Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Ji weþanên Dezgeha Sema Du Pirtûkên nû

 


 Amadekirin : Hozan Emîn :

 -1- Romana (Xilaf Al-Meqsûd) ya nivîskar  Ehmed Omer û -2- Mele Ehmedê Palo ya Nivîskar : Dr. Ala-edîn Cengo  .
1- Pirtûka yekem Romana  (Xilaf Al-Meqsûd)  : Ev Pirtûk di  nava rêze zincîra weþanên Dezgeha SEMA ya çandî û hunerî û di nava pîlana çapên Sala 2007an de çapbûye . Romana (Xilaf Al-Meqsûd) ya nivîskarê kurd Ehmed Omer bi zimanê Erebî ye  û di nava demeke nêzîk de wê li Suriyê û Imarata Erebî û Herêma Kurdistanê bê belav kirin.
 Hêjayî gotinê ye ku ev Roman   li Beyrûdê li  weþanxana  Hîro ya çap weþanê hatiye çapkirin.


2- Pirtûka diwem : Pirtûka Jiyana helbestvanê Kurd  Mele Ehmedê Palo ye  . ev pirtûk ji weþanên  Dezgeha Sema Ya çandî û Hunerî ye ew jî  li çapxana Hîro ya çap weþanê hatiye çapkirin û  ji berhemên  Nivîskar  Dr. Ala-edîn Cengo ye . ji demekê dirêj de nivîskar dest bi karê vê pirtûkê kirbû û ji devê  dost û biraderê nemir Melle ehmed de dicoment berhevdikirin .ta gihiþt asta çapkirin û belavkirinê , giringiya vê pirtûkê ew ku jiyan û xebata helbestvanê nemir Mele Ehmed palo ronî dike ew jiyana tev êþ û keder û xebata bê hempa ji bo gel û welatê xwe dikir . ev pirtûk wefadariyeke ji bo vî helbestvanê   hêjayî  û bi nirxe .

Ev berhem  bi kar û xebateke mezin  hatiye hazir kirin ji aliyê niviîskar de  û wê di demek nêzîk de têkeve ber destê xwendevanan.

Helbestvan û edbiyatzanê Kurd Mele ehmedê Palo xwedanê Helbesta"Civîna Nemiran".. ya   ji deh hezar malikan Pêk tê   . ev diyar dike ku  Nemir Palo xwedan hizir û þehrezayek mezin bû di ware helbest û wêjeya Kurdî de .
Ev pirtûk ji du beþan pêk tê . beþê yekem ya Nivîskar bi xwe ye ew jî bi Zimanê Erebî ye . û beþê diwem jî bi Kurmancî ye  û ji wergêra Helbestvan Ezîz Xemcivîn e .

û di nava rûpelên Pirtûkê jî gelek babet û beþ hene ji zayina Mele ehmedê palo ta wefata wî .

Hêjayî gotinê ye ku Nemir Palo gelek berhem li þûn xwe hiþtin . gelek Dîwan û Herwiha pertûkek di rêzimana Kurdî de nivîsî bû  û ferhengek gelek dewlemend bi navê  (ferhenga Kurdî- Tirkî) Amadekirbû.

    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark