Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

sekretźrź (psk) mesūd tek li nūsīngeha (pdpks) li silźmaniyź semīnerek li darxist

 


 Roja înê (26.10.2007) , li nûsîngeha silêmaniyê ya partiya demoqrata pêžverû kud li siûriya (PDPKS) , mamoste Msûd Tek sekretêrê Partiya Sosyalista Kurdstan (PSK) semînerek li darxist li ser xebata tevgera kurd li kurdistana turkiye bi tevayî , û bi taybet li ser xebata (PSK) li seranserê 33 salan ku ji bo pêkanîna sîstemek sosyalistî û demoqrat, û çespandina mafên netewî yê gelê kurd li kurdistana turkiyê xebat berdewam kiriye.


 semîner birêve çû bi beždariya komelek ji xwendevanên (PDPKS) û li gel jimarek ji rewženbîr û hevalên partiyên din .. ev semîner xelekek bû ji zincira semînerên rewženbîrî ku nûsîngeha silêmaniyê ya (PDPKS) mehane li dardixe , û îro jî ji bo kûrkirina pêwendiyan dinav bera herdû partiyên bira de , vaye mamoste Mesûd Tek hatiye xwestin ku serperežtiya vê semînerê bike û ewî jî bi dil germî ev daxwaz bi cî anî ..
Di destpêkê de mamoste Mesûd Tek ronahiyek berda ser kurte dîroka (PSK) û xebata wê ya dijwar ji bo pêkanîna mafên gelê kurd li kurdistana turkiyê , û dinavrûkê de li ser du xalên giring sekinê : (PSK) çiye ? , û armanc û daxwazên wê çine ? ..
Û wiha di naverûka semînerê de got : pêwiste ku bernama siyasî li gor žert û mercên rewža siyasî ya demê be , û her wiha jî bername çendî rast be lê bi tenê ne bese , dive kadirekî jîr û zane û piraktîk hebe wî bernameyî bi kar bîne , û got : armanca me ewe pêkanîna sîstemeke sosyalistî ku zor û zulim û kedxwarî li ser miletê kurd nemîne , û nayê vežartin ku di qûnaxa bûrî de mixabin em bi ser neketin di vî warî de , lê xebata me her berdewame û em bawerin ku sosyalizim ewe riya felatê, lê emê pêžî xebat bikin ji bo azadkirina welatê xwe , pažê emê bernamê xwe pêžkêžî millet bikin ku bi xwe hilbijêre û dengê xwe bide bernamê ku di xwaze , em netewîne û sosiyalistin jî ..
Her wiha mamoste Tek got : li pêžiya kurdan çar rê hene ku doza mafê xwe bikin (dewlet , fîdralîzim , otonomî , mafên siyasî û civakî û rewženbîrî) , û got ku ev rê girêdayîne bi rewžê ve , û got ku her kurdek di dilê xwe de Kurdistanê di xwaze , lê dilxwestin tižteke û karîbûn tižtekî dine (viyan heye û žiyan jî heye) weke ku berê hatiye gotin , û em li turkiya fîdralizimê rast dibînin ji bo wekhevî pêk were di navbera kurdan û turkan de , û got : sîstemên fîdralî cîwazin li gora zirûfaye , mina (Elmaniya , Yekîtiya soviyêta berê , kurdistana îraqê ..) , û ji bo pêkanîna fîdralismê dive tevgera kurd li turkiya bibe yek , û tevkariyê bike bi partî û hêzên kurdistanî re li ser bingeha rêzgirtina xusûsiyetên hev , û got ku Kurdistan dibe bibe yek lê pêžî dive her parçek bi xwe azd bibe , û di dema bûrî de me xebat li dijî impiryalizim , kevneperest û turkan dikir , lê îro tenê dijî turkan xebatê dikin , lewma dive em bizanin dujminê me kiye û wî baž binasin , dewleta turkî dewletek eydiyolocîke û li ser çar sitûna avabûye (yek dewlet , yek millet , yek al , yek ziman) , lewma berêz mesûd pêwîst dibîne ku ev rêcîma žovînî bi ruxe da ku karibin mafên xwe yên netewî bidest bixin , û got : raste îro dahol di situyê hukimê sifîl de ye lê darê wê di dest ležkerê turk deye li gor kêfa xwe li daholê dixe , û qet dewletek bi vî rengî najî û berdewam nake di pêžerojê de , û doza xebata siyasî kir ji bo ruxandina vê rêcîma žofînî , ji ber ku žerê çekdarî nema tižtekî bi ser dixe divan guhertin û rewžên nû de ku îro li dinyayê pêkhatine û nimûna li ber çava kurdistana îraqe , û got : pêwiste ev rêcîma dîktatorî were tazîkirin li ber raya gižtî bi tevayî , û li cem yekîtiya ewrûpî bi taybet ku di xwaze bibe endama wê..
Kak Mesûd tek sekretêrê (PSK) semîner bi dawî anî bi axaftina li ser gef û êrîžên hukûmeta turkî li dijî herêma kurdistana îraq bi behana bidûketina çekdarên PKK , û got : behanê wan derewin , ya rast ewe ku dixwaze xala 140 ji destûra îraqa fedral bide sekinandin , û fedraliya Kurdistana îraq bide xerakirin , û herweha desthilat bikeve destê ležker de li turkiyê , ji ber ku hukûmeta erdogan musilmane , ne etaturkiye..
Êdî derî hat vekirin li ber beždaran ku nerîn û pirsên xwe bikin , ewanjî bi beždariya xwe ev semîner zengîn kirin..
Sulêmaniyê 28.10.2007

Jêder : (Ragihandina partiya demoqrata pêžverû kud li siûriya) 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark