Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Peng huner netew (1948-1989).

 


Nizar Yosif

Nasnameya hunermend ya hunerî, beek ji nasnameya çandî ya civaka ku ew beek jê ye. Hunermendê bi bandor nîanê girêdanê ye di navbera wan de, ji ber vê yekê, nasameya çandî bandora xwe li warên cihêreng ên jiyanê heye.
Têkiliya mirov ya spehîtayî bi zemînê re, mijara taybetkirî ya hunerê ye, û peywira (mohme) wî wênekêiya hunerî ya cîhanê ye. Têkiliya hunermend bi rastiyê re û rûbirû bi ciwaniyê ve, sedemin ku hunermend hilgirê nazikiyan û barkêê spehîtayê be, her dem bi verêj û çîkirinan derdorê xwe dixemilîne, di navenda her karê hunerî de ye.  Jiyan bi kar û barên xwe ve, mijara hunerê ye, li ser hunermend serdeste. 


Hunermend li ser bingeha zanîna jiyanê û jêhatîbûna xwe wêneyên hunerî diafirîne, di têkiliyan de jîrîtiya wî rêya serekeye ji revakirina hestan re.  Ew e mijar û êwaza vegotina rastiyê û berhema guhêzê û cewherê kalîteyî di hunerê de, têrkirina pêdiviyên estetîkî û derûnî yên mirovane, bi afirandina karên bedew, diyar dike. 
Mihemed êxo ew avahîya mezin û bilind, li kîjan deverê konê penaberiyê vedigirt, xwedan helwest bû.  Ji ber xebat û hunerê netewî, ji encamên çewisandinan û gefên ewlekarî li Sûrî û Îraqê û Îranê, di mercên dijwarên jiyanê de derbas dibû û dikiandin.  


Mihemed êxo yek ji lehigên hunerê kurdî û pêengên wê ne, di serdema ciwan û zêrîn ya ku hunermend û helbestvanên girs û jîr têde jiyan dibûn.  Ji xweserîya xwe û ji wan, giyanê netewî û xizmeta civakî werdigirt, di heman demê de ew giyan û pêjin bi baweriyên hêja û bico didan derdor û hawîrdorê xwe.  Dema navê wî tê li ser zimên, navnîana wî bi çend gotinan zelal tê xuyankirin: Zordestî, xizanî, koçberî, astengî, dilsozî û resenî.
Di heyamên rûnitina wî li Lubnanê û pit re li û Êraqê û Îranê û dema sirgûniya wî li herêmên bakûrê Îranê (Azerbaycanê), bingehek bi hêz ji xwe re ava kir. Dayînheva zanîn û çanda hunerî di xizneya kesayetî de, alîkariya wî di pîesaziya awazan û danîna hevokên mûzîkê û ritiman de kir, bi rengekî pêketîtir ji yên berê.  Di encama pênasîna hunermend Mihemed êxo bi mûzîka Erebî, Farisî û Azerî, wî imbarek çandî û hunerî berhev kir, vê yekê bandor li êwazê çêkirina stranên wî kir, bi êweyekî cuda ji forma strana klasîka Kurdî bi gitî, û taybet li rojavayê Kurdistanê.
Ji encama zanistî û lêkolîn û komkirina êwazên cuda, hit ku di hunerê stranbêjiyê de hostayek serketî be. Awazên rengereng û performansa wî ya berfire û xweiya deng, hunerek dengbêjiyê taybet da gelê xwe.
27.02.2023

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark