Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi stratejiyekî Kurdistaniya giştî ve

 


  Xalid Ehmed Elî

Her dû cengên rizgarkirina Kuwêyt (1991) û Êraqê (2003) têne hejmartin weke dû bûyerên navendî ku bi rengekî xuya beşdarî di guherandina semyanên navçeya rojhilata navîn a ku rêjîmên totalîter û dêspotîk yên ku bi riya kudetayên (lêdanên) leşkerî û xwediyên îdeolojiyên îzolekirinê û regezperest, têde serdestin.
Diyare ku sîstemên berhemdana kolonyalî li berjewendiyên aktîvane yên dewletên mezin di navçê de xwedî derdikevin û piştgiriya wan dewletan weke sêwanekî navneteweyî û legal, ji berdewamiya hebûna xwe re dibînin. Li vê navçeyê prensîba parastina hevsengiya hêzên cîhanî girînge.


Di bin sêwana piştgiriya navneteweyî de, van rêjîman siyasetên dêspotîk û tepeserî li dijî hemwelatiyên xwe meşandine, di nav de kuştin û destgîrkirin û ji holê rakirina azadiyên giştî û azadiya rojnamevaniyê tevlî sepandina yasayên awarte li dirêjahiya bi dehan salan û bi cîhanîna komkujî û jenosayd li dijî opozisyonê û para herî mezin dîsa ya kurdan bû (Enfal, Helebçe, Dêrsim, Qamişlo, Mihabad û hwd).

Piştî van rêjîman desthilat zeft kir hemû şêweyên hevbeşiyê qedexe kirin û desthilat bi hemû şêweyan hiştin di destê malbatên xwe de û dewlet kirin wekî milkekî kesayetî û xistine di bin xizmeta kesayetiya xwe de, ya ku bû sedema dûrketin û xerîbiya welatiyan ji civakê. Komara tirs û zordariyê hate damezrandin. ji dêvla komarek demokrasî û nîştimanî û bihêzkirina avayên aborî û komelayetî û çandî û yasayî. Ev bû sedema kûrbûna kîndariya xelkên vê navçeyê beramber rêjîmên xwe û hêzên navdewletî yên ku piştgirtiya wan dikin.
  
Ev siyaseta hanê bû sedemeke serekî ku êrîşên 11 ê îlonê pêk werin, li gor ku wezîra derveya Emerîkayê C. Rice mikur hat, tiştê ku hişt Emerîka siyaseta xwe ya derve ji nû ve deyne û helwestên xwe ji rêjîmên despotîk li rojhilata navîn biguhere ew êrîş bi xwe bûn.

Vî tiştî hîşt ku guherîneke bingehînî di siyaseta derveyî ya Emerîkayê de derbarê hevalbendên wê yên kevin de pêkwere. Lê peywendiyên bi van rêjîman re nebin sêwanek ji destdirêjî li ser azadiyên giştî û mafên mirov û gelan û damezrandina peywendiyan bi gelên rojhilata navîn re û parastina erkên lîbêralîzmê ji dêspotîzma dîktatoriyên serdest re.

Van tiştan hemiyan hişt ku peywendiyên navneteweyî yên ku ji dema cenga cîhanî ya dûyem ve hatibûne çespandin, werne guhertin hinde ku DYE (Dewletên Yekgirtiyên Emerîka)  hindek projeyên nû ji navçê re danîn bi mebesta derbaskirina şaşîtiyên siyaseta xwe ya derve ewên ku bûne sedema êrîşên 11 îlonê û ji ber berfirehbûna bingeha Îslama Siyasî û zêdebûna dijayetiya DYE di navçeyê de, û her wiha çespandina ewlekariyê di rojhilata navîn de û ziwakirina çavkaniyên têrorê û belavkirina azadiyan û çespandina prensîpên demokrasiyê û mafên neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de û desttêwerdana di karûbarên navxweyî yên dewletan de bi armanca parastina gelan ji komkujiyan û jenosaydê, ku ev prensîp bibe serekî ji desttêwerdana mirovî re.

DYE hindek projeyên nû ji bo parastina berjewendiyên xwe anîne holê, DYE xwest ku li şêweyek nû bigere ji bo parastina berjewendiyên xwe di navçê û cîhanê de bi amadekirina projeyên nû wekî Projeya Rojhilata Navîn ya mezin (Taze) ya ku bi cenga rizgarkirina Êraqê re hatibû danîn bi mebesta sazkirina rêjîmên navçeyê li gor sîstemên navdewletî yên mafên mirov, gelan, parastina azadiyên giştî, sekinandina gendeliyan, azadkirina afretan û beşdariya wan di jiyana siyasî de, geşkirina partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rêzgirtina raman û rojnamevaniyê û serbixweyiya dadmendiyê.

Rêjîmên despotîk yên rojhilata naverast û bi taybetî Sûriyê û Êran û Tirkiyê û rêxistinên bi wan ve girêdayî li Filistîn û Lubnan û Êraqê de eniyekin li pêşberê Projeya Rojhilata Navîn ya mezin ku dixwazin Êraqê bikin meydana cengekî ji nakokiyên xwe re û proseya guhertinên demokrasî di navçeyê de, rawestînin.

Ev rewş rojane tê diyar kirin, li ser televîzyonan ji kuştin û wêrankirinê û destdirêjiyên berçav ji dewletên dewrûberên Êraqê û geşkirina şerê navxweyî. Her wiha, rêxistinên bi van welatan ve girêdayî şerek derxistine ji dêvla wan welatan û kar dikin ku Êraqê berev şerekî navxweyî giştî ve biajon û dorpêçkirina Projeya Rojhilata Navîn ya mezin û rûxandina prosêsa siyasî di Êraqê de ji xwe re kirine armanc!.

Tê diyarkirin ku gelê Kurd yê serperiştiya guhertinê di rojhilata navîn de bi alîkariya hêzên azad û demokirat (neteweyên bindest û rêxistinên sivîl) dike.

Kurdistan wekû welatekî parçekirî û xwedî têkoşîneke dûr û dirêj ji bo azadî û serxwebûnê hişt helwesta van dewletan gelek zelal bê anku dijminatiya wan ya tund, dijî guhertinên demokratik û azadiya gelan.

Dîsa hate xuya kirin, helwestên wan beramber federaliyê û bicîhkirina xala 140 ê, ku ji destûra Êraqê, ya bi hilbijartin û razîbûna tevahiya gelên Êraqê hatiye danîn. ji bo çareserkirina kêşe û giriftan û bi taybet xaka Kurdistanê yên ji derveyî desthilata herêma Kurdistanê mayî û bi taybet bajarê Kerkûk ya ku dewlemendê neftê.

Tevî hemû hewldanên wan, rêjîmên dagîrkerên Kurdistanê  ku bi serneketin, federalîzmê li başûrê Kurdistanê beravêtî bikin. Lê belê dîsa bi çavên tirs û gumanê li ezmûna kurdên başûr dinêrin û kar dikin, ji bo bi dawî anîna giyanê Kurdî û peydakirina asteng û problêman di pêşiya serkeftin û seqamgîriya wê de!

Tirkiyê gefa dixwe ku tevlî leşker û artêşa xwe derbasî nav xaka herêma Kurdistanê bibe eger hat û Kerkûk tevlî herêmê bibe - ev weke derbaskirina ewlekariya netewî a Tirkî tê hijmartinê li gor Tirkiyê - bi hinceta parastina Tirkmanan (dema desthilata Sedamî de, ev rûmeta toranî li ku bû gelo? Yan jî pirs ne ev e?)

Sûriyê vê yekê weke veqetana Êraqê ji rêza Erebî û gaveke dawî di proseya dabeşkirina Êraqê berbi kantonên siyasî ve dibîne, her weha ew federalîzma Kurdistanê weke Îsraila duyemîn li qelem dide û ji bîr dike yan jî xwe dide jibîrkirinê ku Kurd ne Ereb in dev jê berde ku ala Îsrailê û stêrka Dawûd li asîmanê mezintirîn dewletên Ereb li ber ba dibe…!

Êran ji aliyê xwe de, stratîjiyeke taybet dide meşandinê. Ew Êraqê gorepana herî mûnasîb dibîne ku Emerîkayê mecbûr bike ku venasînê bi rola navendî ya Komara Îslamî a Êranê di rojhilata navîn de bide. Her weha, da ku projeya xwe ya vejena atomî birêve bibe û daxwaz dike ku benda 140ê were bipaşxistin bi hinceta ku bicîhanîna wê dê bibe sedemê pêkhatina şerê navxwe li Êraqê!.

Nêrînên van dewletan derbarê bicîhanîna benda 140ê û sedemên vê nêrîna dijber ji yasaya ku tevahiya hêzên siyasî yên Êraqê li serê li hevkirine û piraniya dengê xelkê Êraqê bidest xist di hilbijartinên giştî de li dijî êrîşên terorîstan û kuştina rojane û komkujiyên terorîst û çeteyên rêjîma ji nav çûyî û bermayên wê bi mebesta beravêtina proseya siyasî.

Ev nêrîn û helwestane ne girêdayî rewşa Êraqê ya navxweyî ne bi qasî ku girêdayî rewşa herêmê û pêşbîniya rojhilata navîn û rola gelê kurd, tevlî bandora avabûna Êraqeke pirreng û dêmokratîk ser dewletên herêmê û şiyarkirina bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê di parçeyên dinê de û serkeftina hêzên azadî û dêmokrasiyê ser rêjîmên totalîter di Rojhilata Navîn de.

Ev hersê dewlet (Tirkiyê-Sûriyê û Êran) û dewletên Ereb yên din ji dû binemayên bingehînî destpê dikin:
 
1- Rûxandina serkeftina dîrokî a milletê Kurd li Êraqê bi mebesta pêşî li pêşkeftina tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê girtin li parçeyên dinê. Tevlî serneketina îdeolojiyayên serdest bi zihniyeta xwe ya şovînî û faşîst di dîtina çareseriyeke demokratîk ji bo doza kurdî û avakirina dewleta niştimaniya demokrata nûjen.

2-Tênegihiştina rêjîmên navçeyê ji veguherînên demokratîk re weke hilweşandina dîwarê Berlînê û hilweşîna Yekîtiya Sovyêtiya berê, ev veguherînên ku di riya şerê kendavê yê duyemîn û sêyemîn gihîştine navçê, tiştê ku dê bi rûxandin û ketina van rêjîmane bidawî bibe ji ber ku bunyadgeriya wan li dijî guherîn û çaksaziyê ye.

Tevlî hemû pirsgirêk û nakokiyên wan, van dewletan lihevkirin di hevbendiyeke stratejîk de li dijî azadiya Kurdistanê û projeya guherîn û demokrasiyê di navçê de. Ev yeka di rûniştinên sê aliyen û berdewam yên van dewletan de dixuye -dema pirs tê ser kurdan ew hemû nakokiyan ji bîr dikin!?- bi mebesta rawestandina "Tsonamî" ya guherînê di navçê de ku hebûna wan bi xwe dixe metirsiyanê de.

Komkirina leşkeran ser sînorên Kurdistanê ji aliyê Êran û Tirkiyê de û zêdebûna hijmara terorîstên ku ji alê Sûriyeyê ve têne û pêşkêşkirina piştgirtina lojîstîk a bê sînor ji rêxistinên terorîst û bermayên rêjîma ji navçûyî re, tevlî gurbûna kiryarên terorîstî dijî milletê kurd nemaze li deverên derveyî sînorê herêma Kurdistanê (Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û Mexmûr…htd) bi destê terorist û kirêgirtiyan di bin çavdêrî û planên asayişê rêjîmên herêmê de, têne encamdan.

Ew li vî şerî weke şerê man û nemanê dinêrin, û hemû şêweyan têde bikartînin wek êrîşên hovane li Şengal û Kerkûkê tevlî fînansekirina çeteyên kuştin û terorkirinê di şerê xwe yên kirêt de bi mebesta tirsandina kurdan û koçberkirina wan ji deverên wan ji bo bicîhneanîna benda 140ê…. Belê! Enfaleke nû ye derheqê milletê kurd li ser destê rêjîmên ku beşdarî di parçekirin û dagîrkirina Kurdistanê de kirine û siyasetên Tirkkirin û Erebkirin û Fariskirinê bikaranîne, va îro bi yek deng û helwestî li dijî pêşveçûna dîrokî ya milletê kurd radiwestin, ev tiştê ku tênegihîştina wan ji guherîna di termên navneteweyî re îzbat dike weke azadî û yeksanî û beşdarîkirina milletan di avakirina paşeroja xwe de.

Serkirdayetiya Kurdistanê karibû nakokiyê birêve bibe û xwe li ber vê êrîşa hovane bigire, û mafê xwe yê rewa di destnîşankirina çarenûsa xwe de li gor yasa û peymanên navnetewî bike. Her weha, serokatiya Kurdistanê rêbaza demokratîk û rêzgirtina li gelên navçeyê û derxistina nimûneyekê di hevjiyana aştiyane û bivîn li başûrê Kurdistanê di navbera tevahiya netewe û ol û mezheban de pêk bîne.

Ev hemî ji encama serhev de kombûna siyasetên despotîk û komkujiyan li dijî gelê kurd û baweriya kurdan a tund û bihêz bi têrmên dadmendî û yeksaniyê û mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de tevlî prensîpa beşdariyê di jiyana siyasî de.

Tevlî birînên kûr yên ku vê cenga kirêt li paş xwe hiştin ku hovîtiya dijminan destnîşan dike. Lê belê berdewamiya berxwedan û pêşketinê pêdiviye bi avakirina stratejiyeke berevaniyê sipartî tevahiya gelê kurd li her çar parçeyan û diasporayê ku hêdî hêdî bibe stratejiyeke êrîşkar. Pêwîstiya me bi van xalên jêr heye:

- Danîna siyaseteke çandinî û pîşesaziyê bi mebesta dabînkirina pêwîstiyên rojane yên welatiyên kurd, nemaze berhemên çandiniyê hinde ku xaka çandiniyê heye tevlî peydabûna karker, pîsporan, av û pîşesaziyên giring ji bo bicîhanîna ewlekariya xwarinê li Kurdistanê.

- Fêrkirina kurdan li bajar û gundan nexasime di nav gencan de û parastina wan ji propogandaya dijbera ku hewl dide baweriya wan bi wan nehêle û wêneyekî xirap ji gelê kurd derxe holê, ew jî gotina ku kurd nikarin dewleta xwe ava bikin û birêve bibin.

- Ji nûve avakirina partiyên Kurdistanî li parçeyên dinê û xilaskirina wan ji parçebûnê û yekkirina rêzên wan û ajotina wan ya ku ber bi geşkirina çalakiyan dijî rêjîmên dagîrkerên Kurdistanê. Her wiha rizgarkirina gelê Kurdistanê li her çar parçeyan di riya avakirina koalisyonekê ji partî û rêxistinên sîvîl û mafperwer û ronakbîr û kesayetiyên niştîmanperwer li ser bingeha peymaneke niştimanî ku hêviyên milletê kurd pêkbîne li her parçeyekê (ji ber nazikî û giringiya mijarê em dê nêzîk lê vegerin).

- Danûstandin bi kurdên diyasporayê ji bo avakirina lobiyek kurdî ku bikaribe li berjewendiyên kurdan li welatên pêşkeftî xwedî derkeve. Nemaze li Emerîkaya bakûr û Ewropa û Rûsyayê û...hwd.

-Avakirina encûmena-Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê ku endaman ji koalisyonên heyî li her parçeyekê vehewîne tevlî nûnerên lobiya Kurdistanî li diasporayê û nûnerên başûrê Kurdistanê. Ev encûmen dikare stratejiyeke giştî ji bo kar li hemû parçeyan dane û ji bingeheke serekî destbi karê xwe bike: Parastina başûrê Kurdistanê û berevaniya wê kirin bi hemî şêweyan û beşdarîkirin di pêşvexistina wê de û hejmartina wê wekî bingeha serekî ji bo rizgarkirina tevahiya parçeyên Kurdistanê.

-Avakirina peywendiyên stratejîk bi hêzên demokratîk di rojhilata navîn de û hejmartina wan wekî hevpişkên stratejîk di proseya rizgarkirin û belavkirina demokrasiyê.

- Girêdana encûmenê yekser bi serokatiya Kurdistanê re û hejmartina biryar û planên wê weke biryarên îcbarî ji tevahiya partî û rêxistin û dezgehên girêdayî wê re.

Em dikarin bibêjin ku em kurd di pêvajoya herî nazik û girîng ji dîroka me ya hevçerx de derbas dibin. Divê ku em li gor berpirsiyarî û erkên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê bin. ji ber ku serkeftina me pêwîstî bi gelek canfidayî û qurbaniyên bê hejmar heye.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark