Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Hin Têge û Zaraweyên Rêziman Li nik Cegerxwîn

 


Berzo Mehmûd

Wek em dizanin ku Cegerxwîn yek ji wan nivîserên nifşê govara Hawarê bû, ya zimanzanê hêja Celadet Bedirxan, yê ku şoreşek di cîhana rewşenbîriya kurdî di zarê kurmancî de di wê serdemê de pêxist. Helbestvanê meyê hêja, Cegerxwîn  di wê serdemê de serê xwe hilda. Em vê yekê dibêjin da ku hin fakterên pêkhênerane bêne xuya kirin.


Bi rastî tevgera nivîsînê di warê rêzimanê kurdî de ji nik Celadet despê kir. Bi dû de, rêzimana Reşîdê Kurd di sala 1957-an de belav bû. Di sala 1961-ê de Cegerxwîn pirtûkek di rêzimana Kurdî de, bi tîpên Latînî, bi zarî Kurmancî li Bexdê belav kiriye.  Navûnmîşana pirtûkê ((awa û destûra Zimanê Kurdî))ye. Di vê xelekê de ezê zaraweyên Cegerxwîn ji xwendevanan re hem bidim xuyakirin, û hem jî di riya wan de bîr ûebaweriyên zimanwanî yên wî dest nîşan bikim û raya xwe têde bidim.
Piştî ku min pirtûka wî xwend hin têbînî min danîn, ew jî evin:

Yekem:
 Di baweriya min de rêbaza ravekirina rêziman di her zimanekî de dibe hokareke serekî di destnîşankirina zaraweyên wî yên rêzimanî de. Li ser vê bingehê em hişkere dibînin ku piraniya girûpa zarweyên Cegerxwîn li pêka bîrûbaweriya rêzimana wî hatine hûnandin, ya ku di gelek movikan de li ser rêbaza rêzimana Erebî çûye. Cegerxwîn di şirovekirina xwe de wa diçê û dibêje ((di peyvê de du perçê binyadî hene ko bê wan peyv tekûz nabe
1.  despêkiraw   المبتدأ  
2.   salox   الخبر

Helbet ev gote di bingeha xwe de rast û drust e, lê awayê ku zarawe pê hatine drustkirin wek Erebî hatiye, lewre em dibînin ku dest avêtiye karê (despêkirin) û li gor dariştina zarê Soranî zaraweya (despêkiraw) daniye, ji ber ku em tev dizanin ku forma (kiraw) rêjeyeke Soranî ye. Inca gelo wî zaraweya xwe her ji Soranî aniye, yan jî gelo wilo pê xweş hatiye û daniye. Ya dîtir jî dema ku ristê dike du parçe, wek:
((Şêrgo bi mêranî deng daye.))

Di şirovekirina wî de di rûpelê (6)an de weha hatiye, ku beşê yekê (Şêrgo) despêkiraw e, û beşê duwa (bi mêranî deng daye) salox e. Ev jî ne xem e, lê bi dû de tê ser destewajeya (bi mêranî) û wek çilo zimanzanên Ereba şirove dikin, ew jî wilo dikê dema dibêjê (bi mêranî) rakêş û rakêşraw in, wek em bêjin (car û mecrûr in – جار و مجرور ). Dîsa danîna (rakêş û rakêşraw) herçende bi şêweya Soranî hatiye, lê ya ku cihê rexnê ye di bin kartêkirina rêzimanê Erebî de zimanê Kurdî tê şirove kirin. Eva han di piraniya movikên pirtûkê de diyar dibe.

Duwem:
Ji alîkê din ve jî, Cegerxwîn, heçku pirtûka rêzimana Soranî di rexekî de, û pirtûka rêzimana Erebî di rexekî de daniye ber xwe û li pey wan rêzimana kurmancî daniye. Ez vê yekê dibêjim neku mirov ji awa û destûra rêzimanên dîtir sûd negire, lê ya pêwîst taybetiya zimanê kurdî biserkeve. Ez vê yekê dibêjim ji ber ku eva han di du aliyan de diyar e:
1.   ji hin zaraweyên wî ku soranî wergirtine, wek despêkiraw, kiraw(object), …htd.
2.   Naveroka pirtûkê li pêka rêbaza şîkariya zarê Soranî yên wê serdemê hatiye, ku Cegerxwîn li Kurdisatana Iraqê dijî. Û li wê derê fêrî zarê Soranî bû.

Sêyem:
Hin ji zaraweyên Cegerxwîn lawaz û bêkêr in, wek:

(peyv) beramberî hevok û riste (sentenceجملة ) hatiye.
Wergêrana (peyvê) bi wataya (sentence جملة) gelek lawaz e, herçende di zarawesazî de tiştekî wa dibe, lê divê bi hûrbînî lê were meyzekirin. Berê Kurda gotiye mirovê kurmanc cihê peyvekê tenê di serê wî de heye, ê ku hat berî xelkê peyva xwe xiste serê wî de, ji xwe cih ji ti peyvên dîtir re nema, ji ber ku her peyvek tenê dikeviyê de. Lewre mirovê Kurd, çi xwenda û çi nexwenda jî ji ya xwe ber nadê, ji ya xwe nayê xwar, herçende şaş be. 

(kirok = kir+ok) hemberî (subject فاعل ).
Ev jî ligor peyvên (mêjok yan mîjok, gerok, tirsok) ku beşê kar di van peyvan de regê karê nihaye, lêbelê beşê kar di peyva (kirok) de karê rabirdû ye (buhêrkê). Inca dariştin bi xwe jî li nik Cegerxwîn ne hewqas sazkar e.    
(devxwarî) hemberî (tewang الإمالة), jiber ku devxwarî wek ew rave dike wataya tewangê bi wataya rêzimanî ya Celadet nade. Ya dîtir jî peyva (devxwarî) wek zaraweyekî rêzimanî ne cihgirtî ye
(pesin) hemberî (adjective الصفة
hin ji wan bi şêweyekî giştî, herçende libin çak hene, ku her ev jî yan berê hebûn, yan jî li gor wergêranê rast hatiye. Ya dîtir di dariştina xwe de, gelek zarawe, wek:
(teknav, bêşnav, sadenav, parçîmnav, komnav, demnav, cînav, alavnav, biçûknav, jimarnav, jêdernav, kiroknav, riknav, cêwînav …htd.)

Çarem
Têgeyên rêzimanî li nik Cegerxwîn di rêbazeke zanistî de û li gor taybetiyeke zimanewanî taybet bi rêzimana Kurdî nayên, ku ev jî dibe cihê kêmanî û rexnelêgirtinê. Lewre, wa tê dîtin ku Cegerxwîn qalibekî rêzimanî bi du têgeyan şîrove dike, wek vê rista jêrî[1]

1. Şêrîna xebatker baş e
2. Fehadê gernas mêr e   

 Cegerxwîn di qalibê (Şêrîna xebatker) û (Fehadê gernas) peyvên xebatker û gernas wek (xwepêgirê despêkiraw) dibîne. Belê di rûpelê 29an de heman qalib bi du têgeyên dîtir de: (pesin û pesindiraw الصفة والموصوف tê şîrovekirin. Her ne tenê wilo ye jî, di rûpelê bi dû de heman qalib dikeve bin du têgeyên rêzimanî yên dîtir de ku jêre (palivdar û palivdêr – المضاف والمضاف اليه dibêje. Inca wa diyar e ku rêzimannivîs di avakirina têgeyên rêzimanî de pala xwe dide rêzimana Erebî, bi ser ku ev piroseya han di hin aliyan de ne karekî ziyankar e, eger zimanvan awa û destûra zimanê Kurdî di rêbazeke taybetî de şîrove bike û bikarê tiyoriya rêziman bi şêweyeke giştî bixê bin xizmeta danîna rêzimanê Kurdî de, ne ku qalibek bi sê têgeyên taybet bi zimanekî dîtir, wek Erebî, werê nav zimanê şîrovekirinê[2].  Herweha ev wê yêkê dupat dikê ku nivîser zaraweyên xwe li ber roniya têgeyên rêzimanê Erebî ava dikê.

Pêncem
Cegerxwîn di pênaseyên[3] xwe de wa hûrbîn neçûye, lewre xwênerê normal tênagihê, û xwênerê zimanvan jî pişt pê girê nadê, eva han dibê kêmasiyek ji petûkê re, bo nimûne di pênaseya zaraweya (xwepêgir - المتعلق) de wa dide naskirin:

((xwepêgir ew perçeye ko di peyvê de yan xwepêgirê destpêkiraw e yan xwepêgirê salox e. ))[4]

Têbîniyên min evin:
1. Cegerxwîn di wergerandina xwe de ku (peyv) beramber sentence – الجملةdaniye, di baweriya min de, şaş çûye.
2. Ya dîtir jî (xwepêgir) ne tenê di ristê de tê, lêbelê di destewaje – phrase - العبارة de jî tê, wek:
Lawê Pîrê; Pira Bafit; dilê birîndar, gula sor    
3. Dema ku Cegerxwîn dibêjê: ((xwepêgir ew perçe ye) mebesta rast û yekser ji gotina (parçe/perçe) nayê xuyakirin. Başe ev çi parçe ye? Ya dîtir jî, têgeya (perçe) têgeyeke giştî ye, û bi vî awayî pênase nayê naskirin, ji ber ku (kert û kîte) jî perçeye, û yek dikarê peyvê bi hemî parçên xwe ve wek yek parçe bibîne. Weha xwêner di nav van têgeyan de wê wunda bibe.     

Şeşem
Sînorên morfolojî û dengsazî di têgeyên rêzimanê Cegerxwîn de ne diyar in, û hincar tevlîhev dibin, bo nimûne, dema ku tê ser şîrovekirina binyada peyvê, weha dibêjê[5]:
((Gotin jî yan ji kartekê pêktê wek: aw, ard, aş, ax, al…
Yan ji du karta pêktê wek: bajar, baran, barzan, bala.
Yan ji sê karta pêktê: birîva, silîva, (re – wan – duz)
Yan ji çar karta pêktê wek: rahejandin, raqetandin, rakişandin, hilfirandin, hilqetandin.
Yan ji pênc karta pêktê wek: bidarve kirin, bijorve birin.
Yan ji şeş karta pêktê wek: bihev guherandin.

Wa diyare ku kertkirina wî ligor sînorên dengsazî hatiye, ne yên morfolojî. Lê Cegerxwîn wek zimanvan vê kertkirinê destnîşan nakê, ango bi nav nakê, çi ji aliyê morfolojî ve, û çi ji aliyê dengsazî ve. Tenê dibêjê gotin ango peyv ji karta pêktê.
Bi dû de tê ser nasandina zaraweya (kart) û dibêje: ((ji her dengekî re kartek tê gotin. Ew jî:
  1. carna ji yek tîpê pêktê wek : a
  2. carna ji du tîpa pêktê wek: ba
  3. carna ji sê tîpa pêktê wek: bar
  4. carna ji çar tîpa pêktê wek: kuşt))
Wek hişkere ye ku Cegerxwîn dixwaze kertkirina peyvê bi awayê piroseya (kît)an wek Celadet nav lêkiriye, yan jî li gor şîrovekirina zimanvanî  zaraweya (syllable) jêre tê gotin.  Lê Cegerxwîn di zimanê şîrovekirinê (metalanguage) لغة الشرح   de ne tenê ser neketiye, lêbelê dikevê wan şaşiyên ku dibine nîşana hejariya tiyorî di warê zanista rêziman de, lewre sînor navbera têgeyên rêzimanî de di hin rûwên giring de ne zelal tê, û dibe egera tevlîheviyekê di hişê xwêner û rêziman de, bo nimûne, em dibînin zaraweya (kart) li nik Cegerxwîn
((ji her dengekî re kartek tê gotin))
((carna ji yek tîpê pêktê))

Inca kart carekê deng e û carekê tîp e. Eger eva han hin car li hev suwar tê, belê bi awakî giştî nayê peyrewkirin, lewre nabe destûrekê rêzimanî di vî warî bê dariştin. Ji ber ku ya herî giring ew e zimanzan sînorên astê şîkariyê ji hev  cuda bike, û astên dengsazî(deng) û girafêmsaziyê(tîp) li bin guhê hev nede.

Heftem
Cegerxwîn, wek me berî niha jî got, li pêka rêzimanê Erebî çûye û dibêjê: gotin sê parçeye: (nav û kirin û tîp) wekçawe Ereb jêre dibêjin: (الاسم والفعل والحرف  ). Wa diyare ku Cegerxwîn zarweyên Erebî bi awakî mîkanîkî werdigerênê ser Kurdî, lewre, eger nav û kirin beramber اسم و فعل   rast hatiye, lê (tîp)a  Kurdî beramber (الحرف)a Erebî di vê têvajoyê de nayê. Ji ber ku zaraweya (elherf) di vir de mebest jê ne ew (herf)a elfebê ye, ango (letter, tîp/pît), belê mebesta wê dawiya tiştekî yan kevîka tiştekî, wek em jêre bi Kurdî dibêjin (pîk)[6] .

Heştem
Di rêbaza polênkirin (polpolkirin)a peyvan de wek em bêjin ev peyv (kar)e, û ew peyv (nav)e yan (daçek)e …tad. Cegerxwîn, ne wek Celadet û Qenat û Reşîdê Kurd, çûye, tenê li ser rêbaza Rêzimanê Erebî çûye, ya ku peyvên zimanê Erebî di çarçêweya sê beran de têne levakirin, ew jî (nav, kirin, tîp) ango (الاسم، الفعل، الحرف) lewre jî pirtûka Cegerxwîn li ser van hersê beşan pêktê:
1.       Perçê yekê Nav (rûpel 13 _ 125)
2.       Perçê  duwa: kirin (rûpel 126 _ 188)
3.      Perçê sêya: Tîp (rûpel 189- 206)
 
Nihem
Di rêzimanê Erebî de zaraweya (el-hereke الحركة ) heye ku dengdêrekî kurt (short vowel) di dawiya peyvê de tê dema ku ew peyv dikevê barê ristesazî de, ango di riste û axaftinê de tê. Raste morfolojiya ziman di hin aliyan de û  bi şêweyekî wa dibê ku nêzîkî hev bibin, lê dive ku ew nêzîkayî I hev suwar were da ku em heman navlêkirinê bikarbênin, bo nimûne forma (gerund)a Ingilîzî di Erebî de nîne, lewre zaraweyekî Erebî u bikarê vî barî wesf bide nine, lewre di wergêranê de em naçar dibin heman bêjeya Ingilîzî bikar bênin. Cegerxwîn hatiye zaraweyeke Erebî bi bêjeyên Kurdî bikar aniye ku ew jî eve:
      Rewş û tevgerên dawiya kirinê   الحالة وحركات نهايات الفعل
  
Inca dibêje çawa hatiye xuyakirin heft rewş û şeş tevger dikevin dawiya (kirin)ê,, ……………………   di rûpelê 186an de li ser têgeya tevgerê taxêve. Bi rastî ez naxwazim têbîniya dûvdirêj bikim, ez dibê heme têbîniyên me dan wek nimûne bes in. Ji ber vê yekê jî zaraweyên ku Cegerxwîn danîne piraniya wan cihê xwe nagirin

Li ber roniya xwendina min ji pitûka Cegerxwîn ya bi navê ((awa û destûra rêzimanê Kurdî)) weha diyar dibe ku nakevê rêza rêzimanvanan de ji ber ku zimanvanî ne tenê zanîna mirov di zimanekî de xurt û zîrek be, lê belê ya rast drust ew e ku zanîna mirov di rêziman de gelek be. Cegerxwîn zimanzan e di awayê çilo peyva kurdî bihûne, lê ne zimanzan e çilo rêziman rave bikê.    

Paşgotin
Eger Cegerxwîn di pirtûka xweyî rêziman de bi ser neketiye, ev jêre nabê kêmasiyek ji ber ku vî mirovî di gelek cihên dîtir de biserketiye, û gelek helbest û gotinên pir hêja ji me re rêj kirine û nivîsandine, û rûpelên dîroka wêjeya kurdî bi gul û nêrgiz û kulîlkên wî hatine xemilandin, wek nimûne:
Meyger tu were em qedehek mey bifirînin
Ez bi xwe yek ji wan sedê kesên ku li ber dengê helbesta wî mezin bûme. Bi rastî nerxandina helbesta Kurdî li nik Cegerxwîn pêwîstî bi têvajoya serdemê heye, ango ew dema taybet bi hatina Cegerxwîn ve bend e. nemaze ev ku cuwamêr di demeke weha de hat ku piraniya miletê Kurd nexwendewar bû, û hestê millet pirtir di pêvajoya wêjeya gelêrî de serê xwe hildida.  

[1]  Cegerxwîn, Awa û Destûra Zimanê Kurdî, Bexda, 1961, rûpel 7 

[2] Ev core şîrovekirina han di warê berawurdkarî de navber zimanan de di hin aliyan de tê baskirin.

[3] Pênase  تعريف

[4] Cegerxwîn, Awa û Destûra Zimanê Kurdî, Bexda, 1961, rûpel

[5] Heman jêder, rûpel 10, 11

[6] (pîk) û (hherf) bi Erebî jêre dibêjin حافة الشيء ، طرف الشيء

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark