Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hunermenda Ciwan ZOYA – Derketina min bi vî awayê xurt ji ber piþtgiriya Dezgeha sema bû

 


Hevpeyvîn Hozan Emîn

- Em   bi xêr hatina te dikin . û di derbarê hatina te ya kurdistanê tu kare çi ji mere bêje …?

-Ez li ser daxwaza Dezgeha Sema û Vîn TV  hatime Hêrêma Kurdistanê , ji bo pêkanîna hin karên hunerî di gel Vîn Tv .
Ez dixwazim li vir destnîþan bikim ku Dezgeha sema û bi taybet rêvebirê wê Hecî Arif Remezan gelek Alîkariya min kirin ta  ez gihiþtim vê Astê . ev hatina min jî bi hevkarya Sema  ye , gelek xizmet û hemîkarê hatina me wî pêk anî , û li ser sînorê Ibrahî El-xelîl jî ji aliyê wî û rêvebirê Vîn Tv de em hatin pêþwazî kirin , ez gelk þa bûm ku evqa giringî dan hatina min .


-Rola  Dezgeha Sema di ware pêþxistin û alikariyê  bi tere çiye …?  

-Bi rastî ez dibînim ku ev Derketina min bi vî awayê xurt ji ber piþtgiriya Dezgeha sema ye . Dema  ez hatim vexwendin ji aliyê Dezgeha Sema li Dubey , bo beþdarî Ahenga Newroza 2007 an Li Dubey bibim  . ew Newroza Ku di bin çavdêriya Revenda Kurd li Imarata Erebî û Dezgeha Sema hat li darxistin . bi rastî beþdarbûna min di wê Ahengê de  bû sedemê geþbûna Stêra min .

-Hatina te ya Herêma Kurdistana Azad   ku yekem care te çi Hest kir …?
-Bi rastî  ez nikarim hestê xwe bînim ziman ji ber ez bi hesreta dîtina Axa kurdistana Rizgarkirî  bûm , ev xewna min bû ku ez rojekê ji rojan werim vêderê û li bajar û gundên Kurdistanê bigerim . çi Duhok ..Suleymaniyê ..yan Hewlêr , min dixwest ez bibînim û va ew xewna min bi çîh bû , niha ez li Duhokê me û ezê herim Hewlêr û suleymaniyê jî bibînim .

-We Konsertek li Bajarê Duhokê li Darxist gelo ew Konsert çawa bû ..?
-Belê min li gel Hunermend Abdulqehar Zaxoyî ew Konsert li darxist bê goman ew konsert di bin çavdêriya Vîn TV de bû .. cihê þnaziyê ye liba min û gelek kêfa min xweþkir wexta min dît ku li tevayî Kurdistanê û bi taybetî li Duhokê Cemawerê min heye û min nas dikin û bi germî pêþwaziya min dike .

-Me bihîst  ku te li gel Vîn TV girêbest imze kiriye  gelo çi xalên wê girêbestê ne …?
-Belê raste min Girêbest imze kir bi Vîn TV re . û li ser Du salan emê pêkve kar bikin . û wê pirojeya me ya yekem   piþtî þeþ meha dest pê bike .

Ew jî Amadekirina CD ya min ya diweme ., ev CD wê hemî mesrefa wê  . Vîn TV bide û çi karê di derbarê wê de wê ew pê rabin û her weha wê çend Stran werin Hilbijartin û wê bi þêweyê Kilîpa werin Tomarkirin . ez dixwazim bêjim ku ev Girêbest li ser razîbûna me herdû aliya çêbû , pir bi hesanî û nermî û bê mercên Zehmet me li hev kir û li vir ez gelek Sipasiya rêvebirê Vîn Tv dikim rêzdar Kawa rêkanî û her weha karmendên Vîn TV bi rastî gelek Hêjane û xizmeteke Baþ dikin ..

- li gora dîtina te gelo wê   Vîn TV çi li ser Televizyona Kurda Zêde bike..?

-Bi rastî wek min dît ku Vîn TV pir Alîkariya Hunermendên kurd dike û bercewendiyê hunermenda diparêze bêtir ji ya xwe . mebesta wan tenê ewe ku huner û hunermendên kurd pêþ bikevin û ev jî cihê sipasiyê û destxweþyê ye .

-  Em   te sipas dikin û tu çi dixwaze di dawîya vê hevpeyvînê de bêje keremke …?

-di dawî de ez dîsa sipasiya Semakurd dikim û dîsa ez dibêjim Alîkariya min gelek kir û ez dame naskirin û navdarkirim . her weha Malpera Semakurd jî bi wê role rabû ji ber Malpera we Semakurd gelekî tê þopandin li Rojavayê Kurdistanê ( Sûrî)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.37
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark