EBDILBAQȊ ELȊ
Mirov bixwe heyinekȋ civakiye, di nava komelgihekê de ji dayik dibe, ȗ tê afirandin, ȗ di nava wê de dijȋ ȗ bi derdora xwe re dikeve têkilȋ ȗ pêwendiyan, bi wê komelgehê ve tê girêdan ȗ ew xwe pê dibȋne.
Wek tê gotin mirov kurê jîngeha xwe ye, jîngeha ku mirov hembêz dike wȋ bi teybetmendiya xwe çap dike, mora xwe li ser jiyana wȋ dide, mirov bi jîngeha xwe ve tê girêdan, dibe hêmanek ji jîngeha xwe.
Ango girêdan "ayidiyet" pêwȋstiyeke civakȋ xweristiye, pêdivȋyeke hebȗniye ji jiyana her kesekȋ re, mirovatiya xwe ji hebȗna xwe di nava komekêde werdigire, ev girêdan weke nasname ji mirov re tê naskirin. Lê gelo girêdan "ayidiyet" çi ye, û nasname çi ye?.
Ma mirov yek girêdan ȗ nasname heye, yan çendȋn nasname ȗ girêdan ji mrovre hene?.
Faktorên ku ayidiyetê an nasnameyê diyar dikin çi ne? ma ew faktor stander an dînamîk in?.
Mirov ayidiyetên xwe hildibijêre yan li ser wî tên çesipandin?.
Girêdan "ayidiyet" ȗ pașê nasname liser bingeha çend hêman yan faktoran tê diyarkiri ȗ sȋnordarkirin:
• komele yan têkiliya xwînê :( Malbat ,Ȇl, Eșȋr )
• Komela cih (Tax, Gund, Bajar, Herêm, Welat)
• Komeleya olȋ ȗ mezhebȋ
• Komeleya abȗrȋ: (Pîþeyî, Sendîkayî)
• Komeleya çandȋ, rewșenbȋrȋ ȗ hunerȋ: (forum ȗ komeleyên toreyȋ, çandȋ, ȗ hunerȋ)
• Komelên polȋtȋkȋ: (Dewlet, Partȋ ȗ komeleyên konevanȋ)
Lê
ev nȋșndana berfereh ya nasnameyê cudahiyê nake dinavbera nasnameya
bingehȋn ȗ ya duyemȋn de ȗ ne dinavbera nasnameya ku yek ji xwere
hildibijêre ȗ ya ku pê jidayik dibe.
Li vir divê em cudahiyê
bikin di navbera girêdana bingehîn, stander de, ku yek ne xwedî azadiya
bijartinê ye, û girêdanên duyemîn û yên din ku mirov bi serbestî
hildibijêre.
Kêfxweþiya mirov çiqas mezin e dema ku tîma wî ya
neteweyî di her cure pêþbaziyê de bi ser dikeve, her mirovek li ser rû
yê zemȋnê dijȋ bi gel ȗ welatê xwe serbilinde, bi destkeftiyên kur û
keçên wî welatî serfiraz ȗ dilșade, ȗ ev ji mirovekȋ re mafekȋ
xweristiye.
Lê em Kurd ji vî mafî bê parin, belê ev maf ji me hatiye
sitandin, dijminên mirovahiyê, zordar, nijadperest û despot, qet hebûna
vî gelî nas nakin, û na pejrȋnin, welatê me Kurdistan gulberek ji agir e
ku em di sînga xwe de hildigirin.
Gelê Kurd xwedî mafê çarenivîsa
navneteweyî ye ji ber ku ew miletekî heyî û bindest e lê daxwazên wî
tenê rakirina zordestiyê ȗ wergirtina mafê hevweatiyê ye. ango beramber
mafê xwe divê kurd dev ji ayidiyeta xwe ya netewȋ Kurdistanî bi giștȋ
berdin.
Ji ber vê yekê rewþek du alî weke ku pereyek du riwȋ be, li
aliyekî taybetmendiyên kurdî yên zelal û li aliyê din jî taybetmendiyên
welatekî din ku kurd ji zarokatiya xwe ve, di dibistanan, de neçar
kirine fêrî dilsozî û ayidiyeta wȋ bibin derketiye holê.
Mirovê Kurd di navbera netewbûn û dilsoziya bi dewletên dagîrker û desteserkir yên Kurdistanê re ketiye nav hev.
Gelek
caran ȗ ji bo gelek gel ȗ netewan nemaze yên ku xwedȋ welatê rizgar ȗ
serbixwe neteweperwerî wek hevwateya welatparêziyê tê bikaranîn.
Wek
mȋnak: mirovê ferensȋ tenê welatek heye ku Ferensa ye, mirovê hindî tenê
welatek heye ku Hindistan e, her weha mirovê yabanȋ, kenedȋ,ȗ.....ta d
jȋ.
Lê Ji bo Kurdan du welat hene: Welatekî rasteqîn ku di wijdanê
wî de û di xwîna wî de kûr bû ye ku Kurdistane û welatekî resen ku ew bi
darê zorê ji bo dilsoziya wî hatiye xwedȋkirin ȗ mezinkirin.
Ji ber
go me kurdistanek serbixwe nîne, ango "Kurdistan wek dewlet li gor
yasaya navdewletî", ku em bibêjin nasnameya me kurdistaniye, Ji her
kurdekî re sê nasname hene:
1- Nasnameya netewî ku bi hebȗna
netewekî ve girêdayî ye,nasnameyeke standere,nayê guhertin. her kurdek
weke kurd jidayik dibe li kîjan deverê be yan jî di çi demê de be ew
bivênevê kurde, ger ku ne dinav kurdan de jidayik bȗ be ȗ zimanê kurdȋ
jȋ nizanibe kurde, ango kurdbȗn ne bi vîn ȗ îradeya kesekiye ȗ ne bi xak
ȗ demê ve jî girêdayî ye.tenê xweda ew wek kurd afirandiye, ȗ ev
curenasname take nasnamek bitenê ye, ji ber go çênabe yek bi du yan sê
yan bihtir ji yek netewî be.
2- nasname ya siyasî(polîtîkî) ango
nasnameya girêdayî bi nexșe ya siyasî ȗ sînorê siyasî yê deshelatê ve,
ku dibe fereh yan jî teng bibe, ev nasname ne standere, her mirov ku
dinava sînorekî siyasî yê desthilatekê de dijî, nasname ya wê desthilatê
werdigre, weha jî kurd ku nasnemeya welatê ku têde dijîn ger yên
Kurdistan parve kiribin yan jî welatên biyanî yên ku kurd wek penaber
yan wek mêvan xwe lêgirtine,ȗ dibe mirov bihtir ji nasnameyekê ji vê
cure nasnemeyê werbigire, ango dibe yek nasnameya sȗriye ȗ diheman demê
de nasnemeya ferense, emerika yan çi nasnemeya dî jî werbigire.
3-
nasnameya olî ku baweriya mirove, ev cure nasname digel ku take yek
nasname ye jî, lê ne standere, dibe ku di bihnekê, yan kêlîkekê de were
guhertin, mirov dikare ola xwe ligor bîr ȗ baweriya xwe biguhere.
Nasnameya
Kurdistanî hezkirina Kurdistanê ye,hesta pabendbûna bi Kurdistane, ȗ ji
vir pêwȋstȋ ȗ giringiya yekkirina têgehên nasnameya Kurdistanê tê holê,
ȗ xwe li ser me di çesipȋne, giring e rayedarên pêwendîdar hewl bidin
ku têgehên kurdî di mejî û dilê her Kurdekȋ yekalî bikin.