Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvînek di gel hunermend Xidir Silêman

 


Hevpeyvîn: (Hozanê Girkundê)
hozan.gk@gmail.com

Hunermend Xidir silêman wekî em dizanin ji demek pir dirêj di warê hunerê de kar dike, Huner  herdem di hizrên wî de ye, mîna şepolên deriyan li kenarê hestan dide dema mirov li dengê wî guhdar bike  hezar hêvî û omîd xwe tînin ziman bê çend gul û rîhan li ber awazên wî sema dikin, bê çend sitêrk li ber êş û azarîyên wî teşiya xemgîniyê dirêsin, bê çend evîndar kirasên vîndariyê perçe perçe dikin û ber bi jîneke hunerî diherikin dê em jî vî hunermendî mîna pirtûkek vekirî li ber çavên we raxînin ji bo em rûpelên jiyana wî bixwînin, ji bo em tiştekî ji van razên tevlihev sûde bikin û ji bin toza salên pîr derînin.


Her mirovek di jiyanê de destpêkek jê re hey, ma gelo destpêka jiyana Hunermend Xidir Silêman bi çi rengî xwe anî ziman?

Wekî tê bîra min ev bûyer tiştekî giran bûhaye di jiyana min de di salê 1980 de çûn û hatina hinermendan li mala me hebû mîna hunermend Ebdilqadir Silêman û Seid Gabarî û çend hunermendên din, Di wê hingê de birayê min hunermend Omîd Silêman biçûk bû lê temenê wî yê hunerî ji wî mestir bû ez gelek bi wî û van hunermenda wirêç bûm û ji wê demê de ez ketim cîhana hunerê û ta niha ez û huner xweş hevalin.

Sitrana Kurdî bi du şêweya tê gotin nûjen û kevneşop mebesta min sitrana filoklorî bêtir tu xwe di kîjan beşî de dibîne?

Min çavên xwe li ser sitrana gelerî û filoklorî vekir ji lewra bêtir ez xwe di wan de dibînim ji ber ev sitran di destpêka xwe de bi devkî û li ser zimana dihat gotin.

Te helbestên kîjan helbestvanî gotiye? û tu xwe nêzîkî kîjan helbestvanî bêtir dibîne?

Min Gelekî  ji hunermend bêtocan hezdikir û min gelek ji sitranê wî tomar kir û pir bi wan ez mijûl dibûm lê min hinek ji helbestên helbestvana me yî ciwan (Anahîta) gotiye û min ji kaniya fuloklorê kurdî gelekî sitraye.

Tu di kare hinekî bi azadî nerîna xwe li ser sitrana kurdî bide ya go îroj tê vexwendin di rolê de.

Di salên berê de li gorî ez dizanim li bajarê serê kaniyê sitrana kurdî gelekî li pêş bû û berhemên giran buha hebûn lê di van salên dawî de ez dibînim sitrana kurdî pir li paş ket ji ber gelek sedem hebûn sedema yekemîn xizanî û paşxistina rewşa abûrî ev dibe asteng li pêşiya tomarkirinê û tevgera hunerî û akema sitrana cîhanê li ser sitrana me a go îroj li vir tê sitran ji ber vê yekê ez hunera kurdî li vî perçî alûz dibînim.

Ta nuha te çend berhem tomar kirin ji ber navê te li seşta hunerê belav bûye û ta nuha tu ji xwe raziye yan na?

Ta nuha (6) berhemên min hene û (2) berhem min û birayê xwe hunermend (Omîd Silêman) bi rengekî (Diyoto) me tomar kir lê ez ji xwe ne razî me ji ber ez hîn xwe di destpêka hunerî de dibînim.

Ev pirbûna hunermenda barê hunerê pir giran kiriye her yek go di şahiyekê de sitranekê bistirê dibêje ez hunermendim,  çi tê xwestin ta yek bibe hunermend ez dixwazin tu hinekî li ser vê babetê bi kurtî bi axive.

Berî her tiştî divê ev kes xwediyê dengekî xweşbe û hinekî ji mûzîkê fêrbike û wekî dibêjin mirov bi aramê digê misrê lê mirov bi sitranekê nabe hunermend..

Çi hunermend an helbest van hêviyên wî di jiyanê de hene tu wek hunermend çi hêviya te  ye di pêşerojê de tu dixwaze bigihê çi qonaxê di warê hunerê de?

Di pêşerojê de ma çi hêvî li ser bêhêvîtiyê tê ava kirin lê tevî vê yekê ez bi hêvî me go ez rokê ji rojan hinek ronahî bidim asoyên hunera kurdî.

Tu û huner bi çi rengî bi hevdû re dijîn û kîjan sitran tu xwe bêtir di wê de dibîne êş û derdên te hêsan dike?

Ez bi hemî sitranên kurdî wirêç dibim û bala min dikşînin lê sitrana yekemîn a go dil û hestên min dihejîne û min di deriya bîranînan de dibe û tîne (Ew biçûka qedera) ji helbestên helbestvana me ya ciwan (Anahîta)

Te demek dirêj bi hunermendê me yê xoşewîst (Omîd Silêman) re bûrand û we bi hevdû re karê hunerê dikir lê te çi ji wî sûde kir?

Min û birayê xwe hunermend Omîd Silêman demek xweş û geş me bi hevdûre bûrand lê ji ber temenê min  ji yê wî mestir bû min herdem piştgirtiya wî dikir û min xwe di wî de didît lê piştî ew koçber bû min gelek êşkencî ji bo wî dît, çûna wî ziyanek mezin bû û damarek ji koka hunerê li vî perçî zuha kir.

Emê nerîna te li ser çend hunermendên berbiçav û bi nav û deng bistînin, ez bi hêvî me tê nerîna xwe di wan û hunera wan de bi dilekî vekirî bide.

 (Hunermend Mihemed Elî Şakir)
Mihemed Elî Şakir mirov dikare bêje ew dibistaneke ji bo hunerê ye, geh bi awazê xwe û geh bi helbestên xwe landika sitranê dilorîne.

(Hunermend Mehmûd Ezîz)
Mehmûd Ezîz Mîna findekê ye, huner bê pesepor li dergehê wî dide ew pira ye ji bo hunermendên go îroj di warê hunerê de dixebitin.

(Hunermend Hemê Bavê Zêdo)
Hemê bavê zêdo giyanekî nûjen diyarî sitrana filoklorî kiriye û di riya mîneloc de tiştên di dilê xwede li ser rûpelên dîrokê de dinivîsîne

(Hunermend Omîd Silêman)
Hunermend Omîd Silêman di rojên bê de wê karibe xemleke nû li bejna hunerê pîroz bike.

(Hunermend Ronîcan)
Ronîcan xwediyê dengê ciwantirîn bê sînor dikeve dilê evîndaran û hêdî hêdî dil û hestên wan dilivîne wê peyama hunerê di asîmanê dîrokê de mîna (ala rengîn) ber ba bike.

(Hunermenda ciwan Lîloz)
Lîloz bi dilekî vekirî pêşewaziya hêvî û xwenan dike mîna sitêrkek şengewîn şewlê dide tariye jînê bi dengê xwe yê nazelîn êşên li birîna derman dike.

(Hunermenda nûhatî Zoya)
Zoya di demeke pir kurt navê wê ket rêza hunermenda di nerîna min de wê zû ne dereng bibe navekî xwedî pênas û giring.

3/10/2007
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark