Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevalbendź DDKO-yź, Parźzer ū Kurdź Anadoliya-navīn Cemal Beydogan Ēū Dilovaniya Xwe..

 


Îbrahîm GUCLU

Roja 31. 08. 2007-an ji bo kurdên anadaoliya-navîn bû rojeke tarî, žîn û xemgîniyê. Lewra kurdên anadoluya-navîn, kesê mirovhez û dilfireh,  serokežîr,  hevalbendê DDKO-yê, kurdekî xwezayî, parêzer Cemal Beydogan wenda kir.


Cemal Beydogan di 22-ê Sibata 1938-an de li Kiržehirê hate dinyayê. Dema ku min di sala 1967-an de dest bi zanîngeha hiquqê kir, ew di zanîngeha hiqûqê de xwendevanekî bi qidem/biemr bû. Herkesî ji wî re “axa-cemal” digot. Ew di maleke mezin û dewlemed de hatibû dinyayê. Ji bona vê ew kesekî ji aliyê pereserfifkirinê de destbelayî, xêrxwaz û palpižt bû.
Ew ne aktivîstekî kurdîtiyê bû, lê ew dilsozekî baž, pižtgirekî gelek kêtûm, dilžewatî bû.
Wî pižtî gelek salan zanîngeha hiqûqê di sala 1970-yî de qedand û li Kiržehirê dest bi parêzerî kir.  Ew di karûxebatên parêzerî de jî dihat hez kirin.
Ew dema beždarî civatekê/cemaatekê  dibû, ew civata/cemaata bi henekên wî dikeliya, žên dibû. Herkesek bi beždariya wî ya civatê/cemaatê žad dibû.
Ew, xwediyê ruhekî edebî bû. Ew žairekî mûtewazî bû û digot ku “ez ji bo xwe helbestan dinivîsim.” Ji bona ku mirovekî di nav xwe de až bû, mirov ji helbestên wî  jî zewk hildianî.
Di sala 2005-an de bi navê “min gundê xwe bîrakiriye” pirtûkeke wî ya helbestê çap bû.
Min îro dema ku têlefonî hevjîna wî parêzer û hevala min a hêja Perîxanê kir, ew him gellek xemgîn bû û him jî gellek kêfxwež bû. Çimkî wê digot ku “nûha li taziya biramezinê te Cemal Axa žolen heye û her seetekê bi sedan kes beždarî taziya wî dibin.”
Biramezinê me Cemal Beydogan layiqî ew helwest û žolenê ye.
Ez, beriya damezirandin û pižtî damezirandina HAK-PARê çûm seredaniya wî. Ew gelek kêfxwež bû. Min bi wî re derfet dît ku careke din rojên bihurî, rewža kurdên Kiržehirê, ežîretên Kiržehirê qise bikim. Min, di wan axiftinên wî de  careke din kûraniya zanyaria wî tespît kir, ez bi wî serbilind bûm.
Bila serê malbat û hevjîna wî, gelê kurd û dostên wî sax be. Kurdên Anadoluya-navîn û hemû kurd dê wî bîra nekin.

Amed, 01. 09. 2007

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark