Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

EbdulEzîzê Seyid Ehmed pêncî hezarên Sûrî pêþkêþkî miletê Filistînî kir...!!

 


 Girkê Legê / welateme.net


Roja sêþembê rêkeftî 9-5-2006 ê, li ser xwestin û daxwaza parêzgerê Hisîça Mihemed Nemor ALNemor û Emînê fireê partiya Beas li bajarê Hisîça, serokeþîr û axayên kurd û Ereban û herweha rîsipî û kesatiyên oldar ji ola misilman û xiristiyan û xwediyên dikan û banzînxanan, têr û zengînên devera Dêrikê bi amadebûna parêzger û emînê fireê Baes, li bajarokê Rimêlan (Girkê Legê ) kombonek ji bo alîkarî û piþtgiriya miletê Filistînê hate pêkanîn.


Parêzgerê Hisîça û þandê pêre ji kesên amade xwestin ku her yekî gorî þiyanên xwe alîkarî, yarmetî û piþtgiriya miletê Filistînê û Hikometa El Hemas ya ku nû hatî avakirin bikê.
EbdulEzîzê Seyîd Ehmed yê Xirab Reþkê ji Dêrikê ( 50.000 L.S)pêncî hezarên Sûrî wek alîkarî pêþkêþ kir û keþê Dêrikê jî Keþe Þimun (40.000 L.S )çil hezar, muxtarê Dêrikê Sadonê Silêmanê Sadiq (25.000 L.S)bîst û pênc hezar,mala Meko (25.000 L.S)bîst û pênc hezar….. û herweha kesin dî yên berhev bûyîn û rûniþtîn jî ji (1.000 L.S) ta ( 5.000 L.S ) hezaran dan .
Hêjayî gotinê ye ku ev yarmetî û alîkarî berdewamiye ji wê hilmet û biryara ku ji aliyê desthilatdariyê Sûriyê ve di heyva borî de hate standin, ku (1% ) yekî ji sedê ji moçeya  karmend û karkerên Sûriyê werê qutkirin û ji miletê Filistînê re wek alîkarî werê rêkirin, ev bizav û beryar berdewame,her di wê rojê de ji xwendevan, qutabî û þagirtên dibistanê jî li devera Dêrikê ev yarmetî û alîkarî hate xwestin, serê zarokê ji (10-25 L.S) wereqê Sûrî hate bêþkirin û standin .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark