|
|
|
|
|
|
|
Cankurd 07.11.2007 Hosteya evînê, min fêr bike, çewa ez hezbikim… Min fêr bike, çewa ez þengejinekê hembêz bikim… Vaye min þûr û mertalê xwe danî Min tivinga xwe þikand
…û peyva cengê ji ferhenga xwe hilanî...
Niha, dem a min ji evînê re heye …û hosteyekî evînê li ba min ji te pêve tune ye… Erê, min fêr bike Çewa ez tayek gula Cûrî bidime destê xanimekê Min fêr bike Çewa ez danîþim li gel yarekê li quncekî çayxaneyekê an jî li ber maseya dewatekê… Hosteya evînê, min fêr bike çewa ez zeviyên xwe, bi helbestên liyaniyê (1) biçînim çewa ez nameyek yara xwe, bi dengê bilind bixwînim… Berî niha ez fêrdibûm kîn û nevînê (2) ez fêrdibûm ceng û rijandina xwînê… Niha, Ez reviyam ji nav rêzên leþkerê gengeþiyê û pevçûnê… Niha, Ez dixwazim ji nû dest pêbikim bi fêrbûnê… û bi hemî awayên hezkirinê… Hosteya min, min fêrbike, çewa ez bi xanimek qonaxa jorîn re bikevime yariyên bin nivînê çewa ez ji bîr bikim wan hezar sal ên tenahiyê di sengerên qersî yên þerî da min fêr bike, çewa ez ji ser xwe bavêjim tirsa þevên cengê û wan tîrên di dilî da… min fêr bike, çewa carek dî, ez vegerim hiþyariyê û bigerim wekî jîndarekî wekî mirovekî ku hezdike ji vê jînê û ji xweþiyê….
--------------------------
(1) Liyanî: Eþq (2) Nevîn: Kurh
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|