Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Bûyerên roja yekê ji heleqeya lêkolînî “ parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsgirêka asayiþa neteweyî”

 


Îro, saet 15,30ê paþ nîvro li sentera rewþenbîrî û komelayetî ya zankoya Selaheddînê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana federe heleqeya lêkolînî ku ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ve tê lidarxistin bi sernavê “parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsgirêka asayiþa neteweyî hate destpêkirin. Her sê mamostayan Prof.Seedî Berzencî-Kerxî Necmeddîn Altî Bermax- Dr.Mihemmed Bazyanî bi rêzê sêmînarên xwe pêþkêþ kirin.


Di destpêkê de, Prof.Seedî Berzencî behsa yasayên nêvdewletî kir yên ku êrîþbirina ser Herêma Kurdistanê qedexe dikin, di nav de yasa û zagonên encûmena giþtî ya ser bi NY-ê ve û Konseya Ewlekariya navnetewî. Berzencî da xuya kirin ku xaka herêmê girêdayî dewleta Îraqê ye. Her weha, amaje bi hindek xal û bendên makezagona Îraqê a federe kir ku di wan de parastina ax û serweriya Îraqê û di nav de Herêma Kurdistanê wekî erkekî serekî yê Hikûmeta Îraqê hatiye hesibandin. Berzencî got ku:“ Hikûmeta Îraqê pabend e ku sînorê herêma Kurdistanê biparêze ji ber ku herêm li gor benda 110-an ji destûra Îraqê a federe beþek ji dewleta Îraqê ye”.



Ji aliyê xwe de, birêz Kerxî Altî Bermax amaje bi rûniþtina parlementoya Tirkî kir ya taybet bi operasyona derveyî sînor. Bermax nîþan bi wê yekê kir ku parlemento jêderê biriyardanê û derxistina yasayan e, ne ciyê erêkirina êrîþ û operasyonên leþkerî ye! Her weha, wî behsa guherînên nû ji aliyê AKP-ê kir û hewildana bidawî anîna pirsgirêka PKK-ê li Tirkiyê wekî bingeha projeya wê a guherîn û pêþveçûnê. Di berdewamiya axaftina xwe de, birêz Kerxî anî zimên ku nakokî di navbera hikûmeta AKP-ê û artêþa Tirk de heye û ji bo ku AKP artêþê qayil bike dosiyaya PKK-ê xistiye pileya yekemîn a karûbarên xwe de, lê belê êrîþa çavrêkirî dê ne hewqas tund û bihêz be weke ku AKP-ê dide bawerkirinê, ji ber ku ew dê di encam de alîgirên xwe li hundirê Tirkiyayê winda bike.
.
Dr.Mihemmed Bazyanî li ser stratejiya Amerîkayê di navçê û Îraqê de û ciyê pirsgirêka Kurd di vê stratejiyê de, rawestiya. Wî got ku piraniya navendên lêkolînên stratejîk li DYA di wê baweriyê de ne ku dê di demek nêzîk de dewletek kurdî ava bibe. Dr.Mihemmed da xuyakirin ku hikûmeta Tirkiyayê baþ bi vê rastiyê dizane, û heta jê tê hewil dide ev yeka pêk neyê anjî bi kêmanî eger pêkhat jî ji hemî faktorên dewletbûyînê bêpar be. Sedemê vê yekê jî li gor wî ew e ku desthilatdariya Tirkiyayê avabûna dewleteke kurdî li baþûrê kurdistanê wekî tehdît û biveyek mezin dibîne, nemaze ku beþê here mezin ji Kurdistanê li Tirkiyê dikeve. Ji aliyekî din ve, Bazyanî bang li serokatiya Herêma Kurdistanê kir ji bo vekirina navendên lêkolînên stratejîk wekî ku li Amerîkayê û dewletên mezin heye, da ku ev navend rolekê di sazkirina biriyarên stratejîk de bilîzin. Di dawî de, birêz Bazyanî bi mixabinî got ku kêmasiyek berbiçav ji aliyê serokatiya herêm ve di vî warî de heye.
 
Ciyê amaje pê danê ye ku hijmarek mezin ji rewþenbîr û siyasetmedar û rojnameger û xwendevanan amade bûn û piþtî bihnvedaneke kurt axaftivanan bersiva pirsên amadebûyan dan.
 
Bernameyê roja duyemîn:
ا
Duþemb 29/10/2007-Arêz Ebdella-Edhem Barzanî-Nûrî Ptros-Ebdulselam Berwarî.

    Komîteya Ragihandinê
Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî            

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark