Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: RAMÎNA “METROYA HELEBÊ” BI KURDÎ DERDIXE

 


Ji nûtirîn weşanên (Weşanxaneya Ramîna), romana “METROYA HELEBÊ” ye.
“METROYA HELEBÊ” ya romanivîsa Kurd a ji Efrînê (Meha Hesen) e. Ji aliyê lêkoler û wergêr (Xalid Cemîl Mihemed) ve, ji Zimanê Erebî, hatiye wergerandin bo Zimanê Kurdî (Kurmancî) û ji 300 rûpelên mamnavend pêk tê.
Yekemîn çapa romana “METROYA HELEBÊ” bi Zimanê Erebî, li jê navnîşana (مترو حلب), sala 2016yan, ji aliyê li Weşanxaneya El-Tenwîr, li Beyrûtê, hate çapkirin û belavkirin.
PUXTEYA “METROYA HELEBÊ”:
Romana “METROYA HELEBÊ”, behsa çîroka (Sara) dike. Ew keça ku ji nişkê ve jê re tê gotin, xaltîkeke wê bi navê (Emîne) li Parîsê dijî û dixwaze di zûtirîn dem de wê bibîne. Piştre (Sara) ji Helebê diçe Parîsê, lê dibîne (Emîne)ya tûşbûya penceşêrê, di rojên xwe yên dawî de ye, êdî bîranînê xwe jê re tomar dike û (Sara) jî wan bîranînan di du pirtûkan de dinivîse: “Du pirtûk li cem min hene, di wan de dinivîsim: Pirtûka Xewnan, ji bo ez bawer bikim li Parîsê me. Pirtûka Cengê, ji bo bê bîra min ku ne li Helebê me. Gelek caran, di xewnan de dibînim ez li Helebê me. Lê di xewnên Parîsê de, bi piranî, hest dikim di nav şer de me. Her bi bihîstina terqînekê, nikarim dîmenên ku digirine ser min dûr bixim.”


(Emîne) malbata xwe, hevjînê xwe (Welîd), keça xwe (sara) û bajarê xwe (Heleb)ê bicih dihêle û dide pey behreya xwe ya şanogerî û navdariyê, lê piştî sih salî li dûriyê, tûşî penceşêrê dibe, êdî dixwaze keça xwe bibîne û doza wê dike ku bê Parîsê. Piştre (Sara)ya sih salî nas dike ku (Emîne)ya xaltîka wê, dêya wê ya rasteqîne ye, û (Hudhud)a ku wê ew weke dêya xwe nas dikir, xaltîka wê ye. (Sara) gihişte Parîsê, lê her wê nizanîbû ku xaltîka wê (Emîne) dêya wê ya rasteqîne ye.
Di romanê de, gelek kesayetî û bûyer derbas dibin, beşê berfireh jê, girêdayî şerê navxwe yê Sûriyê ye, ku çawa bandora nerênî ya wî şerî li ser jiyana xelkê hebû.
Di destpêka romanê de, weke diyariyê, li jêr navnîşana “DÊYA MIN, ÇAVKANIYA VEGOTINÊ” hatiye: “Dema min pêwendiya telefonî ligel şagirta sîsteriyê ya koçber kir, ku li mala dêya min bû, piştî tora telefona malê hate birrîn, me bi rêya WhatsAppê name ji hev re dişandin, ji bo ez li ser rewşa dêya xwe piştrast bim. Zeyneb ji min pirsî: Tu li Parîsê çi karî dikî? Min jê re got: Ez nivîskar im. Ji min re got: De bes henekan bike, bi rastî tu çi karî dikî? Min jê re got: Ez henekan nakim, ez nivîskar im. Got: Tu derewan dikî û tinazan bi min dikî, tu kî yî da tu nivîskar bî?!”
(Sara) ji Helebê dest bi vegotinê dike, piştre diyar dike ew li Parîsê ye, belku hestûnest, bîr, hizr û canê wê li Helebê ne. Heleba ku her wê bêriyê dikir, lê nema dikarîbû careke din veger wî bajarê ku di çarçoveya şerê navxweyî yê Sûriyê de, li jêr topbaran û bombabaranê maye. Bi taybetî, piştî ku kesûkarên xwe jî, li wê derê jidest dan, êdî veger gelek estem û zehmet bû.
(Sara) her di hêlanbûnekê de ye, di navbera Parîs û Helebê de, wiha jî di navbera (Hudhud) û Emîne  de. Dêya xwe ya rasteqîne (Emîne) ku wê ew weke xaltîk nas kiribû, û (Hudhud)a xaltîka wê, ku li şûna (Emîne) li Helebê bû hevjîna bavê wê (Welîd), êdî tevliheviyek dirust bû, ku raz û nihêniyên wê ji (Sara) re zû nehatin naskirin, heta piştî mirina dêya wê (Emîne), li Parîsê.
Romana “METROYA HELEBÊ” bi gelek akarên wêjeyî, hunerî û ciwanî tê naskirin, ku pêkan e li ser gelek astan bê xwendin û analîzkirin, bi awayekî ku tê de akara hevsengî û terazûya hêlanbûnê di navbera du hêmayan de: (Xewn û riyalîtê), (dema bûrî û aniha), (mana li Parîsê û vegera bo Helebê), (Emîneya li Parîsê ku dêya Sara ye û Hudhuda li Helebê, ku xaltîka Sara ye), (Welîdê bavê Sara û Adilê evîndarê Hudhuda hevjîna Welîdê hevjînê berê yê Emîneya dêya Sara), (Metroya Parîsê û Kemyona Mehmûd li Helebê), (Şer û wêranî li Helebê û aramî li Parîsê).. Wiha bi sedên bûyeran di nava romanê de, bi zimanekî sade û sivik, rewa, xweş û hevgirtî, bi şêwazekî ciwan derbas dibin.
ROMANIVÎS:
MEHA HESEN, romanivîseke Kurd e, ji Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, bi herdu zimanên Erebî û Fransî dinivîse. Jidayikbûya sala 1966an e, li Helebê. Lîsans di mafnasiyê de ji Zanîngeha Helebê biserî kiriye û li Parîsê dijî. Derdora 15 romanên wê hatine belavkirin.
WERGÊR:
XALID CEMÎL MIHEMED, nivîskarekî Kurd e, jidayikbûyê 1968an e, li bajarê Qamişlo yê Cizîra Rokjavayê Kurdistanê ye. Şeş pirtûkên wî yên çapkirî hene, bi herdu zimanên Kurdî û Erebî dinivîse û wergerê dike. Derçûyê beşê Ziman û Wêjeya Erebî ye, ji Zanîngeha Helebê. Piştî alozbûna krîza Sûriyê, çû Başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê dijî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark