Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: SERSERKÎ

 


  ANTON ÇEHOV

Endamê meclîsa heremê Dolbonosov, wexta carkî ji bo wezîfê çûbu Pîterê* bi tesadûfî çû şevekî lawmîr Fîngalov. Lê belê, bawerîya wî li çavê xa nehat, gava xwandevanê hiqûkê Şepotkîn jî li wir dît, kê kû kêm zêde berî pênc salan zarokên wî re mamostê taybetî bû. Bi ya rastî, xêncî wî zilamê jî nasekî Dolbonosov şevê tune bû, dema şaşîtîya wî derbasbu, hinek ji êcizbûne, xwa da ber Şepotkîn:
“Win, ew... ewa... ê win çawa hatin li vir?” wiha pirsî Dolbonosov û alîkîde jî bawîşk
anî kûlma xwa.


“Ka çawa! Wîsa mîna we...”
“Yanê, ferzbikin, gerek ne wera be, ji mîna min...” Dolbonosov ji rûyekî tirş ve
Şepotkîn mêzekir: “Hmm... ewa...bi rastî, xorto, şûxûlên we çawane?”
“Îdare dike... Min unîversîte qedand û niha jî wek karmendê wezîfa taybetî li cem
Podokonnikov de şûxul dikim...”
“Bi rastî!!? Ji bo destpêkê ne xerabe... lê belê...ee... zimanzêdetîya min biborînin, win
li vî  wezîfe çiqas qezenc dikin?”
“Heştsed ruble...”
“Heştsed ruble! Ev têra titûnê jî nake...”  got Dolbonov, mîna orîna dewarekî ji
ber xweda xeberda û paş wî de carkî  din wekî hertim, dengêki ‘zirav u hurmetkar’ bi xwe ve kir.  
“Helbet, li Petersburgê ji bona jîyanekî ne feqîr ev pere ji têrê nake” got Şepotkîn:
“Lê belê, xêncî vî yekê, ez wezîfa sekreterîya îdareya rêhesina Ugara-Demaşîrskaya jî dikim... Ê welle ew jî qasê hezar û pencsed dide min...”  
“Win xadê!? Li vî rewşê, belê...” Dolbonosov, ka hertim, pirsa Şepotkîn birrî  û wê
gavê rûyê wî hinekî reng avêt: “Bi vî helketinê, berxê, hun xwedî malê va ji hev çawa nas dikin?”  
“Li cem Lodkîn, peyvdarê serayê...” got Şepotkîn, ji bersivekî kirtûpanî da.    
“Hun diçin cem Lodkîn jî!?” Çavên Dolbonosov bi şaşwazî zur bûn...
“Hem jî gelek caran.. Ez bi dotmama wî re zewicîmê”.
“Dot-mam-ma wî re!!? Hmm... Pêşkêşbikin...Ez, wek, hun zanin, ewa... her tim
daxazîya min ew bû kû win bibin mîrovekî mezin, rûmetbilind Îvan Petrovîç...”
“Peter Îvanovîç...” **
“Mixabin, belê, Peter Îvanovîç... Bawer bikin, we zanîbu, ez, min mezedikir, kesekî
nas... welle ji wî demê min naskir... û min bixa digot gelo ez ji çima wî bangê xwarinê nakim... He-he... Wer bawer dikim kû win vî kalikê belengaz bi red nekin! Otêla “Ewrûpa”, binimreya 33... saet yekî heta şeşa...”
 
* St.Petersburg (w.r.)
** Peter Îvanovîç Şepotkîn. Bi Rûsî de gava yekî re xîtap dikin wek hurmetî, navê mîrov yê pêşîn û navîn tê gotin (w.r.)
 
Bi Rûsî de wergerandin: Firat & Helîm PERO

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.85
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark