelên din ne dinihêrî, ne di warê itnikî de, ne di warê netewetiyê de, û ne jî di wariyê zimên û kulturê de. Kurdan xeyne mafên xwe, û kêmî mafên xwe jî pir caran, tiþtekî din ne dixastin. Bira nijadperestên Ereb, Turk, û Faris me najon nejadperestiyeke hember xwe. Mejî û hastên Kurdan tim ji hemû gelên din, zimanên din, û kultûra din re vekirî bû. Gelê Kurd weha ye, ev kerektera wî ye, û weha dixwaze jiyaneke hevbeþ bi hemû gelan re, nemaze bi gelên Ereb, Turk, û Faris re avabike, û bi aþtî bijî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark