Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

LI DADGEHÊ KOMARA MEHABADÊ Û SEROKÊN WÊ HATIN PARASTIN…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com   

Konferansa Komara Mehabadê ya Kurdistanê ku ji aliyê Komeleya Kurd ya Diyarbekîrê de hatibû bi darxistin, di 17. 12. 2007-an de hat darizandin. Di danişîna dawî de min bi niviskî û kurdî parêznameya xwe pêşkêş kir. Şeyhmûs Aykol û Halîs Nezan jî bi devkî û  kurdî parêznameyên xwe pêşkêş kirin. Ji axivtinên xwe re xwedî derketin, Kurdistan û mafê gelê Kurdistan parastin. Parêzerê me Sabahaddîn Korkmaz jî, bi niviskî û tirkî li ser nehuquqiyên dadgehê rawestiya û gelek reyên balkêş anîn ser zimên.


Dadgehê ji bona biryara xwe ya dawî biryar da ku di 24. 12. 2007-an de (piştî hefteyekî) mahkeme bê bidarxistin.

Parêznameya min ya  bi kurdî ku min pêşkêşî dadgehê kir li jêr e.

            ***

“Ji dîroka neteweya kurd û ji serok/şehîdên neteweya kurd re xwedî derketin mafê her dezgeheke kurd û her kurdekî ye…”
Ji Dadgeha Cezayê ya Asliyê ya 7-emîn re / DIYARBEKÎR,

Komelaya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOMê), di 03.04.2005-an de li Salona Şeradariya Baxlarê, ji bona ku serokên komara Mehabadê ya Kurdisrtanê bîr bîne û dewleta Îranê tewanbar bike, civîneke fireh (konferansek) bidarxist. Bi sedan kes beşdarî konferansê bûn. Beşdarvanên konferansê, gelek rengîn û ji gelek beşên civatê bûn: Beşdarvanên konferansê, jin û mêr bûn. Doxtor, parêzer, tacir, mele, xwendevan; cîwan û kal-pîr bûn.
Bi kurtî dikarim bibêjim ku civata kurd li Diyarbekirê û li bajarên hewirdora Diyarbekirê bi gelek rengên xwe, ji konferansa KURD-KOMê re eleqek nîşan dan. Her kesên beşdervan, jinûve bi giştî dîroka neteweya kurd û Kurdistanê, bi taybetî dîroka Komara Mehabadê ya Kurdistanê û ya serokatiya komarê bîr anîn, beşdarvanan bi îdamkirina serokên Komara Kurdistanê êşiyan, zilm û zordariya dewleta Îranê,  hevpeywendî û hevkariyên dewletên cîran bi dewleta Îranê re, bi awayekî nû şirove kirin; xeterî û nedostbûna wan danîn ber xwe.
I- Dadgehkirina me li dijî demokrasî, maf û azadiyên mirovî û pîvanên Yekîtiya Ewrupayê ne…
Komeleya Kurd a Diyarbekirê, ji bona Komara Kurdistanê ya Mehabadê û serokên wê yên ku ji aliyê rêjima dagirker û kolonyalîst yê dewleta îranê ve hatibû dardakirin civîneke giştî ya ji gel re vekirî ku di kapasîteya Konferansekê de amade kir: Min û gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd jî di konferansê de li ser mijarê qise kirin. Min jî  li ser navê KURD-KOMê axiftin kir.
Min û hevalên min, di axiftinên xwe de tu dem şiddet nepesinand û teşwîk nekir; dijminitiya gelê Tirk nekir, gelê kurd jî tehrikî şerekî li dijî gelê Tirk nekir. Ji bona vê ez dikarim bibêjim ku dozgerê komarî “tawaneke fikir” afirand, pişt re jî dadgehê erê kir û em dadgeh kirin. Ev helwesta, doza di derbarê me de tê domandin, li dijî demokrasî ye; li dijî maf û azadiyêm mirovî yên şexsî û kolektîf e.
Mijara ku di konferansê de hate minaqeşe kirin, raste rast dewleta îranê û ne raste rast jî Tirkiyeyê eleqeder dike. Ev mijara ku di konferansê de hatibû minaqeşe kirin, di sala 1945-46-an de qewimiye. Ev bûyera li îranê jî wek tawan ji holê rabûye.. Li Tirkiyeyê jî wek tawan pejirandin him ne rasyonal e û him jî ne hiquqî ye.
Tirkiyeyê dê bibe endama YE-yê û ji bona vê demeke di navbeyna YE-yê û Tirkiyeyê de mizakere didomînin. Tirkiyeyê divê pîvanên YE-yê di jiyana xwe ya hiquqî, siyasî û civakî de pêk bîne. Tê zanîn ku YE-yê “tawana fikir” napejirîne û tu wext fikran dadgeh nake. Mijara ku li konferansa KURD-KOMê hatibû minaqeşe kirin, helbet gelê Kurd û Kurdistanê bi tevayî eleqeder dike. Pirsa Kurdistanê jî pirseke rojhilatanavîn û navneteweyî ye. Çar dewletan, îranê, İraqê, Suriyeyê eleqeder dike. Dadgeh jî nikarin çavên xwe ji vê rastiyê re bigrin.
Hezar mixabin dozgerê komarî dema ku di civînek û konferansekê de li ser pirsa neteweya kurd û Kurdistanê gengeşî pêk bên, di derbarê wan gengeşiyan de li lezûbez doz vedikin. Dadgeh û qadî jî jebara xwe didomînin. Divê dadgehû dadwer  jebar a xwe di derbarê pirsa neteweya kurd û Kurdistan xerab bikin. Tê zanîn ku pirsa neteweya kurd û Kurdistanê pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin û stratejîk e. Ev pirsa ji bona ku çareser bibe, divê her dezgehek jî hewil bide.
Ev helwesta dadgehkirina me, dê zerar bide huquqê, maf û azadiyêmn mirovî yên şexsî û kolektîf. Ev helwesta dîsa dibe sedem ku ew nekokî û dijberiya heyî ya dîrokî bidomîne.
II- Dadgeh huquqî û gor pîvanên edaletê (dadweriyê)  hereket nake. Mafê parastinî dide bin lingan. Helwesta wî, ji qadiyên leşkerî paşvetir e…
Wek min di diruşmeya 16. 07. 2007-an de jî diyar kir, roja ku di derbarê me de doz vebû, dadgeh, huquqî ne, keyfî hereket dike. Dadweriyê (edaletê) nade ber çav, helwesteka hisî û qestî li hemberî me dimeşîne. Dadgeh ji serî de ne ku şertên huquqê pêk tîne, ji bona ku doz bi lezûbez biqede, gelek caran îhsas-ı reya  diyar kir.
Baş tê zanîn ku mafê parastinê li dadgehê mafekî qitsal û giranbiha ye. Ji bona ku kesên tên dadgeh kirin mafên parastinî parastinê pêk bînin û xwe bi azadî biparêzin divê dadgeh derfetên huquqî û psîkolojîk pêk bîne. Hezar mixabin qadî, li hemberî me şerekî sar dimeşîne, ji bona ku mafê me yê parastinê bê sînorkirin, pêşiya me digre. Qadî dema ku em behsa neteweya kurd û Kurdistanê dikin, rengên wî tê guhertin, qadî ne wek qadî, wek kesekî ku ji kurdan re dijmin e, helwestê nîşan dide.
Ji bona parastina min pêşî biryara werger hat girtin, piş re ev biryara ji holê rakir. Min jî di helwesta xwe de guhertinek çênekir, min bi kurdî qisekirina xwe dom kir û parêzerê min jî, j imin re bû werger. Qadî ev bê huquqiya jî, ji holê ranekir.
Ez bi xwe li dadgehên leşkerî jî gelek caran hatim dadgeh kirin: Helwesta qadiyê doza me, ji  qadiyên dadgehên leşkerî paşvetir e. Qadiyê me qasî qadiyên dadgeha leşkerî jî huquqê tetbîq nake.
III- Konferansa KURD-KOMê bê hiquqî hat muraqebe kirin…
KURD-KOMê, wek di dawanameyê de jî hatiye diyar kirin, encama îzina parêzgeriya Diyarbekirê, konferansa xwe bidarxist. Ji bona vê yekê jî, ji aliyê parêzgeriyê de berpirsiyarekî sivîl ji bona çavderiya konferansê hatibû diyar kirin. Vatinî û wezîfeya ev berpirsiyarê sivîl ew bû ku wek komiserê hikumetê kar bike, konferansê guhdar û temaşa bike, di encamê de rapora xwe bi niviskî amade bike û pêşkêşî parêzgeriyê bike.
Beriya konferans dest pê bike, me wek berpirsiyarên KURD-KOMê, bi komiserê hikumetê re danûstandin kir. Di vê danûstandinê de, ji komiserê hikumetê zêdetir, berpirsiyarên emniyetê bûn teref û li ser komiserê hikumetê bandor danîn. Wê demê me dît ku bi zora berpirsiyarên emniyetê tê xwastin ku konferansa me ya rengîn û makul bê muraqebe kirin. Encama vê muraqebeyê jî, ew kesên beşdarvan çavtirsî bê kirin û di paşêrojên bê de ew kesan beşdarî kar û xebatên KURD-KOMê nebin.
Ji bona vê yek jî wek berpirsiyarên KUD-KOMê, me ji komiserê hikumetê re diyar kir ku “bi qamereyê muraqebekirina konferansa me ne qanûnî û ne hiquqî ye.” Piştî danûstandinên me, me bi komiserê hikumetê re li hev kir ku li konferansê deng bê girtin, lêbelê  wêneyên konferansê nayê girtin (kişandin).
Di van gengeşî û niqaşayan de berpirsiyarên emniyetê tu caran Komiserê hikumetê guhdar nedikirin, ji bona ku lihevkirin pêk naye, hewil didan.
Civîna me civîneke saloneke girtî  bû. Ev civîna, di destûra KURD-KOMê de wek xebatekê hatibû diyar kirin. Civînên di salonan de pêk tên, wek di biryara Daniştay û Dadgehên Îdarî de jî hatine diyar kirin, ev civînan di çarçeva qanûna 2911-an de naye şirovekirin. Ji bona vê yekê, muraqebeya konferansa me bi qamereyê, qanûnî nebû. Berpirsiyarên vilayetê û bi taybetî jî ew kesên berpirsiyarên emniyetê bûn, ji derveyî qanûnê hereket kirin û qanûn dan bin lingan.
Biryarên ku di derbarê civînên salonên girtî de hatine dayin ew in:
a) Biryara daîraya 10-emîn ya Daniştayê. Hejmara biryarê: 1992/032333-ê ye. Hejmara bingehî: 1990/0741 e.
b)Biryara dadgeha îdarî ya 2-emîn ya Stenbolê. Hejmara bingehî: 2001/1296 e. Hejmara biryarê: 2001/1806 e.
c) Biryara daîraya 10-emîn ya Daniştayê. Hejmara bingehî: 2002/1966 e. Ev biryara di 20.5.2002-an de hatiye dayin.
d) Biryara dadgeha îdarî ya 2-emîn ya Sakaryayê: Di 5.9.2003-an de û bi hejmara bingehî ya 2003/11130-yî hatiye dayin.
Ev birayaran jî diyar dikin ku civînên di salonan de tên bidarxistin bi qamereyê tespît kirin ne qanûnî ye.
Ji bona vê yekê pêwîst e ku tespîtên qamereyê wek delîl nayê pejirandin. Ev delîla ji dosyayê bê derxistin. Ji bona ku girêdayî ev delîla ne qanunî di derbarê me de doz jî hatiye vekirin, divê ev doza jî ji holê rabe.
Ev biryarên ku min jê behskirî, di serîlêdaneke min ya dadgeha îdarî de cîh girtine, ez vê belgeyê pêşkêşî dadgeha we dikim.
IV- Oprerasyon û binçavkirina me, îfadegirtin bi riya emniyetê jî, ne qanunî bû…
Di ser konferansê re rojek jî derbas nebibû ku li ser KURD-KOMê û li ser amadekarên konferansê û li ser ew kesên ku di konferansê de axiftin kiribûn, operasyona polîsan pêk hat. Ev rastiya jî nîşan dide ku beriya dîskêta qamereyê biçe parêzgehê (wîlayetê) û parêzgeh kontrol bike û bigihîje biryarekê, dîsket raste rast ji aliyê berpirsiyarên emniyetê de hatiye girtin, hatiye kontrol kirin û pişt re di derbarê me de operasyon hatiye kirin. Ez di wê baweriyê de me ku dozkar jî di bin bandora polîsan de bi lezûbez biryar da ku ji bona me operasyon pêk be. Ev tespîta me, di pêvajoya operasyonê û îfadegirtina me de jî gelek aşkere derket holê.
Dema ku di derbarê me de operasyonê dest pê kir, polîsan her çiqas tu biryara dadgehî ya girtina me û lêgerîna cîhûwarê me tune bû jî, avêtin ser KURD-KOMê û ser malên berpirsiyarên komeleyê û axevtevanên konferansê. Em bi zorê girtin birin daîraya emniyetê (ewlekariyê) ya terorê. Demeke dirêj me nedizanî ku di derbarê me de biryara binçavkirinê tune ye. Lewra ji bo me muameleya binçavkirinê hat meşandin. Piştî ku parêzerên me mudaxilî (teva) pirsê bûn, me wê demê zanî ku biryara binçavkirina me tune ye û dîsa me zanî ku mafê polîsan tune ye ku me bibin emniyetê û me binçav bikin.
Gorî rêbaza cezayî, bes dozkar bi niviskî dikarî ji me daxwaz bike ku em di derbarê konferansê de îfade bidin.  Hezar mixabin wusa nebû.
Ev jî diyar dike ku polîsan qanûn û hiquq dane bin lingan û em bi zorê ji komeleyê û ji malê birin emniyetê. Ji bona vê divê di derbarê polîsan de riya dadgehkirinê vebe û ew dadgeh bibin.
V- Îfadegirtina me bi riya polîsan ne hiquqî ye. Divê doza hatiye vekirin, ji vî alî de jî ji holê rabe…
Di vê pirsê de dozkar jî, ji polîsan zêdetir berpirsiyar e. Dozkar jî ji derveyî qanûn û hiquqê hereket kir. Dozkar wezîfa xwe ya îfadegirtinê  dewrî polîsan kir. Polîs her çiqas wezîfedar nebûn jî, xwastin ku îfade me bigrin. Min û hevalên min jî, ji bona ev kar a ne qanunî dîtin, ifade nedan polîsan.
Lê me li emniyetê gelek aşkere diyar kir ku em amade ne ku îfadeya xwe bidin dozkarê berpirsiyar. Hezar mixabin pişt re dozkar îfade me negirt. Di derbarê me de doz vekir. Heger li emniyetê me diyar nekira ku emê îfade bidin dozkar, wê demê doz-vekirina dozkar qanunî û gorî rêbaza cezayê dibû. Lê ji bona ku me gotûbû ku emê îfade bidin dozkar, divê dozkar, îfadeya me bigirta. Lê negirt. Ji bona vê di derbarê me de doz vekirin hiquqî nîne.
Divê ji bona vê di derbarê me de lêpirsîn jinûve bê kirin.
VI- Armanca emniyetê prowakasyon û belavkirina konferansê bû…
Konferansa KURD-KOMê bi awayekî aşitî û demokratîk domand. Helbet dema ku konferansa me dest pê kir, grubek polîs û berpirsiyarên polîsan her çiqas heqê wan jî nebû hatin li ber salona konferansa me rûniştin. Diyar bû ku ew polîsan dixwazin midaxeleyî konferansê bikin.
Hezar mixabin, ji bona vê yekê gelek hewil dan û berpirsiyarên KURD-KOMê tehdît kirin. Ev helwesta polîsan em gîhandin wê encamê ku polîsan di destpêkê de biryardar bûn ku konferansê belav bikin, beşdarvanên konferansê çavtirsî bikin. Lê berpirsiyarên KURD-KOMê îzin nedan ev karên polîsan yên prowakatîv. Beşdarvanên konferansê her çiqas plana polîsan jî fehm kiribûn, ji mafên xwe yên demokratîk re xwedî derketin, heta dawiyê konferans guhdarî kirin, wek lehengan li ber xwe dan. Piştî ev helwesta polîsan, zêdetir kesan dîsa jî di çalakiyên/xebatên me de cîh girtin û beşdarî konferansên KURD-KOMê bûn.
Ez li pêş dadgeha we, ji bona helwesta lehengî, kurditî, hiquqî, demokratîk, ji berpirsiyar, hîmdar, endam, alîkar, dostên KURD-KOMê re rêz û hurmetên xwe diyar dikim. Ez dibêjim, baş e ku gel heye. Gel encama têkoşîna xwe  sîstem û desthilatdariyên otoriter, totalîter, kolonyalîst mehkûm dikin û wan sîsteman hildiweşînin.
VII- Axiftina min li ser navê KURD-KOMê bû…
Min di konferansê de li ser navê KURD-KOMê axiftin kir. Min di axiftina xwe de konsepteka fikrî, pêşkêşî beşdarvanên konferansê kir. Axiftina min niviskî bû.
Axiftina min li ser navê KURD-KOMê bû. Axiftina min, 6 rûpelan û ji 8 beşan pêk te.
Di axiftina min de:
Beşa yekem: Serekrêza konsepteyê. Dibêje ku “Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Komara Kurd ya Mehabadê Nemir in.”
Beşa duyem: “Rewşa Kurdistanê” ye.
Beşa Seyem: “Komara Mehabadê ya Kurd” e.
Beşa çarem: “Komara Mehabad û Mele Mistefa Berzanî” ye.
Beşa pêncem: Di Komara Mehabadê ya Kurdistanê de “karên pêkhatibûn” e.
Beşa  şeşem: “Dîlgirtina Qazî Mihemed, Seyfî û Sadrî Qazî” ye. Li vir tê gotin ku “em ji serok û hemû şehîdên Komara Mehabadê ya Kurdistanê re rêz digrin, bila serê we û neteweya kurd sax be. Serok û şehîdên Kurdistanê bi giştî ji me re rê û rêbazê nîşan didin. Emê wek milet û wek dezgehên kurd û kurdistanî, ji têkoşîna serok û şehîdên Kurdistanê ders derxin, têkoşîna miletê xwe pêş bixin.”
Ez wek şexis û em wek KURD-KOMê, ji ev bîrûreyên ku me pêşkêşî konferansê kiribûn re gelek aşkere xwedî derdikevin.
 
VIII- Ji dîroka Kurdistanê re, ji mafên neteweya kurd re, ji serok û şehîdên neteweya kurd re xwedî derketin mafek e…
Her kesek û her netewek, ji dîroka xwe û ji mafê xwe re xwedî derdikeve. Ev mafekî mirovî, demokratîk û xwezayî ye. KURD-KOMê jî ev mafê xwe bi kar aniye. Ev helwesta çawa ku ji tirkekî re xwezayî ye, ji bona kurdekî jî xwezayî ye.
Neteweya kurd, di rojhilata-navîn de  netewekî dîrokî ye. Neteweya kurd jî, wek neteweyên din xwediyê welatekî ye.  Welatên Kurdan jî Kurdistan e. Di vê qonaxê de welatê kurdan Kurdistan, çar beş e. Beşbûna Kurdistanê, di sala 1639-an de bi Peymana Qesr-i Şêrînê dest pê kir. Bi Peymana Lozanê gihîşte mereheleya çar beşan.
Neteweya kurd, xwediyê dîrokekê ye; xwediyê zimanekî û xwediyê çandekê ye. Piştî ku Kurdistan bi Peymana Lozanê bû çar beş, neteweya kurd ji aliyê çar dewletan (Tirkiye, Îran, Iraq, Suriye) de ji hemû mafên xwe bê par bû û welatê kurdan hat dagirkirin û kolonî.
Li hemberî vê rewşê, bi sedan sala ku neteweya kurd têkoşînekê dide. Encama van têkoşînan di sala 1946-an de Komara Mehabadê ya Kurdistanê ava bû. Hezar mixabin di demeke kurt de ji aliyê dewleta îran ve hat ruxandin. Di sala 1970-yî de li Başurê Kurdistanê Otonomiya Kurdistanê ava bû. Hezar mixabin Otonomiya Kurdistanê jî, encama  Peymana Cezayirê (1975) ji holê rabû.
Îro bes li başurê Kurdistanê guhertinek pêk hatiye, encama têkoşîneke bê hempa, bi alîkariya DYA-yê û hevalbendê wê, dewleta federe ya Kurdistanê ava bûye. Li hemû beşên din jî, têkoşîn û xebata neteweyî ya kurd berdewam e.  
  
Helbet her dezgeheke kurd û her kurdek mecbur e ku: a) Ji mafên xwe yên neteweyî re xwedî derkeve, ji bo mafên xwe yên neteweyxî xebat bike û têkoşîn bide. b) Ji welatê xwe re, ji Kurdistanê re xwedî derkeve. c) Ji dîroka xwe re xwedî derkeve. d) Ji zaiman û çanda xwe re xwedî derkeve. e) Ji serok û şehîdên xwe re xwedî derkeve.
KURD-KOMê û min jî wek şexis, ev mafên xwe bi kar anî.
IX- KURD-KOMê ji tu kes û miletekî re dijminitî nekiriye û ji bo wan nefret telkîn nekiriye: Bes mafê neteweya xwe daxwaz kiriye û parastî ye.
Dozkarê Komarê îdia dike ku KURD-KOMê û min, di nav neteweya kurd de li hemberî neteweya tirk dijminatî û nefret xurt kiriye. Dema ku bîrûreyên min û konsepta KURD-KOMê, ji çav bê derbas kirin û gorî pîvanên objektîv bê şirove kirin, dê bê tespît kirin ku KURD-KOMê û min jî, ji neteweya tirk re dijminitî nekiriye. Em ji hêjayiyên neteweya kurd re û ji mafên xwe yên neteweyî re xwedî derketine.
Ez careke din vekirî dibêjim ku, em dijminên tu neteweyan û tu kesan nînin. Em ji wan dewletên ku mafên me û mafên neteweya kurd xesipkirine, mafên xwe daxwaz dikin. Em jî dixwazin ku qasî neteweya tirk û neteweyên dinyayê xwediyê maf bin. Em dixwazin li welatê xwe, li Kurdistanê desthilatdar bin; serbixwe û serwer bin.
Ji derveyî vê di qanûnê de ji bona ku tewana di xala 216-emîn de pêk bê,“texlûkeye nêzik” pîvaneke girîng e. Ev pîvana jî, pêk nehatiye. Di ser konferansa me re du (2) sal derbas bûn. Ne di dema konferansê de, ne piştî konferansê di demeke kurt de, ne jî heta nûha bûyerek neqewîmiye û li hemberî neteweya tirk li ser navê KURD-KOMê êrişek pêk nehatiye.
Ji bona vê yekê, ev doza di derbarê me de hatiye vekirin, xwediyê bingehekê nîne. Pêwîst e ku ev doza ji holê rabe.
X- Bîrûreyên me şiddetê teşwîk nake û bîrûreyên me di bin parastina Peymana Mafên Mirov ya Ewrupayê de ne…
KURD-KOMê û li ser navê KURD-KOMê min, di konferansê de li ser Komara Mehabadê ya Kurdistanê û serokên wê me fikrên xwe anîn ser zimên. Me di bîrûreyên xwe de şiddet teşwîk nekiriye. Gorî peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê bîrûreyên me di çarçeva xweîfadekirinê de tê şirove kirin û pejirandin. Ji bona vê dadgeha Ewrupayê jî gelek biryar dane û di derbarê van pirsan de komara Tirkiyeyê  jî  gelek caran neheq dîtiye.
Gelek dadgeh û dozkarên Tirkiyeyê jî, gorî biryarên dadgeha Ewrupayê û bi taybetî jî gorî Peymana Mafên Mirov ya Ewrupayê biryar dane. Ez ji bo mînak, biryara dozkarê komarê ya Diyarbekirê Sileyman Karaca pêşkêşî dadgeha we dikim.
Ev biryara di 28.01.2005-an de hatiye dayin. Dema ku ev biryara bê şirove kirin, dê bi gelek hêsanî tespît bibe ku ev doza di derbarê me de vebûye, ne di cîh de ye.  
Ji bona vê yekê jî, ez ji dadgeha we daxwaz dikim ku ew doza ji holê rabe.
17. 12. 2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark