Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di Salvegera Yekemîm ya Şehîdbûna Şêx Maşûq Xiznewî de:

 

Ber bi Çêkirina Komîteyeke Lêpirsînê ya Navnetewî bo Şopandina Doza Wî



Selah Bedredîn

 
     Di Yekemîn Salvegera revandin û kuştina zanyar û şêxê kurd , Şêx Maşûq Xiznewî  de , hêjî gelê Sûriyê bi hemî reng û tiwêjên xwe di bin nîrê zulm û zordariyê de ye, di dema ku li ser asta ramyarî hewildanên bê rawestan ji layê tevgera opozisyona niştimnaiya demokratîk ve têne kirin , ji bo rastkirina refên wê û gihştina çarçewekê  ku wê bidê serhev û pirogramekî yekgirtî ji bo wê  peyde bike.


Diyar e ku tevgera netewî dîmoktartîk ya Kurd jî rolek û pareke xwe heye di tevahiya wan hewildanên gotî de , çi di warê hundir yê taybet di vîna guhertin anjî rêzbûna ramanî û siyasî û yekîtiyê yên gerek di nav rêzên girûpên xwe yên siyasî û tiwêjên xwe yên ronakbîr de , û çi di warê danûsitana wê ya niştimanperwer û diyaloga wê ya berdewam bi hêzên opozisyona  Ereb ya dîmokrat û bi kesayetiyên wê , li hundir û dreveyî welat , re .


     Piştî hefteyekê ser revandina şêxê şehîdan , şêx Maşûq Xiznewî ji beriya salekê , ji aliyê –nenasan –ve û aynî li Şamê , paytexta Sûriyê , Şama dagirtî bi zilamên ewlekarî û istixbaratan , ji sentera lêkolînan ya ku kesekî nêzîkî ewlekariyê wê birêve dibe , kesekî ku gelek guman derbarê wî hene –Mihemd Hebeş - , û piştî ku şopa şêx winda bû û deselatê dest bi fenûfûtan kir , ez pir li ser jiyana şêx Maşûq tirsiyam  ji xinizî û tawanbariyên çeteyên rêjîma dîktator a şovonîst ya ku hetanî guhan werbûye di xeleka tawanbariyên polîtîk de ji dehê salan ve , ev xeleka  ku gihşte dewletên cînar jî di serdema mîratxwerê- çaksazê xort de ?!- wekû li hindekan xweş tê ku wî wisa bi nav bikin bi taybetî li Lubnan û Urdin û Iraqê . Ev xortê ku xurista rêjîma siyasî ya sitemkar ya serdest nîşan dike , tu tişt li nik wî tune ye ku pêşkêşî gelê xwe bike ji bilî dûvçûn û kuştin û girtin û dirûtina dev û lêvan , yê ku mafê cînartiyê yê ku di navbera dewlet û hikûmetan de heye binpê dike , û ji dêvla ku aramiya Lubnanê ,welatê xweşik î kevnar e û şaristanî  bihêz bike, em dibînin ku ew serê sembolên wê yên welatperwer  û lîderên wê yên gewre dibire û xêrûbêrên wê talan dike , û kuştevan û çete û sîxuran ber bi wê ve dişîne . Herweha , ji dêvla ku arîkariyê bide milletê Iraqê yê serbest û mêrxas piştî rizgarbûna wî ji zordestiya Beesiya reş û genî , û pêdariya wî derbarê ji nûve avakirina welatê xwe , landika şaristaniyê , û berdewambûna wî di prosesa siyasiya demokrasiyane de , û xurtkirina Iraqeke federe ya pirrengî de ; em dinbînin ku ew komik û refên teroristan ji girûpên Islama Polîtîk  ya nijadperest a netewî ber bi Iraqê ve rêdike . Raste , rêjîma sitemkar , Sûriya kiriye meydanek ji çeteyên malbatî- mafiyweî re ku çarenûsa gelê Sûrî di destên wan de ye , Sûriya kiriye çavkaniyek bo terorîzima herêmî bi alîkariya rêjîma  Îranê a sitemkar , û ew kiriye havîngeheke xweş , di riya hevdîtin û konferansan de , ji idolojiya netewî- Islamî ya nijadperest û dûr ji pernsîpên netewî yên dîmokratîk  di koka xwe de û ya ji derveyî bangên olî yên baş ku armnaca wan xêra mirovan e û belavkirina aşîtî û biratiyê ye , em bawer in ku emê dûrî rastiyê nekevin eger ku em vê hevbendiya ( Netewî Şovonî tevî Islama siyasî ya tund ) bişbînin rêbaz û Musilmantiya –Mîşêl Efleq – yê ku bi fermî û eşkere Islama xwe ilan kir bi henceta ku Islam zerika Erebbûnê ye û divêt ku were bikar anîn bo xizmetkirina Erebbûnê – helbet mebesta wî Erebbûna Bees bû ya ku komkujiyên wê yên nijadperest û tayfegerî hatine dîtin piştî têkçûna zorbazê Bexdayê – û weke Erebbûna Zerqawî ye, ya faşîst ku destpê kiriye ; ji ber van tiştan hemiyan ez pir li ser çarenûsa şêx Maşûq ditirsiyam , û wek ku em dizanin şêx Maşûq bi rêbaza xwe ya ayînî ya ronîkirî li dijî rêçika Islama Polîtîk ya fundemental, û di nav de tayfegeriya siyasî , bû . Hem kurdayetiya wî vekirî û hevgirtî bû û li dij sitemkariya netewî bû , ya ku bi rizgariya Iraqê û pirosesa  siyasî û fîdîrlazima Kurdistanê re bû û dij û li hember rêjîma şovonî , hema ev tenê bes bû ku desaltdarên bêkêr ji ketina şerên siyasî û anîna behaneyên xwe eger ku rast dibêjin , tolê jê bigirn ?


     Ev tirsa min li ser Şêx Maşûq , hişt ku ez bangekekê bo herkesî li dar bixim , di riya gotareka belavbûyî di gelek menberên ragihandinê de weke rojnameya Siyaset ya Kiwêtî , û doza " hemî layan li hindirê welat ji kurd û Ereban ku xwepêşandanên aştiyane li dar bixin , û komîteyaka niştimanperwer bo serkêşiya wê damizrênin , û sloganên wê bila derbarê azadiya Şêx Maşûq  de bin ... " bikim aynî di wê gotara ku bi navê : Tenê  Pêşniayrek !


     Ji mafê Xiznewî ye li ser milên me ku em doza wî bişopînin , piştî derbasbûna salekê ser şehîdbûna wî de , ji ber ku ew dozeke netewî û niştimaniya dîmokratsiyane ye , ji ber tawanbaran wî çaxî yek ji me hilbijartin û dibe ku îro sibe yekî din ji nav ne hilbijêrin , wiha , piştgiriya wî di heman demê de , piştgiriya her mirovekî welatperwer û dîmokrat e ji opozisiyonê , û diyarkirina nerazîbûnê ji rêîjîma sitemkar bi daxuyanî û tenê di boneyan de têr nake . Welatparêzên Lubnanê bang kirin û berevaniya pakrewanên xwe kirin , û bi taybetî Refîq Herîrî , di riya pêşkêşkirina doza wî di warê navnetewî de , û biser ketin di avakirina komîteyka lêpirsînê ya navnetewî ku karûbarên xwe berdewam dike û gihştiye hindek rastî û xalan ku serê rêjîma sitemakar û destûkarên wî destnîşan dikin, evên ku dê cezayê xwe werbigirin .Bê guman , ku doza Herîrî ya giring e ku xewa sitemkarên welatê me li wan diherimîne , û di eynî demê de wê bibe sedema direkt bo destgitritn û dadgehkirina wan . Gelo çima em pêkve eynî tiştî nakin angu doza çêkirina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî ? Pêşniyar ji pêncemîn Konferanasa Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî derketibû ya ku hatibû girêdan li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê di ( 18-25 / 4 / 2006) an de , ku banga alîkariyê bi mirov û xizmên şêxê şehîdan  bo avakirina wê komîteya xwestî û bo kifşkirina kuşteyarên yekî herî gewre ji rewşenbîrên kurd li Sûriyê , û pêşkêşkirina tawnbaran bo dadgeheke navnetewî piştî tewawbûna lêpirsînan .Li vir , ez bangeke nû dişînim bo dostên Şêx yên ku di jiyana wî û piştî şehîdbûna wî jî pê re rawestiyan , û tukes nikare vê tiştî inkar bike – hem ew xebatger û rewşenbîrên naskirî ne - , û bo hemî kesên dilxwaz bo welat û millet û pêşeroja nifşên nû , û bo hemî dilxwazên guherrtin û dîmokrasiyê ji kurd û Ereaban ji bo avakirina komîteyeke niştimanî di nevbeyna hundir û derve de , ku erka wê ya herî giring ew be ku dabînkirina mîkanîzima pêwîst ya mewdanî û manewî ji bo şopandina karên wê di warê dokumentkirina belge û behaneyan de tev li daneheva wan bo pêşkêşkirina wan ji heyetên cîhanî yên têkildar , û da ku bibine bingehek a bihêz berve avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî bo şopandina doza şêxê şehîdan , Şêx Maşûq Xiznewî .


     Em bi hêvî ne ku ev bang a me  ya avakirî li ser pêşniyar û xwestekên berî wê ku ji hindek dezgeh û rewşenbîrên me derçûbûn û ya herî dawîn di vî warî de ew pêşniyara ku Konferansa Pêncan ya Kombenda Kawa Bo Çanda Kurdî ew derxistibû , dê bête bersivdan .


     Ey şêx Maşûq ê Xiznewî !
     Ey şêxê şehîdan , bibûre ku ez li bîranîna te , serê xwe ji te re bitewînim !

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark