Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: MELE MEHMÛD Ê BAZÎDÎ

 


  CIWAN DÊRIKÎ
 ciwanderiki@hotmail.com

Di vê mijarê de emê bibin mêvanê zanyar û rewşenbîrekî kurd ê nirxdar û mêvanperwer , ku jiyana xwe di mêvanperweriya çand û toreya kurdî de borandiye . ev rewşenbîrê hêja û mezin Mela Mehmûd ê Bazîdî ye , di baweriya minde mafê wî hatiye xwarin bi nenaskirina gelê kurd jêre ta niha .di vê xebatê de min xwestiye ez hinekî wî bi xwênerên kurdî bidim naskirin , bi qasî ku min kariye agahiyan li ser kombikim.


Gava mirov basa çanda kurdî bike di cihde navê çend torevan û helbestvanan tê bîra mirovî , wek Helbestvanên Mezin : Melayê Cizîrî , Ehmedê Xanî ,   Feqehê Teyran  û  çendekî dî
çimkî evin yên ku berhemên kurdî  li pey xwe hêlayîn û em îro bi saya wan  şanaz û serfirazin .
Ji bilî berhemê wan , tu nivîsar û pertûkên Kilasîka çanda me bidin nasîn nînin , ev jî cihê daxêye ko miletekî hewqas kevnar , xudan dîrokek dûr û dirêj , bê zanyar û bê berhem bimîne û kesatiyê xuyabûyîn jî bimînin winda û ne naskirî .
Her gel û milet bi çanda xwe tê naskirin ,ji xwe  jiyana civakekî di çanda wî de hatiye çandin û ber daye  .
Ger mirovek bixwaze gelekî nasbike , pêşî li kelepor , çand û bermayên wî yê dîrokî digere , bi teybetî berhemên hatîn  nivîsîn û berhevkirin ji kelepor û bermayên wî miletî .
Gelê Kurd yek ji gelên kevnareye ku dîroka wî bi hezarê salan dikişê berî zayînê ,  lê di aliyê berma û berhemên nivîskî de kêm  belgeye .
Belkî hin berhem hatibin nivîsîn lê xuyaye tev hatine talankirin û tunekirin . folkulora kurdî , çanda wî ya devkî û gelêrî gelekî têr û dewlemende , sitran , ser pê hatî , gotinên pêşiyan , govend û destan û çîrok û  . . . . h.d .
Lê berhemên nivîskî bi zimanê Kurdî , ko em  îro xwe pê nav bidin û tore ya me pê bê naskirin , dîrokeka wê ya dirêj nine , tenê çend dîwanên helbestan ji sedsalên navîn hatine parastin , wek dîwanên Melayê Cizîrî , Ehmedê Xan, Feqehê Teyran û hin helbestên Baba Tahir û Elî Herîrî . . . . em nikarin bi van çend dîwanan  toreya xwe bi toreya gelên dî re bidin berhev ,  esehiye ko hin zanyar , torevan û dîrok nivîs ji nav gelê Kurd rabûne , mixabin ko wana ne bi zimanê  dayîka xwe kurdî nivîsîne  ,lê bi Erebî , Tirkî û Farisî , ango
Pertûkxana kurdî  pir lewaz û qor maye ji kêm  berhemên bi kurdî .
çanda miletan û toreya wan bi wergerandina ji zimanên dîtir fireh , têr û dewlemend dibe , lê ev tevger di Kurdistanê de û di  nav gelê Kurd de çênebûye , hemî berhem û nivîs û werger bi zimanê biyaniyan hatine kirin , ked û xebata  wan nivîskarên kurd bûye dirav û sermaye ji çand û toreya  gelên dî re  .
Di nîvê sedsala 19an de bayekî nû li çand û toreya kurdî werdigere ,
bi destê rewşenbîrekî Xamezêr yê bi navê Mela MEHMÛD Ê BAZÎDÎ , ko bi rastî wî serhildanek di nav çanda kurdî de çêkir , berê Hespê Kurdî ji meydana olî da meydanin  dî ,  ko kesî berî wî  ew qoşme têde nekirye .
Bazîd bajarekî Kurdistanê ye , di sêkuçka tuxubên Ermenistan , îran û Tirkiyê de ye , bi çendê caran hatiye dagirkirin di şerê navbera Osmanî  û Rûsan de (1828_1854_1877) , ev bajar  bi kelha xwe ya kevnar , bi berrên Kurdistanî  bi nav û denge , dîsa gora seydayê mezin Ehmedê Xanî   li rojhilatê bajêr serdangehe , di demê Osmaniyan de navendek sereke bû ji çand û toreya olî re , dibistanên Olî li bajêr hebûn , di wan dibistanan  de gelek feqe û şagirt hebûn , waneyên Olî , felsefî , stêrzanî û zimanê Erebî  hîndibûn . ji ber pêdviya şagirtan şirovên olî bi kurdî dihatin kirin , êdî pêwistî bi berhemên bi zimanê Kurdî jî çêbibû , (di wan salan de Ehmedê Xanî Nûbihar , Elî Termaxî rêzimana zimanê erebî bi kurdî , mele Xelîlê Sêrtî baweriya ayînê , û  Mewlûdên bi kurdî , bi zimanê kurdî nivîsîbûn. . . .) .
Êdî bazîd dibe bingehek ji zimanê Kurdî re , gelek torevanên mezin ji vî bajarî radibin ,  Ehmedê Xanî , Miradxan ,  Ismaîl Bazîdî  . . .û yên dî .
çanda bi zimanê Kurdî ji vî bajarî qut nabe  , lê tev di çarçûva olîde dimîne , Heya em dighin vê Stêrka geş a ezmanê Kurdistanê  M.M.Bazîdî .
Bazîdî kiye­ ?  Wek A.Jaba dibêje M.M.Bazîdî di sala 1797an de li Bazîdê Hatiye jînê , Xwendina xwe li Bazîdê di dibistanên olî de kiriye , di zaroktî û xortaniya xwede fêrî Quran , Hedîsên pêxember û zanista olî dibe , hînî zimanên Farisî , Erebî , Ermenî û Tirkî jî bûye digel zimanê  Kurdî . lêgerînên xwe yên zanyarî pêşî li bajarê xwe Bazîdê Kirine , paşî diçe Tebrîzê li wir hîn kurtir dibe di zanista xwede , paşî vedgere Bazîdê û dibe serwerê Dibistanên olî , Bazîdî kesayetîke zû tê naskirin û heskirin di nav gelde , piştî serok eşîrê Kurdan yê bi nav û deng Behlûl paşa ji textê Bazîdê tê avêtin , cihê wî li Bazîdê namîne , û   bardike diçe  Erzeromê û li wir jî dibe mamosteyê  dibistanan  .
Ji ber nirxdariya wî û rêzgirtina gel jêre , navê M.M.Bazîdî li gelek mizgeft û dibistanên cûrbicûr hatiye kirin .
Bajarê Erzeromê dikeve ser rêya karwanên bazirganiyê, navendeka siyasî , aborî , zanistî û rewşenbîrî bû , her weha cîgehek leşkerî yê stratîcî jî bû, lewra dewletên mezin balyozxanên xwe li vî bajarî digirtin . Mela M. bazîdî piştî ko li Erzeromê binecih dibe zû ji aliyê gel ve tê heskirin ,û cihê xwe digre , her weha karmendên Osmaniyan jî rêz jêre digirtin lewra serdarê Osmaniyan çend caran ew kirin şandiyê xwe ji serokê Serhildanên Botan û Hekariyan re da bi wan re bikeve têkiliyan , lê welatperweriya wî û hestên kurdewariyê di wan dan û standin ên bi serhildêrên kurdre eşkere dibû , ewî hewl dida berjewendê Kurdan pêk bîne ne yê Osmaniya , lewra serdarê Osmaniyan gumana jê dibin ,û wî sergunî wanê dikin ,  15 rojan tavêjin zindanê  û paşî wî berdidin .
Bazîdî di çalakiyên xwe yê civakî û siyasî de wek dîplomatekî tevdigere , dema Mehmûd Xan (birayê Bedirxan) serdana Erzeromê dike M.M.Bazîdî  tê hilbijartin ji hêla osmaniyan ve , da  pêşwaziya wî  bike .
Di şerê Osmanî û Rûsande (1853_1856) birayê M.M.Bazîdî şehîd dikeve , û bi têkçûna tirkiyê re rewşa wî ya aborî nexweş dibe ,  mela xizan û hejardibe ne xasim piştî şkestina karê bazirganiya zarokên wî .
M.M.Bazîdî bi dan û standina xwe ya nerm , xweş û jêhatî dikarîbû nêzîkbûnê di nav dijberan de çêbike  .
Di gotarek, (rojnama Kurddistan de) ku sultan Evdil Mecîd M.M.Bazîdî ji Stenbolê şandiye Cizîrê da Bedirxan serhildanê (1846_48) rawestîne û here Stenbolê bi M.M.Bazîdî re .
Bi derbasbûna M.M.Bazîdî Ezeromê , çanda kurdî dikeve qûnaxeke nû ji dîroka xwe .
Dîplomat û karmendê Wezareta derve ya Rosî Aliksander Jaba ji sala 1848 an ta 1866an li Erzeromê Jiyaye û têkilyên wî bi Akadîmiya zaniestê li Petrisburg re hebûn da lêkolînê Ser Kurda pêk bîne , ku saziya zanistî  (Entîkxana Asiya) guhdan pê dikir , rêveberê saziyê B.A.Dorin bernamecên Zaniestî pîlan dikirin û ji Balyoz A.Jaba dixwest pêkbîne , gelek name di nav Jaba û Dorin de hene  , giringî û  nirxê zanistî yên di van nameyan de ewe ku gelek aliyên lêkolînên ser Kurda zelal dikin  .
A.Jaba li Erzeromê Xwe dighîne M.M.Bazîdî û alîkariya wî dixwaze , ew bingeha zinistî û civaknasî li cem M.M.Bazîdî peyda dibû , lewra pêre bû alîkar , piştî sala 1856an M.M.Bazîdî bi lêgerîn û lêkolînên xwe yên li ser ziman , dîrok û çanda Kurda , dibe mamosta û ronahîdarê A.Jaba .
Bazîdî gelek berhem ,û destnivîserên Kurdî berhevdike , yên li ser dîrok , Etnografya û zargotina Kurda , êdî gelek caran navê Jaba û Bazîdî bi hevre tê ziman , bi wê Keda xwe , navên xwe bi tîpê Zêrîn di dîroka Kurdzaniyê de nivîsîne .
Di sala 1859ande Bazîdî destnivîsera Elî Termaxî (1591) (rêzimana zimanê Erebî , bi zimanê Kurdî ) bi xetê destê xwe dinvîse , û jêre pêşgotinekî li ser desnivîserê û jînenîgariya Elî termaxî , û hin zanyarê Kurd û danerên Rêzimana Kurdî  dinvîse , û rola dibistana di jiyana çandî ya Kurdistanê de tîne ber çavan .
Rêveberê Entîkxana zanistî rojhilatnas Dorin ji Jaba dixwaze ku zimanê Kurdî hûr lê bikole , û destnivîserên bi Kurdî berhev bike , çimkî ew destnivîser  jêderên serekene ji naskirina asta şaristaniya Kurdî re .
Bi rastî bi alîkariya Bazîdî , A.Jaba bi danheva destnivîseran , sûd û xizmetek mezin daye lêgerînên Kurdî . Ew distnivîser îro li du pertûkxanên Rosî ne , piraniya wan di pertûkxana navendî a giştî li Petresburgê ne , ya bi navê (Salnîkov _şîdrîn) , û Yên mayîn di pertûkxana rojhilat nasiyê ne (معهد الاستشراق) ,  84 destnivîser di herdu pertûkxanade hene , 44 bi kurdîne , û 10 dî jî li ser kurdane , 4 bi farisî ne , 3 bi tirkî ne û 3 bi firensî ne , hejmarek mezin ji wan destnivîseran , rojhilatnasa rosî M.Rodinko hûrkolîn kirine û wergerandine zimanê Rosî , û belavkirine .
Her weha Kurdnas J.Mosîlyan jî hin ji wan weşandine .
Dîsa D.Merûf xeznedar çendek ji wan hûrkolîn kirine û weşandine li Bexdayê .
Bê guman ko A.Jaba hejmarek rewşenbîrên Kurd ji bo danhevê li dor xwe kom kirine , û di serî de M.M.Bazîdî tê , Jaba dibêje ;(ji nivîskar û torevanên Erzeromê Mehmûd Efendî tenê hûrkolîn û rastkirina berhemên farisî dikir û werdigerandin zimanê tirkî û kurdî .)  bi alîkariya M.M. Bazîdî A. Jaba hemî daxwazên rojhilatnas A.Dorin pêktîne derbarê lêkolînên ser kurda , em ji bîr nekin ko gelek ji wan destnivîseran bi pênûsa M.M .Bazîdî wek daner, yan nivîskar gihane Petresborgê .
Ji xebatên M.M.Bazîdî yên çandî ;
* danheva hejmarek mezin ji gotinê pêşiyan , ko A.Jaba di sala 1880 de ew wergerandine zimanê firensî , di pêşgotina xwede dibêje ;(ew dixwaze jînenîgariya alîkarê xwe M.M.Bazîdî binivîse .) , dibe ko A.Jaba soza xwe bi cih anîbe , lê tiştek di vê hêlê de bi destê kesî neketiye .
* Li ser daxwaza A.Jaba M.M. B pirtûkek zanyarî gelkî bi nirx  diafirîne bi navê ;rabûn-rûn iştin, Erf û adetê kurda . ev pertûk di sala 1963an de ji aliyê rojhilatnas a rosî M.B.Rodînko ve hatiye wergerandin ji zimanê rosî re û belavkiriye .
Pêkanîna pertûkek weha li ser jiyana kurda karekî akademîke , di sedsala 19an de M.M.B. pê rabûye .di vê pertûkê de temtêla kurda ,dem û dezgehê wan , leyistik , sazbendiya gelêrî , huner û çanda wan radixe ber çavan .
* Pertûkek dî bê navnîşan li ser (bi karanîna lêkeran di zimanê kurdîde .)
Di sala 1867 an de  afirandiye ,wek pertûkek rêzimanî tê pejirandin .
* Yek ji karê herî binirx û giran biha yê M.M.B . karê wî yê zanistî wergera pertûka hêja ( Dîroka kurdistanê ya kevn ) ya dîrokzanê kurd Şerefxanê Bedlîsî ye , ko ji farisî wergerandiye kurdî , nirxdariya vê pertûkê û mezinbûna M.M.B . ji vê pertûkê re ewe ko ew yekem pertûke li ser dîroka kurda bi zimanê kurdî , ya dî jî ewe ko M.M.B . yekem kese bi karê wergerandinê radibe ji zimanê biyaniyan bo zimanê kurdî .
Hemî lêkolîner û rojhilatnas rêzgirtinê didine vî karê M.M.B . û ew berhem bûye jêderek bingehîn û sereke ji dîroka kurdî re , Mela têde gelek nêrîn û şirovên xwe avêtine ser .
* Bazîdî li vir ne rawesta , wek berdewama dîroka Şerefxan
ewî dest bi nivîstina dîroka kurda kir ji cihê ko Şerfxan lê rawestaye , pertûkek ji hezar rûpelî bi navê (dîroka kurdistanê a nûjen) navbera salên 1785-1858 an de nivîsiye . rojhilatnasa rosî Y.G.vasîlyêva ew destnivîs xwendin kiriye û di sala 1967an de wek rêze -gotar weşandiye .
divê neyê ji bîrkirin ko hemî agahiyên li ser kurda yên A . Jaba bi firensî nivîsîne û weşandine , bingeha wan nêrîn û agahiyên M.M . dayînê ne .
* pirtûkek bi  navê (tore ya kurda a kilasîk) M.M.B. û A.Jaba bi firensî û kurdî nivîsîne , û di sala 1978an de D.Marof Xeznedar ew bi erebî weşandiye li Bexdayê .
* her weha ferhengek ji 3 hezar gotinî (hin dibêjin 15 hezar) herdu zanyaran bi hevre amadekirine , firensî-kurdî ,û kurdî-firensî , û ev yekemîn ferhenga kurdî- firensî ye di sala1879an li petresborgê hatiye weşandin .
D.M.Xeznedar derbarê lêkolînên rojhilat nasan li Erzeromê de dibêje:(heger em şanaz û serbilindin ko Erzerom di sedsala 19an de navenda lêkolîn ên kurdî ye di rojhilatnasiya rosî de , divê em rola M.M . Bazîdî û keda wî di gel A.Jaba ji bîr nekin .) .
* Berhemek dî ko M.Bazîdî pê rabûye , amdekirina ferhengek du zaravên kurdî :Hekarî-Rewadî   , ko em îro dikarin pê têbighin ka gotinên kurdî di wî çaxî  de çawa bûn û çi guhertin têde hatiye kirin ji hêla pêşketina ziman ve .
* Belê berhemek dî ko cihê rêzgirtinê ye di dîroka çanda kurdî de,çîroka (Leyl û Mecnûn) e , ko Bazîdî ji destana helbestî ya helbestvanê kurd Harisê Bedlîsî bi şêweyê pexşane nivîsiye , ev yekemîn çîroke di dîroka toreya kurdî de bi pexşane tê nivîsîn û Bazîdî yekemîn çîrok nivîsê bi zimanê kurdiye .
* Herweha Bazîdî bi hejmarek mezin çîrokên gelêrî ji devê kalemêr û pîrejinên kurda girtine û bi pênûsa xwe nivîsîne û parastine . û bi dehê çîrokên gelêrî ji zimanê farisî û tirkî wergerandine kurdî .
 Bazîdî ne tenê wergêr û nivîskarê destnivîseran bû , ewî ji her berhemî re pêşgotinên hêja dinivîsîn û agahî li ser xwedyê nivîsê jî didan .
* Dîsa pertûkek bi navê (Entîkeya dostan di heyamê kurdan) nivîsiye û maye destnivîser , têde rewşa gelê kurd û jiyankirina wan di sedsala 19an de radixe ber çavan .
 nivîskarê kurd M.M.Bazîdî rewşenbîrekî kurd ê zanyar û hêjaye , xwe ji jiyana gelê xwe qut nekiriye  , dera ko lê maye bûye cihê rêzgirtinê dinava hemwelatiyê xwe de , û zû deng vedaye .
  xalek dî balkêşe di jiyana Bazîdî de ew jî kûrbûna mejiyê wî ji mere diyar dike , dema alîkariya A. Jaba dike kesên olperst û kevneperest êrîşî wî dikin , û dixwazin wî rûsar bikin di nav gel de , lê seydayê hêja xebata xwe na rawestîne , guh nade gotinê wan paşdemayîyan , wek M.Rodinko dibêje:
( ji ber vê yekê êdî Bazîdî navê xwe yê rastî gelek caran li bin afrandin û karên xwe yê zanistî de ne dinivîsî , navin dî li xwe dikirin wek : Feqîr Mehmûd Efendî , Xoce Mehmûd Efendî .)
mezinbûna Bazîdî û nirxdariya wî tê dîtin gava em wî bi hevdemên wire bipîvin , ko di wan salan de çanda ola misilmantiyê serdest bû , her rewşenbîr û oldarên kurda di çarçûva wê çandê de diçûn û dihatin , tenê M.Bazîdî ji rêzê qut dibe , û bi refnê dîre dibe hevkar û hevrê , deriyekî dî  derveyî çanda olî li toreya kurdî vedike , xebatên li ser jiyana gelêrî , civakî , ziman , folklor , dîrok û wêje dide pêş , deryê çanda şaristanî li  kurdan vedike .
Bazîdî mirovekî têgihiştî û zanyarbû , ne tenê di çanda olî de , ew di naskirina ziman û toreya tirkî, farisî û erebîde jî pijayî bû , di gel naskirina wî ji civak, dîrok , folklor , tore û her aliyên jiyana kurdan re , lewra ew bingeh hebû li cem ta diplomat û kurdnasê rosî  A.Jaba ew wek mamoste û alîkarê xwe pejirandiye .
Bazîdî mirovekî kurdperwer bû , nivîs , danhev , wergerandin , û
 keda wî ya rengereng evê gotinê pesend dike . bi  saya xebatên wî gelek berhem ,pertûk , destnivîser , li ser çand û dîroka kurdan hatine parastin .
ew mirovek comerd û nander bû di hêla pênûsa xwede , kaniyek a herikî bû ,zeviya çanda kurdî ta dawiya jiyana xwe bi xurtî avdida , û diparast .
bi ked û dana  wî em dikarin asta nivîsa bi zimanê kurdî nasbikin .
M.M.Bazîdî dawiya jiyana wî hin jêder dibêjin di sala 1860 an bi dawî bûye ,
Lê ji destnivîsên li petresborgê xuya dibe ko ew ta 1867 an jiyaye .
mixabin ko ta niha em gelek aliyên jiyana nivskar û zanyarê kurd M.M.Bazîdî nizanin , her tişta li ser hatî gotin ji hêla rojhilatnasa rosî ve hatiye  gotin ,ko ewê jî ji pertûk ,name û destnivîsên kurdnas ê rosî A.Jaba deraniye .ev kesatiya mezin û gewre pêdivî lêkolînên berfirehe , hêjaye ko rewşenbîr lêkolînerên kurd xebatê li ser bikin .
--------
jêder:
kovara Golan hejmar 18 .D.Marof Xeznedar
malperên Enter net kulilk –mihsin seyda û can dost
Cewdet Şiyar .
www.hajalname
www.bydigi . Mîrza ,werger ji rosî  Têmûrê Xelîl .

ev mijar bû semîner di nav guropa ; TEVN A ÇAND Û HUNER A KURDÎ –DÊRIKA HEMKO de hate xwendin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark