Dr.Phil.Ebdilmecît ŞêxoHelbest di (Ronahî) de,hejmar (25,26,27,28).
1-Merşa Tîpan (Hisênê Emîn),hej.25 .2-Hisênê Emîn(Cegerxwîn),3-Bihar(?)4-Reya Teze(Qedrî Can),5-Zozan(Jandar Mîrzango),hej.26.
6- Hey felek(Cegerxwîn),7-Ey dewlemendê serbilind (C.A.B.),hej.27.
8-Bi kurtî jîna min (Cegerxwîn),hej.28.
Hisênê Emîn Merşa Tîpan bi (12) malikan nivisiye:
Ew di van malikên jêrîn de xwe mîna şagirtên dibistanê dibîne, ew bi
xwendina zimanê Kurdî xwe şehnaz dibîne û ji xwe û ji hevalên xwe re
dupat dike ku nivîsîna Kurdî ji Kurdan re armancek pîroz e. lê ew hîn
ji guhdar û xwendevanên xwe re dibêje:Dilxweşî û serbilindî ev e ku em
Kurd bi zimanê dayika xwe bixwînin,lê divê hûn bawer jî bikin,tîpên me
pir hêsan û xweş in û bila em bi dengê bilind jî wan bixwînin.
Eger
çiqas ev pêyvên jêrîn,sanahî û sakar bin jî,lê ew waneyên
niştimanperwerî giring û pîroz in û divê ew herdem mîna zengileke xurt
di guhên welatparêzên Kurd de dengvedin.
Merşa tîpan
Em şagirt in,em dixwînin.A.B.C
Nivîsandin,ew ji me re armanc e
Tîpên me tev sî û yek in Ç. D. E
Xweşî ev e bi zimanê Kurmanc e
Ê.F.G.H. him rihet e,him şêrîn.
Î.I.J.K xweş dixwînim bi qîrîn.
L.M.N.O. hê mayîne hinên din.
-2-
Gelî Kurdan ,werin tev de bixwînin .
P.Q.R.S.Ş.T.Û.U tu meyze.
V.W.X. ne,ez şaş nakim tek levze
Heşt dengdêr in,heçî dengdar bîst û sê.
Riya ronî dibistan e ma Y.Z.
Qedrî
Can dibhîse û belkî jî dibîne ku rojnama (Reya Teze) bi zimanê Kurdî
li Rewanê (Yêrîvanê) roniyê dibîne,ew di vê baweriyê de ye ku derçûna
rojnameyekê bi zimanê dayikê mîna şoreşeke rewşenbîrî ye, ew dibêje:Ew
perdeya reş xwe di şevên tarî de bi ser çavên me de berdida,lê me
niha ew perde çirand û ew avête pişt sed çiyayî û nava hezar
deryayî,yanê;Qedrî Can gelek bi geşbîn derçûna rojnama (Reya Teze)
pêşwazî dike,lewra jî ew pir bi hêvîyek mezin helbesta xwe di bin
navnîşana (Reya Teze)de diweşîne;emê tenê çend rêzikan wek nimûne
Pêşkeşî xwendevanên xwe bikin .
(Ew perdeya reş-tarî,
Ko ji şevên reş diyarî,
Min …. Ji rûyê xwe kişand ..
Ji ber çavê xwe çirand..
Û avêt…….
Êdî….. bi dîtina xwe
Û bi bihîstina xwe …
Bi vîna xwe û mejî
Ez bûm însanekî nû ,piresteşê olek nû
Û di bajarê dil de min ava kir holek nû. ).
Helbesta Cegerxwîn di bin navnîşana (Hey felek) bi (36) malikan di hejmara (27) an de hatiye weşandin.
Cegerxwîn
gilûgazinên pir hişk li demê dike,ew dibîne ku ew dem pir setemkar
e,zordar e û bê dilovan e û ew ji dema bê wijdan dipirse: Ey Setemkar!
Te em pir xapandine û te gelek derew li me kirine,lê welatê me
Kurdistan e,ewa xweşik û ciwan e,lê li hawîrdora me neyar in,kanî ew
bircên bilind û naskirî? Welatê me zozan in, deşt in, tev bax û bistan
in û eger ew qenc be yan xerap e, dîsan ew niştimanê me ye û me ji
ber axa xwe de xwîn jî rijandiye û pir egît û gernasên me di vê qada
pîroz de pakrewan jî bûne,lê li dawiyê Cegerxwîn bi hemû gelê xwe dide
nasîn ku dermanê nexweşiya gelê Kurd û rêya azadiya Kurdistanê tenê di
xwendinê û nifşên nûh de ye.
Hey felek
Hey felek,felek hey zalim felek,
Ka ew Kurdistan,ka bircên belek
Ev hezar sal in,em kirine ebid
Te em xapandin bi wad û waîd
Her çar kenarê me bûne neyar
Welatê me ye,xweş e Kurdistan
Zozan û deşt e,tev bax û bistan
Qenc e,xerab e,welatê me ye.
Me tê da kuştin,egît û gernas
Ma ne hêja ye,em herdem ba kin
Yan bibine dewlet,yan bêne kuştin
Dermanê me ye xwendin û zanîn
Her bijî,bijî xortên nûhatî.
Celadet
Alî Bedirxan helbestekê bi (20) malikan di bin vê navnîşanê de, (Ey
dewlemendê serbilind )di vir de diweşîne,em tenê hin malikên vebjartî
li jêr dinvisînin.Celadet Bedirxan bang li dewlemendan dike û ji wan
dipirse;Ey dewlemend tu çima serbilind û pozbilind î ?Tu çima hîn di
xew da yî ? Mal û sermiyanên te pir in,zêr,milk û gundên te hene, tu li
civaka Ewropa temaşe bike,ewê ku bi melyonan zêrên wan jî hene,ew wan
didin gelê xwe,ew li rex miletê xwe radiwestin, herweha jî Celadet
Bedirxan di vir de dîsan şîretan dide gelê xwe û ji wan re
dibêje:Divê hûn zarokên xwe bişînin dibistanê, ew zane eger xwendin
nebe, civak û milet naçe pêş û ewê herdem bimînin bi derd û êş.
Ey dewlemendê serbilind
Ey dewlemendê serbilind
Ma te çiman ser daye xew
Pir mal û zêr û milk û gund
Bo çi dixwî her nan û dew
Carekê li Ewropa binêr ,
Herçî xudan milyonê zer
Gava ko roja welat
Zêran didin merdane ew
Çêkin dibistan û civat
Zarok bixwînin roj û şev
Bo min welat şêrîn û zîn
Her şev li ser qêrîn û tew .
Cegerxwîn
di hejmara dawiyê ya (28) an de helbestek dirêj bi (52) malikan di
bin navnîşana (bi kurtî jiyana min ) de pêşkêşî xwendevanên (Ronahiyê)
dike.
Cegerxwîn di vê helbestê de pir bi awakî kurtebirî û bi
hunereke wêjeyeî jiyana xwe li pêş xwendevanên xwe rêdixe,ew dibêje:Ez
di sala 1903 an de li gundê Hesarê ji dayik bûme, navê min Şêxmus e,ez
hîn sêzdeh salî bûm; ji bin zora belengaziyê,ez neçar bûm ji gundê xwe
derkevim û ez hatim Amudê.Dê û bavê min jî zû çûne dilovaniya Xweda,lê
jin birayê min jî bê wijdan bû,ewê gotinên êşdar bi min re digotin,lê bi
ser vê de jî xûşka min jî bê wijdan bû, ewê ez kirim şivan.Cegerxwîn
hemû êş û azerên xwe bi hevîra vê helbestê istra,em tenê çend malikan
li jêr wek nimûne bi xwendevanên xwe didin nasîn.
Bi kurtî jiyana min
( Sala hezar û nehsed û sê ez hatim dinyayê,
Bi navê Siltan Şêxmus ez çêbûme ji dayê .
Heta bûm sêzde salî li gundê me yê Hesarê
Ji tengasî,neçarî me ew gundê xwe berda
Hatin Amûda rengîn,bavê min zû omir da ,
Diya min a belengaz 50 salî dilovan,
Salek piştî bavê min ew jî li wî bû mêvan.
Birayê min ê nîvmele ji alema rohanî,
Wî pîreka xwe anî bê wijdan û bê mijî,
Bi gotinên xwe ên çors,ew min bê derb dikujî.
Xweşka min a xwendewar bê însaf û bê wijdan,
Ez reviyam hatim cem wê jî ez kirime şivan.
…..).
Dumahîk heye
Efrîn.27.07.2023