Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Seqayên nivîsînê li ba Cegerxwîn??

 


  Narîn Umer

Ez piçûk bûm dema Cegerxwîn hete mala me bi karekî xwestin û guhestinê ve Girêda yî bû.
Di wî demî de,ez gelek matmayî mam,dema min di dît, ew pêþwaziya mezin ya Ku bi wî di hat kirin, ji aliyê kesên amadar ve,lewra ew wêne di hizir û Nîgaþa Min de hat çandin.
Dîsa ez piçûk bûm dema ez bi xwîþka xwe û malxwê wê re çûm mala Cegerxwîn.
Bi rastî ez ketim derya matbûn û mendehoþiyê de gava em derbasî oda wî bûn û min Dêhna xwe da þopên nivîsînê li ser dîwarê odê.



Min hew xwe girt,û  bi zarê þermê ji xwîþka xwe pirsî:
Çima þopên nivîsînê li ser dîwarê odê hene?!
Piþtî ew beþiþî,gote min:
Çima ti vê pirsê ji seyda bi xwe nakî?çimkî ew bi tenê dikare bersiva pirsa te bide.
Di vê gavê de,seyda li me agahdar bû,û piþtî matbûna xwe da xuyan ji vê pirsa ku
Ji zarûkek piçûk hatî kirin, got:
Ji min re bûye gerdiþ û ayîn ku ez tênûs û pênûsa xwe danim li bin serê xwe ji berî Ez razim,belkî ji niþkave bîrokek yan jî ramanek min ji xwe rake,lewra ez zû dinivîsim da ez jibîr nekim dema ez ji xwe rabim,û gava ez tênûsê yan kaxezê nebînim ez li ser dîwar di nivîsim.
Bi rastî pirsa min derfet da gelek amadara ku ew jî pirsên xwe yên matmayî ji wî Bi pirsin. Ji wan pirsan,dema yekî jê pirsî û got:
Dema tu li ser mijaran di axivî,çi wejeyî be,çi civakî ,û çidîrokî be,tu mafê wê babetî bi tevayî didiyê.angu dema tu li ser koçeran di peyîvî,em te dibînin koçerek Resen ji bav û kala ve. Dema tu li ser cotyara di axivî em te dibînin cotyarek bê beramber,wek ku te jiyana xwe di ber cot û karê xak û zemînê de borandiye. wisa Dema ku karker yan kesên dî ji civakê bêyerên mijarên te bin??!!
Cegerxwîn bersiv da û got:
Ji berî ez bi dest nivîsîna mijara xwe bikim, çê çandî be,çê civakî ,û çê dîrokî be,ez baþ li ser di sekinim,ji hemî aliyan ve,ta ramanên têgeheþtî liser mijara min bi dest min dikevin,piþtî wê, ez bi dest nivîsandina xwe dikim,nimûne:
dema ez dixwazim li ser koçeran bi nivîsinim,ez çend caran seran li wan didim û diçim li malê wan,yan jî demê zozana ez diçim li bin konê wan,û pirs û pirsiyarên bi mijara min ve girêdayî ez ji wan dikim. Li ser zozana û bêriyê astengî û aloziyên ku ew di jiyana xwe di kiþînin û carina ez li ba wan dirazam bi þevan ta ez bi rengeke rast û dirust bi hemî aliyên mijara xwe ve di hatin girêdan.
Dîsa dema ez li ser cot û cotyar di axivîm, min berê xwe dida çend gunda,û min Bi cotyar û xwedî xak û zemîna re dida û distand,pirsa dezgeh û destikên cot û Çandiniyê min dikir.û þêwe û awayên wan,û baþtirîn ev rê û þêwe di dema kar Û çandiniyê de.
Her weha min herdem dan û sitandin bi hemî kes û  bûyerên mijarên xwe re dikir û
Bi hemî herþe û çêtiyên corecor re.
Cegerxwîn bersiva xwe bi domahî kir û got:
Eger em bixwazin nivîsîna me bi awayek rast û durust bigihê xwendevana,pêwîste Em li jêder û makdarên bi karê me yê candî û dîrokî ve girêdayî vegerin.
Dema kesekî amadar li ser rewþa jinê jê pirsî,û amadabûna wê di nivîsandina wî de,û
Bi taybet di helbestên wîde?? Got:
Jin nîvê civakê ye,û çi civaka hebe,pêþve naçe,eger danûsitandinê bi Jinê re nekê Wek ku afirîdek hêjaye ku Jiyanek serbest û serbixwe bi noþe.
Çimku ew dayîka mine û Jin û yara min ne , lewra ew di hemî nivîsînê min de amadare.û wî ji bîr nekir ku ew gelekî pasinê gevaniya xwe bide.

Di vê Bîranîn /23/salî de,li derbasbûna Cegerxwîn di ra û damarên can û giyanê me de , û sitandina wî Nîþana Nemiriyê û herdemiyê têde, min xwest ez bi van hevokên sana û sivik,Bîranîna wî pîroz bikim.
Supas ji malzaroka nivîsandinê re,û bi taybet ya helbestê re ku wê ev xelataPîroz û dilsoz diyarî me kirîye.
Li Miletê kurd û li Miletê helbstê  Cegrxwîn pîroz bê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark