Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi Mistefa Oso re

 


  Dîdar.hozan xelîl murşid efrînî

  Mistefa oso:  (DAD) rêxistinek serbixwe ye  di biryar û karê xwe de û bi hîç şêwayî karvedana partên siyasiyên kurdî kartêkirinê ne erênî û nerênî li rola (DAD) nakê

   Di pêşîyê de hevpeyvîna me jibo ronahî xistiinî boi ser rêxistinên kurdî yên mafê mirov li Sûrya de,û zanîna derdeseriyên rolên gelê kurd di Sûrya de ,me bi baş zanî kû hevdîtineke ron û reşkav b gutebêjî ferm ya rêkxrewî (DAD), mamoste Mistefa oso re pêşbixînin,herwa berêzî bi sada û reşkavî bersîvên rojnama aso li silêmanî dide bi xwendevananî rojnamê navbire….


1-Rêxistina kurdî ya berevaniya  mafê Mirov û azadîyên giştî li Sûrya (DAD)rêxistinek şaristaniye perwe û serbixwe ye,kar dike jib o gerantiya rêz bête girtin li mafê mirovê kurd li Sûrya de,herweha maf û azadîyên giştî li seraserî komelgeha Sûrî de,li pêka çavkaniya xweya hizrî,û dirawestê li hember her dijberîyekî li ser van maf û azadîyan û ji her jêderekî bê bi rêkên aştîxwaz .piştî zincîreka dirêj ji çavpêketin û danustandin û gengeşa…destpêk li destpêka sala 2002an,û li berçav hat girtin ketwar û dorhêla mafê Mirov li Sûrya de û di nav civaka Sûrî de bi giştî,û pêwestiya kar jib o damezrandina rêxistinên mafperwerî yên bajarvanî jib o pişkdariyê di bizavkera serecem Sûryan ya bi xweve werar û hevraziyê dibînê piştî sozên deselatê dayîn li dor çaksazî û pêşveçûn û rastgoyî yê…,hindek ji parêzer û rewşenbîrên kurd li Sûrya de ragehandin li rêkefî 1/7/2005ê z,damezrandina rêxistina kurdî ya bervaniya mafê mirov û azadîyên giştî li Sûrya (DAD) .
2-  her wekî me gotî (DAD) rêxistinek serbixwe ye di biryar û karê xwe de û bi hîç şêwayî karvedana partên siyasiyên kurdî kartêkirinê ne erênî û nerênî li rola (DAD) nakê û li yek hindavê (DAD) dirawestê ji sercem alîyên tevgera siyasiya kurdî li Sûrya de .
3-  (DAD) pêgira bi çavkaniyeka hizrî ku pabenda bi yasaya navdewletiya mafê mirov,(cardana cîhaniya mafê mirov 1948,û peymana navdewletî ya taybet bi mafên abûrî û komelayetî û rewşenbîrî 1966,û birotokolê helbijartî yê pêgir bi peymana navdewletî yê taybet bi mafên bajarvanî û ramyarî).herweha (DAD) sercem belgenameyên nêvdewletî yên dîtir yên taybet bi maf û azadîyên serekî û giştî yên mirov dipejerênê wekî pişkekî ji çavkaniya xweya hizrî û bi taybetî :peymannameya navdewletiya nehêlana sercem şêweyên cidahiya regezînî 1965,û hevpeymaniya nêvdewletiya nehêlana sercem şeweyên cidahiya dijberî afretê1979,û cardana parîs,…û hevpeymaniya nêvdewletiya qedexe kirina azerdanê û hemû şêweyên reftara nemirovayetî 1984,û cardana mafê geşepêdanê 1986,û peymana mafê zarokan 1989,…td. Her ji ber vê çendê (DAD)destwerdanê nakê di pirsên siyasî de herweha  helwêstên partên siyasiyên kurdî li Sûrya  ji bûyeran na nerxînin,herweha em kar di çarçovên sîyasî de ret dikin çi ew çarçov kurdî bin û çi yên li ser astê Sûrya bin,di gel rêzgirtina me bo hemûyan,em kardikin jibo bigihjin çarçovekî mafperwerî sercem rêxistinên mafperwerî yên karîger hembêz bikê yên li ser biyavê Sûrya kar dikin  di paşerojê de .
4- (DAD) her ji destpêka xwe de karkir jib o avakirina danustandinên xurt û pêşketî di gel rêxistinên mafê mirov û yên komelgeha bajêrvanî yên nêvdewletî bi taybetî rêxistina lêborîna nêvdewletî û tora Europiya naverasta mafê mirov û çendîn rêxistinên nêvdewletî yên mafnasî û sivîl . rêxistina me hat daxwazkirin ji bal rêxistina lêborîna nêvdewletî –nivîsîngeha herêmê - bo xuleka meşqkirinê li Beyrûtê li mawê 8-10/3/2006ê li dor :-rola raportan di pêşvebirina mafê mirovan-çavdêrî û tomarkirina pêşlkirinên li ser mafê mirovan.herweha em hatin daxwazkirin bo pişkdariyê di kongirê hatî bestin ji bal yaneya naverasta Europî li Merakiş li heyva yazdehan de 2006ê.herweha rêxistina me hat daxwazkirin bo pişkdariyê di xuleka rahênanê de ya ji aliyê komosyona Europî hatî li darxistin li Şamê 2006an li dor pirojeyên paredana rêxistinên mafnasî,herweha rêxistina me hat daxwazkirin bo pişkdariyê di hevdîtina mafnasiya parvekirî jibo vekolîna pirsa mafên mirov di Sûrya de,ya hatî bestin li Turkiya- Sitembol li mawê 14-16/5/2007ê û bi pişkdariya van rêxistinên navdeletî:-Firdalîzma Helsenkî ya mafê mirov-Homan right first-homan right wetch-Eminstî enternasional-peyamnêrên bê sînor-peymangeha Espin(Berlîn)-Çavdêriya pirskaran –Peymana paşatiya Birtaniya waneyên stiratîjî .
5- Wekî dizanin ku Sûrya li vî mawî di paşvegerek matirsîdar deye di barê mafê mirov de,ku Sûrya ketiye li jêr şêweyekî tundiyê û boşayî û pêşlkirinên mafên mirov,ku gehaye lotkeya xwe di şalawên bendkirina çalakvan û siyastvan û bizavkerên mafê mirov û civaka sivîl (bendkirina bihara Şamê û girtinên li pey morkirina cardana Beyrût- Şam..) û reftara rijêma Sûryî di peresendinê deye bo tepeserkirina netewî li hember gelê kurd nemaze piştî bûyerên 12ê avdara 2004an, û hêşta rijêma sûryayê berdawama bo cewsandina azadiyên serekî û giştî di welat de ,azadiya rojnamevanî û ragihandinê windaye,kombûn û mangirtinên aştîxwaz bi tundî û bi dirindî tên tepeserkirin,û tepeserkirina firelayeniya siyasî û netewî hêşta  bi yasayî pabenda bi birga heştan ve ya firelayeniyê ret dikê û parta behs disepênê pêşewayê dewlet û civakê ,û hêşta Gelê Kurd bê para ji hemû mafên xwe yên netewî û siyasî û komelayetî û bajêrvanî û rewşenbîrî …td. Di van nava de ku hemû maf û azadiyên serekî xuya nînin,(DAD) karkir bi şiyanên berdest bo hemû şiyan û çalakî  û şiya di mawekî kêm de rengvedanekî li dorhêla mafê mirov li Sûrya de bikê bi rêka daxuyanî û axaftinên dayî,û hindek ji çanda mafê mirov di komelgeha Kurdî de belav bikê û herweha bi giştî li seraserî welat,û herweha çavdêriya pêşêliyên li mafê mirov û azadiyên seretayî dibin,û pişkdariyê di çendîn çalakî û bizavan de bikê yên bizavkerên siyasî û mafperweriyên Sûryayê dikin û daxwazkirye bo rêzgirtina mafê mirov û azadiyên wî.û di nîva heyva heftan de ya vê salê (DAD) destpêşxeriyek arastekir ji bo çarçokirina rêxistinên kurdan yên mafnasî jib o çalakkirina û karabûna rêxistinên mafê mirov yên kurdan jib o berhingariya wan pêşêlkirinên dibin li ser mafên mirovê kurd bi taybetî û mirovê sûrî bi giştî da bigehin çarçovekî sertaserî sercem rêxistinên mafnasî yên karîger li biyavê Sûryayê de bi xwe ve himbêz bikê.
6- Bi sedan girtiyên kurd hene di zîndanên rijêmê û girtîgehên dezgehên hewalgeriyê de , û mixabin çi rêxistinên mafnasî yên Sûrî nizanin serjimêriya girtiyan bi duristî ,ji ber ku rêxistinên mafnasî nikarin serdana girtîgeh û zîndanan bikin,her wekî me gotî jimara girtiyan geleka û tûşî azerdan û lêdanên sext û dijwar dibin û van zîndanan kêmtirîn merc û pîverên nêvdewletî yên zîndana nînin .
7- (DAD) gelek daxuyanî û ragihandina yên girêdayî bi mafê mirovan diweşînê ,û her sal nêzîkî 200 daxuyanî û raportî diweşînê,herweha mehenameyekî derdêxê li jêr navê DAD û ta niha 14 jimar hatina belavkirin û herweha raporteka salane di barê mafê mirovan li Sûrya ya sala 2006an pêk tê ji 114 rûpelên navincî,û li vê dawiyê raportek weşand li ser ketwarê afretê di yasa û zagona Sûrî de .
8- Bê goman gelek asteng û berbest dikevin li pêş kar û xebata (DAD) û li pêş karê sercem rêxistinên komelgeha bajêrvanî û yên mafê mirovan li Sûrya de û di pêşiya wan de :
-nebûna mawedanê,ji ber ku yasa komeleyan ya niha bi mersûmê yasayî jimar//93//sala1958 wiçanê didê wezîrê kar û karubarê komelayetî retkirin û qedexekirina mawedana komeleyan bê xuyakirina sedemên retkirinê yan bexşînê bê ku karbin li dadgehê vegerin û herweha ev yasa wiçanê didê wezîrê navbirî ku maytêkirin û çavdêriya komeleyan bikê.evê çendê zebra deselata cêbikirinê bi yekcarî  li ser bizava rêxistinên komelgeha bajêrvanî zalkiriye .
- sercem yasa li Sûrya ji kar ketîne ta yên bedkar û ji wan yasaya komeleyan ji dema ragihandina barê awarte li Sûrya li sala 1963an .
- tinebûna paredana komeleyên mafê mirov,ku piraniya van rêxistina li pila yekê li ser bêşa endamên xwe û alîkariyan  karê xwe yên diravî bi rêve dibin .
- dîyarde parçebûnê di nav rêxistinên mafperwer de li Sûrya bi giştî û di civaka kurdî de bi taybetî .
- tinebûna kadirên  pêşeyî yên  pispor û taybetmend .
9- Ji girntirîn sedem û hokarên di hêlin bizava rêxistinên mafê mirov û yên civaka                                  bajêrvanî berfireh û xurt dibin,divegerin hebûna wargehekî yasayî û destûrî baweriyê bi mirovayetiya mirov bînê û rêz li rometî û azadiyên mirov yên serekî bête girtin.tiştek siruştiye ku pûçkirina barê awarte û nehêlana fermanên nerêt û yasayên awarte û dadgehên serpêçî yasa û zagon û pîverên nêvdewletî…û danan û dariştina destûreka hevçerx dan bi firelayeniyê bidê û azadî û rometiya mirovatiyê bi parêzê û kilîtkirina badeyê girtina siyasî bi yekcarî û azakirina azadiyên dîmukrasî,û azadiya rêxistina siyasî û ya sendekî,û derêxistina yasayeka hevçerx bi rêbikê karê partiyên siyasî  û derêxistina yasayeka taze bo komeleyan û têde baladestiya deselata cêbikirinê nebê û di gel karwanê demê bê,û her sê deselatan cida bike (yasadanî,cêbikirin,dadwerî) û herweha derêxistina yasayeka nû ji bo çapemenî û ragihandinê delîve bête dan bo welatiyan derbirînê ji bîr û boçûnê xwe bi azadî bikin,û çareserkirina doza Kurdî li Sûrya de li gor yasa û bawernameyên nêvdewletî yên girêdayî bi mafê mirov û nehêlan û pûçkirina sercem siyasa û pirojên regezînî û zagonên awarte yên sepandî li ser Gelê Kurd, û rakirina qedexiyê li ser çand û paşmayê kurdan û wiçandan bo xwendina zimanê kurdî di qotabxan û zankoyên Sûrya de…td.
Dibêjin ku tiştek siruştiye heger ev hemû tiştên me gotî dabîn bibin dê di encam de xebata civaka bajêrvanî û rêxistinên mafê mirov û di nav de (DAD)jî dê xurt û fireh bibê,ji ber vê çêndê em di xebitin bi hevkarî di gel rêxistinên mafperwer û çalakiyên komelgeha bajêrvanî û hêz û karvedanên siyasî û dîmukrasî li Sûrya de yên Erebî û Kurdî û Asûrî…jibo  damezrandina çandeka nû,li ser binemayê rêzgirtina mafê mirov û pitewkirina rewştên dîmukrasiyê û firelayenî û dadî û wekheviyê …ta bigehin dewleta maf û zagonê
Têbînî..ev babet, di jimara 578 di rojnama aso li silêmanîyê de hatîye weşandin

 
Hozan xelîl murşid
Rojnanamevan li dezgeha xandan, li silêmanî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark