Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: NAMEYEK JI PARTIYA ZIMANÊ KURDÎ RE (PZK)

 


Salih Bozan

Di hejmara yekem ya kovara HAWARê de Kamîran Bedirxan gotarek nivîsandiye bi navnîşana "Edebiyeta welatî". Di vê gotarê de gellek hest û ramanên netewetiya kurdî henin, bi taybetî di mijara ziman û kultûrê de. Ev ramyara di sala 1932 de weha dibêje : "Edebiyeta welatî, ew edebiyeta ku ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çîrçîrokên wî, ji stran û lajeyên wî hiltê".*


Celadet Bedirxan HAWARê weha pêşkêşî xwendevanan dike : "Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin, lewra ku ziman şerta heyînê a pêşîn e"**
Bi nêrîna min, ev gotinên Kamîran û Celadet Bedirxan bingeha kurdewariyê dadimezirînin, regezên netewîtiya kurdî diyardikin.
Em dizanin, her mirovek bi navê xwe nasdibe, û her gelek jî bi zimanê xwe têt nasîn. Ziman kesayetiya gelan bi hawirdorên wan re sînordike, û ji aliyekî din ve têkiliyên taybet navbera gelan de avadike.
Di dîrokê de gelê zindî, êku zimanekî xwe yî serbixwe afirandiye, û bi wî zimanî kultûra xwe hunandiye û dihûne, hûnereke xwe ya taybet pêşdaxistiye, û bûye xwediyê stran, çîrok, efsan, tore û raman, û bi vî awayî şaristaniya mirovan zengînkiriye.
Ku em bi kûrbînî li gotinên Kamîran û Celadet binêrin, em ê fêmbikin ku ev bengeraziya wan ne ji bo ciwanên Kurd tenênin, belam ji bo rewşenbîr û nivîskarên Kurd hemûyanin.
Ez dixwazim bibêjim, miletê dev ji ziman û kultûre xwe berdide, ew hest û ramanên xwe yên netewî jî wendadike. Wê çaxê giriyê wî, hesreta wî li ser koka pavpîran bê wateye.
 Heydedana dayîkê û rûmeta wê, ne ji bo ku em di zikî wê de çêdibin, û derdikevin vê cihana ron, a ji bilku dengê siftehîn di vî gerdûnî de em dibihîsin dengê wê ye. Wê em fêrî zimên kirin ji bo em vê cihanê nas bikin, wê mejiyê me perwerdeyî despêka ramyariyê kir, wê hestên xwe di hundirî me de çandin. Loma xiyaneta tewre mezin di dîroka mirovahiyê de, xiyaneta bi dê re ye, bi nasnama wê re ye, bi zimanê wê re ye, bi înkarkirin kelepora we re ye.
Bêguman gelê bi ziman û kultûra xwe lawaze, ew bi kesayetiya netewetiya xwe jî lawaze, ew bi daxwaz û armancên xwe lawaze, û li hember gelên din xwe bi çûk dibîne, bi awayekî diyaliktîk dikeve pêvejoya asîmlasonê.
Ramannivîsê meyî hêja Mehmed Uzun carekê di televizyona kurdî de got: berî em bibêjin çendîn Turk û Ereb û Farisan sitemkarî li zimanê me kirine, werin em ji xwe bipirsin çendîn me bi xwe sitemkarî li zimanê xwe kiriye?.
Siyaset û raperîn roleke mezin ji bo rizgariya gelên bindest dilîze, lê ti gel bisernakeve, ku bi hêzdarî nekeve tekoşîna ronakbîrî û rewşenbîrî, nemaze bi zimanê xwe yî netewî.
Gava gelê Polonya hîn di bindestî Rusanda bû, partî û rewşenbîrên tevgera rizgarkirina wî bi dizî nifşên xwe yên nû fêrî ziman û kultûra polonî dikirin.
Dema ez di partiya komonîst ya Suriyê de dixebitîm, min gelên bindest yên cihanê gîşkî kiribûn hembêza xwe, ez bi êş û jana karker û cotkaran dêşiyam( ez hîn dêşim), lê min tiracidiya gelê Kurd kêm dizanibû, ez dûre dîroka wî bûm, ez tu carî nefikirîm zimanê xwe yî kurdî xort bikim, pê binivsim. Dibeku ez hîro siyaseta partiya komonîst li hemberî doza kurdî tewanbardikim, ji bilku internasonala wê ji bo hemû xelkên cihanê re bû, xeynce miletê kurd. Lê berî ku ez vê partiyê tewanbarbikim, gereg ez xwe tewanbardikim.
Min didît çawa Kurdên me yên Şamê di vê partiyê de ji kokê de asîmlasiyon bûne û dibine, tîştekî li ser dîroka Kurdî nizanin. Ji wan hebûn ku ew û jina xwe bi zimanê kurdî dizanin, lê bi hev re bi erebî diaxivîn, û zarokên wan peyveke kurdî nizanin. Di vê partiya komonîst de, me bi xwe, zimanê xwe berve zebûnitiyê dikir.
Ez ne poşmanim ku beşeke mezin ji jiyana xwe di vê partiyê de min derbaskir, û ta niha ez gellek ramanên marksîzmê rast dibînim. Lêbelê ez poşmanim ku min gelê xwe jibîrkiribû, min bi xwe zordarî li zimanê xwe dikir, ezê ku wexta çûme dibistanê, min peyveke erebî nizanibû.
Ez ne netewperestim, û ticarî jî netewperest nabim, lê ez dixwazim ji ciwanên me re bibêjim, tiştek ji zimanê netewî bihatir nîne, û kurdewarî bê xurtbûna zimên karekî qelse, karekî ne misogire.
Gellek xortên me di partiyên kurdî de xebitîn, bi can û bên ji bo mafên kurdan berxwedan, ketin zindanan, îşkenceyên hovane lêbûn, ji dibistan û zanîngehan hatin qewtandin. Ji van, gellekan paşê karê partiyan berdan. Hinek li mala xwe rûniştin, hinek ketin partiya deshilatdar li Suriyê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, hinekan xwe kirin xizmeta polîsan. Lê ji van, ênku li kêleka xebata xwe ya siyasî, zimanê xwe yî kurdî xortkiribûn, pê diramiyan û mijûl dibûn, gîştibûn asta bi kurdî serbest bixwînin, binivîsînin, gellek beşên kultûra kurdî ya kilasîk azberkiribûn, evana tênê bi raman û hastên xwe yên netewî ta niha man. Çimkî zimên û kultûra kurdî kesîtiya wan e kurdî parast, û bi awayekî din, di xizmeta doza kurdî de man. Zimanê kurdî nehîşt evana ji xeleka gelê xwe bi dûrkevin, yan jî bibin dijmin.
Bi nêrîna min netewa gelan ne bes hebûna wan e dîrokiye, ne bes jiyana wan e li ser axa bavûkalane, ne bes…, belam a tewre girîng çawa ev gela bi zimanê xwe dirame û xwe dibîne, bi zimanê xwe tiştek dide şaristaniya mirovan.
Min ev gotinan gîşkî gotin ji bo ez partiya zimanê kurdî pîroz bikim, û helbestvanê me yî hêja Ehmed Huseynî destek bikin, xwe di xizmeta armanca partiya wî kim.
Lê di eyînî demê de çend têbiniyên min li ser merca vê partiyê hene, û çend pêşniyaz jî, eze di gotareke din de aşkere bikim.
------
*.HAWAR, weşana NÛDEM 1998. Rûpela27.
**.jêderê berê. Rûpel 23

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark