Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: DILÊ XEYDOK

 



Xizan Șîlan

ez
peleke ji dara xwe
weþiyayî me
li ber mîratiya bayê xerîbiyê
berba dibim
daxwazên birçî
di malzaroka xeyalên xwe de
xwedî dikim


qêrîna dergûþê giyana xwe
bi þîrê pêsîra heyveroniyê
aþt dikim
nameyeke bêbersiv
û bênavnîþan im
her þev ramanên westiyayî
bi lihêfa helbestan
dinixumînim
li hingura êvarên tenêtiyê
meya serxweþiya eþqê
dinoþim
temenê mesûm
li nav salên bêwefa bihurî
nêrgîzên baxê hezkirinê
çilmisîn
ji gewriya kaniyê
xwîn dipale
sebir
li peravên çem dinale
bîranîn
di êþa qefesa demsalan de
diperpitin
qeyîka qederê
rêya pisûla xwe þaþ kir
birûskên reþewran
hestên min yên ji dil û can
tarûmar kirin
hesret bû strî
û di kezeba min re çû xwarê
her roj
salek ji salnameya jiyana bêbext
diþeqe
hechecikên asîmanê xewnan
ji hêlîna xwe fîrar kirin
kolanên bajarê kavilbûyî
di hawara xwe de
fetisîn
rekatên nimêja min sêwî man
kêlên goristanên bêxwedî
dengvedan
tava sibehên min
kirasê xeman li bejna xwe
pêça ye
ji awirên dilê guvaþtî
jana rondikên kelkelî
diniqutin
gotin
li nav hevokên keserkêþ
li hev geriyan
rik û nefret dibin agirpij
û di hinavên min de
diteqin
ey stêrka Gelawêj
bi tîna tîrêjên xwe
cemeda ser dilê min yê xeydok
bihelîne

2020-05-05
Stockholm


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark