Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zanyar di rû tirsê de li rojavayê kurdistanê

 


Rêber Hebûn

Nexweşî ew nîşana lawaziyê ye û bi xwe jî ji xuristiya mirovan e ji dema rêyên cuda girtin ji bo jiyanakirina kêliya demî  ta roja mirinê hembêz bikin, û tirs mîna baweriyeke qayim e ji xelekeke ji reftar û reweştên civakî hatiye, mirov birêve dibe ji bo nehestbûna xwe bikarbîne, û bermayê civakî bimije, ji çaxê zaroktiyê ve , ji ber ku zarok pêsîra diya xwe dimêtê  û tiliyê xwe jî pişt re û bes nake, lê bi hizr û hestê xwe ve bi derbasbûna mezinbûna ramanê xwe dimije, ji ber vê yekê em keda afrênerî dibînin bi  rehjenên mirov û berketiyên wî re bi heman demê  derbas dibe, ji bo vegirtina nirxa herî baş di rûbirûbûnê de , û diyarbûna rastiya wê a daxwaza jiyaneke bêhtir dadmendî û xweşî dike,


bi piştrastina li ser hinira a ku bê cudabûn an armanc hewildide tiştekî bi serxîne lê bi dawî xizmeta desthilatdarî û armancên wê dike, û wisa em wateya ji gera mirovê zanyar di nav hebûnê de dibînin pêşî ji erdnîgariya xwe yê ku di xwe de , di kiryar, helwest û çanda xwe de radike, û ev yeka me dihêle ku em li pêş rastiya xwestekên bê hampa rawestin , ji bo dîtina jiyaneke baştir bê koletî û serdestbûn û herdû ji encamê mêtina nezaniyê derdikevin, û herwiha ji komek reweştên desthilatî ji perestiya cemaweran ji bizdana cîgir re yê ,di jiyana û saziyên wê de cihgirtî, û dema em têkevin di nîşanbûna tirsê bi derbekê dikevin di xefka pirsên vekirî de li ser gelek egeran rodanan li ser maseya dem û cih a bi hevdû ve qemitî   pelge dikin, û dibe ku tirs nûnertiya bîngeha girtinheviyê di nav mirovan de bike, û herwiha serdestbûna cîgir a ku bi rengekî neyînî bandora xwe li ser jiyan û civakê bi heman pîvan û nirxên xwe dike, û çawa ku tirs li ser hizr bê vegirtin , nirx têne guhertin bi rêya bandora bizdana  ku li ser hemiyan hatiye sepandin, û tirs nûnertiya destpêka girêdana bi rewrewkê dike, û civakên talanbûyî yên ji hiş û azadiya xwe bê par mane hest dibin ku tirs tiştekî divê hebe, û hebûna wî bi xwedayekî ve girêdayî ye, divê ew xweda bê perestkirin û qurbanên mirovî ji bo wî bên e danîn, û herwiha guhdana fermandar ji guhdana wî ye, û çi tiştê diqewime ji gendelî û bobelat ewa xwesteka ew xwedayê zorbaz e, ji ber vê em tirsê dibînin mîna ricîmekê ye ji berhema gana xwestekên desthilatdar bi tiştê dibin e sedem ji hebûna wî re mîna fermandarekî bi deqekî pîroz, kesên sana wê radikin bi hênikiyekê û zordariyeke bi rêk û pêk ve.

Tirs xwe bi cih, dem, perwerde û zanînê  ve qemitand û ev tişt şagirt li dibistanan werdigrin, hîştibû gewrî dagirtî ahîn û dilzarî bibe bi ketina tirsê bi awayekî husteyî di henasan de, û ta çanda gelêrî a ji şaxên perwerde û hînkirinê hatibû wergirtin bibû riwekî ji xuristiya  civakê re, ji ber vê wêrekî di roparta rojhilatnavînî  de tenê destikeke ji xwekirina demborîneke ji derew û pêrawestina sawêrî tewşbûyî û mirov nikare bextê xwe bidêkî ji bo avakirina wêrekiyeke ji rewşa tarî hatibûye wergirtin, ango bi  dema niha a ku  bi bend û baskên desthilatê û kiryarên wê yên zorbed ve li hember civak û takeksan dorpêçkirî ye û li pêş vê fişara dîrokî û bermayê desthilatî  civakan xwe dibînin di rewşeke ji koçberiyê ji henasên xwe re û bi awayekî bêcan,piştpêbestin û bi tirs ji siberojê ve dijîn , û tirs  bi awayên ramanî naye berhelistin, ji ber nediyarbûna ramanê, û xweradestbûna ji rastiya tiştê rodayî , û nav lê dibe bêdestî li gor têgeha olî a amadebûyî ji bo pêşwazkirina tirsê, û çavê ku ji tirsa xwedê digrî ew eynê wê li gor derbirîna olî çavê yê ku digrî ji ber zorkariya fermandar û xwediyê malbatê û mamosteyê dibistanê, û nabe di rastiyê de veqetandina bermayê olî ji ya desthilatî ji ber ku herdû du alavên kûr ji têkbirina ronakbîriya civakî ne  , ji ber vê yekê komên tirsê di xwepêşandina a ku banga bi jiyana serokê nemir dike tije dibin,  lawê xwedê li erdê, yê ku xwedayê padîşah serweriyê dabûyêkî  bi bêdestî û vîna wî, ji ber vê divê xelk bang bi jiyana wî bikin, û tirsê xwe dirajin mîna navdariyên dikevin kûrahî û hizrên wan, û herwisa  wê kilîtên tirsê  bi hêsanî neşkin, berhinde kolan dibin talîzok û serdav têde laperînekên ademî derbas dibin, û rewiştên komî tenê dibin pîvanên ji cotbûna fermandar û fermanber ve li ser rêça afrêner û aferandek hatiye wergirtin , ji ber vê hişmendî vala dibin jibilî ji hinek tewî û gotinên yên kesên hênik wana nifş dû nifşekî vediguhêzînin, ji bo xemilandina jiyana wanî weke henekeke reş, û ev dibe nîşana jiyana wan û nepeniya sertbûn û reşbîniya wan, ta xewinên demukrasî û vebûna li ser civakê tenê çîrok bin ,giyanên vala danagrin, tenê ji hinek xewinên yên bi windabûn û koçberiya giran ve dorpêçbûyî dimînin.

Vexwarina takekes ji tirs re wekî dûrketina wî ji henas re, û veşartina dîmenên aştîbûnê ligel hemî tiştên yên taybet in bi navdariyên afrandina takekesî ve li heyînê , ji ber vê desthilatdar li ser têrbûna civakê ji tirsa ji wan dixebitin  , ta ku jiyana civakî bihêlin di çarçoveya dîmenên pabendbûnê ji xwediyê parî û serokê hemdemî re be û bang jêre û cangoriya wî bi rewanê xwe û tiştê girêdayî bi van sloganan, û zarok rastî vê cureyê ji gunokirina ramanî û zanyarî tê ji destpêka çûna xwe li dibistanê û rakirina wî ji dîmenên serokê xwe yî cangorî re.

Ricîmên totelîter takekes hîştibû bibe duriwekî çavşikestî , heznake bibe rexnegir, lê tenê mirovekî rewşa xwe dipejirîne, ji çi kêliyeke tirsê re giravkirî, xwe dike hînckarekî genî di rewşên herî hêsantir,   tiştê ku li ser maseya wî bê danîn dipejirîne, bi bandora tirs , serkotkirin û xewkirineke rêbazkirî, ta bibe tenê karkerekî an peymanderekî li kargeha milkeçî ji fermanan re û bixwegirtinên bêreng yên ji reftarên tiyoqratî olî hatibûn e wergirtin , li gor hişmendiya partî û bîrdoziya xwe hatibû guhertin , ji bo bibe olekî giştî bi tirs û rajêrbûna kotekar ve cîtengbûye, û tirs ji hêzên ewlehiyê dewsa dilrehetiyê ji hebûna wê, ji ber ku dezgeha ewlehî çekekî dirêjkirî ye li ser cemaweran taku bitirsin, û xwestina wê ji jiyaneke baştir sînordar be, cîhaneke têde çanda nakokî, û azadbûna derbirînê cîgir dibe, û rastiya peyketinê bi dû serhildan û   raperînê mirov dehf dide lêpirsînê li ser nepeniya çûna xwe li erdnîgariya tirsê yê ji cîhanên dilzarî  û sertiyê pêktê, û herdû jî henas diwestînin, berhinde ti vîneke azad bin saya metirsiyê nîne , û mirov tiştekî nahilînê ji ferehiya berketinê beranberî dûrkirinê ji jiyana xuristî re , berhinde tirs dihêle mirov bêhiş be di derbarê rewanî û hizrî de, berhinede berketin tune dibe bi nediyarbûna azadî û derbirîna li ser nerînê, û berketin û raberiyên zanyar têkdiçin , û xwe di nav dorpêçkirineke tam de dibîne, berhinde rewrewk û reweştên têkçûyî di henasên takekesan de berz dibin.

Tirs bi encamê zordarî û êşandina henas e, bi sedema bêhêvî û êşên kombûyî, tirs cenga navxweyî derdixîne, û takekesan tirsa xwe ji desthilatê aşkere dikin bi rêya pevçûn û tîjanê wana li hember hevdû ve, berhinde birçî dibin û ji bilî sertiyê ti destikê nabînin ji valakirina hinira tirsa heyî di hundirê wan de, wisa em dibînin ku ev hemî dihêlin mirov bi rastiya desthilatê birame  a ku bi şev û roj civakê xwe girêdide bi awayên hûnîjandin û kirtankirina zanyarî, û peywendiyek heye di navbera  zordar û mêrê ewlehiyê a zorkar de ji ber herdû bin siha serokê xweda dixebitin , yê bi dû wî ve keriyek mirovî tirsnak dikeve, navdariyên wî sexte dike li gor xwesteka rêxistina serkotkirinê, yê mayîna wî rewa kir û serperestiya ji gelên ku timî xwe bi rengekî bêcan û piştpêbest ditewînin, berhinde ji tirs re nîşanek mezin heye bandora xwe gewre ye li ser civakê û qonaxên takekesên wê, ew bîngeha çi vebuhujîneke giyanî an ramanî ye, û dibe jî ew pencereyeke vekirî be ji aşkerekirina çi tiştê heyî ji hevgarî û bobelatan ve, ji ber ji zikê tirsê ve ew pankirin derdikeve a ku bû ji lajeyên netewên bêdestiyê, ew civakên yên fêrî stuxwariyê ,çanda keriyê û zimandana solên serok ,hemdest û oldaran xwediyên qenciyê bûn e , û ji wêjeyên serokê xêvzana vexwarin, yê dewsa pir kesên   stûxwar dirame, ji ber vê yekê rasayî ye jinavbirina ev kula deronî yê cîgir bû û deqên pîroz alîkarbû bi cîgirkirin û bicihkirina wê bi rengekî kûr, ji ber ku pîrozî bandorekî xwe deronî  heye li ser çêja takekes û  li ser bîngeha   rabûna desthilata serkotker a gendel û ava dibe, dema gede bi mêjî re mijol dibe bi gerê ji bo pariya jiyanê her roj, di hizrê kesê peyketî de tiştekî diyar nabe tenê razîbûna kesê yê di destê wî de kilîtin her tiştî heye û ew li ser her tiştî dikare, ev ji aliyekî , û ji aliyê beranber  ve desthilatekî  heye ked û xebatê wî desteser dike û yê bi dû ketî pêdiviye ku dîmenên derewîkirin û bêdengiyê diyar bike ta jê re sînora herî jêrîn ji jiyana baş  hêsan bibe, û di vir de yekem bîngehên tirsê saz dibe.

Û  dibe ku dilheyîna me ji jevkirinê re û vegerandina sedeman ji çavkaniyên wêna  re ewa dilheyîna me ji çêkirina rêyên rûkirina wergirtinê berve baştirînê be, ji bo aşkerekirina çi tiştê hatibûye veşartin bin navên nimûnî sexte, û mebest ji vê nimûnekirina nîşanên erênî bi ser tirs û desthilatê ve, hewildana bergiriyê ji yek xwedayî re, yê dîmenên wî li her derê belav dibin, û xelk derdikevin dîmenên wî radikin ji bo hezkirina xwe yê sloganî jêre diyar bikin.

Çi kesê hewil dide ku van reweştên totelîter û efsanî di zikmakê xwe de senger bike, dixwaze mehnedanê bide tirs û pîrozbûnê, û ciwankirina wan bi awayekî aşkere û bêreng û çênabe avakirina felsefeyekê li ser tehtên xêzeke pîroz pala xwe dide li ser mildan û xweradestbûnê ji ramanê rêberê bîrnas re,û qet çênabe desthilatdar bîrnasekî serkeftî be, an bîrnas desthilatdarekî rastîn be, û hîn valahiyeke rastîn heye di navbera nerînên bîrnasan û xwediyên desthilat û tewrîvanan di derbarê vê yekê de, û tewriyên wan ji mehnedanên xapînok derbas nekirin , armanca wan nûkirina çanda kerî , û sînordarkirina berzbûna mirovê zanyar a serkeftî, berhinde tirs çêbû di hembêzê nezaniyê de ,û bibû pêkhatiyeke rastîn ji pêkhatiyên belavkirina zorbedî û pîrozbûna a bi xwînê têrbûyî, ji bo bi riwê xwe yê xalîrengî pepûkiya xwe yê ketiye heyînê xêz bike, wisa ji mirov re diyar bû ku efsan beşekî ji jiyana wî ye, û divê rêza wê bigre , ji ber ku beşeke ji ola wî ye yê ku  pê bawer  dibe,û erk e li ser wî ku bawerî pê bîne û pêre bide û bistîne mîna nivîştê , ji bo ser û pariyê xwe bin siha  rêxistinekê  pêre her tiştî parve dike biparêze .

Ligel tirsê cihgirtin tune dibe, û pêdivî ji bo tebatê tiştekî misoger dibe bin siha jiyaneke hejiyayî, takekes di nav de li pey tiştekî wî dilniya bike dikeve, berhinde alîgirên efsanê tenaziya xwe bi raberî û berketiyên zanyaran dikin, û girtinheviya têkçûyî di nav wana de gewretir dibe, ta bibe dirêjiyeke dîrokî ji pevçûnên dihû re,ne ji bo desteserkirina li ser erdnîgariyê tenê  lêbelê ji bo rewakirina ricîma a bi hêz ji ber ew hêjayî mayînê ye beranberî  jimara kesê lawaz  yê ku têne jêbirin û tunekirin.

Em dilheyî berfirehkirina danasînan dibin li ser gelek têgehên yên em pê bawer dibin ligel pirbûna dûbarekirina ezberkirin û bernanên wêna, ji ber ku mirov bi awayekî qayîm dilheyî tiştê xwe yî ramanî û hizrî dibe, ji ber vê yekê sinorkirin wekî dorpêçkirinê ye, û ev dorpêçkirin mîna pêdiviyekê ye bi rengekî bê wate   girtinheviya zimanî di navbera du koman de diyar dike, yek ji wan dibêje ku ew baş fêrî raman û wateyan bûye ji nêz ve bervajî yê li beranberî xwe.

Em ne bi darjêgekirin û bêcanîkirinê re ne di çarçoveya komek bawerî de, û ev tişt bû sedema harbûna dirindîtiyê li cem mirovê rojhilatnavînî de, bi rêya ayîndariya xwe yê olî û partîtî , ew dimêtê û bi koratî bawer dibe, bê ku zanibe ku her giravkirinekê li ser darjêgekirina ramaneke pê bawer mîna serseriyeke kawikî ye, ji ber vê yekê em  berdikevin  zanîna  yê me weke zanyaran li pey dikevin ew bi xwe jî nivîşka ronakbîrî û rizgariyê ye ji baskê bedenketiya ramanî û dûzbûna bîrdozî  ve , ji bo nuhvekirina nîşaneyên bawerî û rabûnê li hember qonaxên tirsê yê ku rêxistina bavanî bi herdû baskên xwe malbatî û desthilatî wêna çîgir kiribû.

Berhinde ku her nivîsekî liyangirtî ye û bîrdozî wekî danasînekê komek raman in em pê bawer dibin ,yan em ji pêşiyên xwe  werdigrin an em wêna bi rêya nehestbûnê digrin, û ji me qut nabin, tevî gumaniya me ku  em dikarin xwe jê rizgar bikin, lê şopên wêna li ser rewiştê diyar in  , tevî  girtinên ramanên nû, ji ber vê yekê doza azadbûnê ji her tiştî rêjeyî ye û  tenê wekî xwestekekê dimîne ,û em bi çi tiştê ku di hundirê  xwe de cîgir em pê re didin û distînin, ji bo çêkirina peywendiyeke baş di derbarê raman û şîretan de, ji ber ku raman ji nişkêve dibin e alî , lê oldarîbûn û bêcanî li biniyên xwe de ne, û ew kêşeyek rawestiyayî ne, mîna kelemekê ne  li pêş rêya rabûna zanyaran de, û tirs me dihêle em  bi lêpirsînên mirov di derbarê ezmûna jiyanê yên ku têde dijî biramin ji qonaxa canîbûnê ta qonaxa gehîbûn û pişt re kalbûnê, ji ber ku tirs ne tenê di çarçoveya têkiliya di navbera desthilat û cemawer  de ye lê wê derbas dike û jiyana takekes nîşan dike,  û metirsiya wî ji pêşerojê, û ev nediyarbûna yê ku xuristiya jiyan û kirdeyan dorpêç dike, li cem mirov rewşeke ji dudilî û ramanbûna ji nediyariyê peyda dike, ji ber ku tiştekî li paş tunebûnê nîne, berhinde felsefa saxleman dema jîndar dimre  li cem wî qut dibe, û ji rêza jiyana tevgerî derdikeve, ta genî û rizî bibe û vegere axê, û bibe tiştekî din û tevlî heyînê bibe bi rengekî yekgirtî bi hemî dinokên jiyanê û jêderên wê ve.

Ramandina bi heyînê divê pêşî ji dergeha metirsiyê derbas bibe, çima mirov bin siha hebûna şaxdayî a berve bedenketîbûn û tunebûnê diçe ditirse?!
Û çima mirovan kelemên zêde di rêya hevdû de datînin?!

Ji bo  bi xweşiya jiyanê şad nebin,  li rex tunebûnê yê ew çarenûsa hemî jîndaran e, mirov  di riwê kesê beranberî xwe de bê berhelistiyeke zanyarî disekine , lê li ser têkbirina ya din cîgir e, ji bo pêşdebirina henasê.

Rijandina xwînê wekî lezbûnekê ye ji hatina tunebûnê re,  ji bo destê xwe li ser çi tiştekî bi lebat deyne, û dibe ku ew awanteya a ji zorbaziyê encamdayî tiştê bêhtir mirov ditirsîne,  di nav cîhanekî mirin têde bê bend e di heman aliyên jiyanê de, ji ber ku serkotkirin û kuştina evînê û wêrankirina peywendiyên xuristî, û gemarkirina sirûştê bi rêya cengê ev hemî hîştin ku tirs bêhtir nêzî mirov û jîndaran be, berhinde bedewbûna berzbûyî di mirov de rizî dibe û dibe leylan û doman, bi encamê têkbirinên mezin bi destê mirovê çavkar û ezez , û danîna mehnedanên pîroz û vala li ser xuristiya cenga wî li hember kesên din.
-------------

1- Nîkolay Eliksenderofêliş Bîrdîv bi Ferensî: Nicolas Berdiaev 18.03.1874- 24.03.1948 Bîrnasekî Olî, siyasî Rosî ye

Zehmetiyên gelek di rû civakên ku hewil didin azad bibin derdikevin, di nav gelek qedexeyan ên tevgerên wêna bi sedema zorbedî û bêdadiyê  hatibûn têkbirin û ev di nav kesê bindest de şoreşek girseyî avakiribû, li hember wek neman û mirinê, berhinde Nîkolas Bîrdîv 1 dibêje: ( Mirin ew rastiya kûrtir e û bêhtir di jiyanê de  bi nîşan e, ji ber mirov bi ser diyardeyên jiyana xwe yê rojan e û serveyî tê û ev tek tiştê yê ku me dihêle em bi wateyê jiyanê biramin, û  jiyan ji derveyî nîşana mirinê  bê wateye. )  

warên ku di talîzoka xewin û hêviyên namiçiqin  de dijîn, ji ber timî di rewşeke ji rûbirûbûn û pêdagirtinê  de ne li hember  zorkariya dîrokî ya  gelê kurdistanî li parçeyên welatê xwe yê dagirkirî dijî, bergirî û rikberî mîna serkeftinekê ye li ser asta raman û hêviyan, û dibe mîna derbasbûnekî ji jiyana gîreyî re yê ku mirovê kurdistanî wêna dijî, berhinde welat ew wateya jiyana serkeftî ye li ser têgehên mirin û nemanê, berhinde pêgirtina mirov û pêdiviya xwe bi  girtina kokê  encameke xuristî ye ji hestbûna wî bi zorbedî û mafxwarî  û herwiha ew pêdivî mîna naverokeke qayim e ,mirovê zanyar armanca wê dike, di dema ceng û dûrkariya sepandîbûyî û berdewambûna ricîmên serkotker û kirdeyê xwe li hember gelên xwe  mîna mirina pirreng e , tê kirin ji bo zêdetir tîjan, hilweşîn û  awanteya qerpol  û dema jiyan bibe meydanekê ji kirina mirinê re, berketin û raberiyên kêferatkirî ji bo xurtkirina peywendiyên xuristî xeradibin, sazî û ricîm dibin çekekî li hember gelan, û rûdana demî û cihî bi cûreyên qirkirinên rewşenbîrî û civakî cîteng dibin, û jiyan mîna mirinekî sirûştî dibe,dimîne metirsiyekî, ji hûrgiliyên jiyan û nerehetiya me qut nabe, li pey wê ragihandina yê êş ,sertî û xwînê belav dike ta jiyan bibe dîmenên mirinê, li her cihekê ji cihên jiyanê cîgir dibe û  xwe bi wêneyên totelîterî, dûrkarî ,serkotkirina kêmnetewan , cengên olî û jihevketina civakî diyar dibe, û divê di vê derbarê de nasîna riwên mirina pîroz di têgeha ricîmên sitemkar a serkotker, yên zorbediyê bi awayekî bi rêk û pêk  sepa dikin ji derveyî heyîna reştariya tirsa hebûnî li cem mirov, berhinde tirsekî siyasî, deronî û civakî peyda dibe, û dikeve hûrgiliyên jiyanê, mirov nikare xwe li ser helbeze an wêna paşguh bike di siha ew kedxwariya sepabûyî de, û ev dûrbûna di nav komên yên ji her girtinheviyeke xwînî re  amade dibin,û tirs mîna gîhayekî baş bi destê ricîman dibînin, û tê pikaranîn ji bo xwarindina keriya mirovî a nemabûyî bi derbasbûna  qonaxên jiyan û hatina nifşên wê.

Ew tirsa a ku maye mîna metirsiyekî girs û di hiş û dilan de cîgir dibe û navdariyên xelkê , reweşt û reftarên wê zeft dike, û jiyan û rêya nifşên wê rêxistin dike, û mirin destê xwe danî li ser çareyên wê ji bo azadî û serxwebûnê, berhinde mirin dikeve dewsa jiyana tirsê, mirin dibe mîna şahiya xewinê ji bo gihîştina jiyana baştir,  wisa pêşeroj nepenî û nediyar dibe bin siha wêraniya a ku berfereh û şaxdayî dibe bêhtir bi nediyarbûna awayên hezkirin û dostaniya civakî.

Ev lîstina yên ricîmên zordar bi rêve dibin ji dîtina wê yên teng ve dibişkivin, ji nezaniya bi hevjiyanê û berhemên wê yên erênî tên, û bi tirsê re didin û distînîn mîna pêwîstiyekê divê hebe ji bo kedîkirina hêrsa cemawer û xwestekên takekesên wêna ji bo jiyana xweşî û pirrengiyê .

Ew ricîm li rojhilata navîn  bi şerfiroşî û zorkariyan ve dagirtî ne.

Turkiya ya Osmanî a li pey wê bermayek giran heye ji desthilatî , bêdadî ,qirkirina gelan û pişaftina wan di xwe de, Îrana Farisî ya dildarê şehnaziyên demborîna tije desthilatî û mirin û Sûrî û Îraqa Bassî yên li paş wana Erebûnekî Islamî bi xwînê  li ser çand û gelan xwe sepandibû, û mora xwe yê Erebî Islamî li ser wan danîbû, û ev ricîmên sitemkar xwe bi bermaya belavkirina tirs û mirinê ,ta dema îro xwebicî  kiribûn, wekî dirêjiyekê ji çax û serdemên berê, û Kurdistan ya dagirkirî ji van ricîman ew nîşanekî ronakbîrî ye ji vegerandina çanda netewekê re û hişyariya gellekî ji çepelên pişaftin û qirkirinê, û nîşana berxwedanekî piştrast dike, hebûna netewên yên kêferata azadiya xwe dikin bi xwîn û hesin diyar dibe, û tirs ji yek dîmenê xwe ve têkiliya xwe bi  mafxwarî û bêdadiyê re  xuyakirin dide, bi talankirin û diziya erdên Kurdistanî li Sûrî bi navê çaksaziya çandinî, û ev yeka mîna pepûkiyekê ji aliyê dewleta şofînizma a serkotker ve hatibû sepandin, bi palpişta xwe li ser pişaftin û helandina hemî pêkhatiyên netewî di nav darêjga xwe yê Erebî de, û ev lîstina bi maf û destdayîna li ser semyan û jiyana civakî mîna mezintirîn rewşeke zorbaziyê ye li Rojavayê Kurdistanê li gel wê Erebkirina gund û bajarên Kurdî bi navên Erebî , qewitandina kurdan ji navçeyên wan ve ji bo berjewendiya bicihkirina Ereban şûna wan û wisa jî dijberiya Sûrî bi piştgiriya Turkiya vê siyasetê li Girê Sipî, Serê Kaniyê û bi taybet li Efrînê bi rêk û pêk bicihanîbû, û pirojeyên nijadperestî   mirovê rojhilatnavînî yê Kurd şaşkiribû, û ev bawerî bi sazî,dewlet û yase têkbiribû, û jiyan kiribû holekî ji neyîniya dagirtî tîjandin û bêdadiya bi rêk û pêk.

Tirs ne tenê bûyereke, lê nîşaneke rastîn e bi jiyan,xuristî û rûgeyên wê ve têkildar e, û bû rengekî naskirî di jiyana civakê de a ku bi ricîma bavanî maskirî  û mirin têkiliya xwe pê re heye, metirsiya nemanê, nemana ewlehiyê, û metirsiya desthilatdar ji kesên ku daxwazên azadiyê dikin ,ew tirsa ji nemana serdestbûn û cih e , ji ber vê hemî ji bo girtinheviyê hewil didin ta reştariya tirsê qasî tê xwestin dûrbixin, berhinde bîrnasê Elmanî Haydger bawer dibe : divê mirin nebe ew metirsiya a ku nivîna me bihejîne.

Lê ew bi xwe metirsiyek rastîn e nivîna takekesên yên civakê  bi alavên serkotkirin û tirsê kontirol dikin dihejîne , û ewa jî jiyaneke jiyanbûyî ye li cem gelekan yên ku nikarin mafên xwe yên sirûştî bi dest xwe bixin û çalakirina yaseya binpêbûyî a pala xwe dide li ser dadmendiyê û diyarkirina nirxê piraliyê siyasî û aborî û çendîn di xwe de encamên erênî berz dike li ser dewlet û civakan  bi giştî ve, berhinde desthilatên sitemkar rê nadin ku hişên takekesên wê ji derveyî kêmanî û binpêbûnên wê biramin, ji ber reftar û karê mirovê bindest tenê birame bi serkotkirin û pepûkiyê ve yê ku di jiyan û qonaxên xwe yên cuda de wêna dijî, û rojeva axaftinan dibe tenê li ser binpêkirin û xweziyên nediyar û yên nayên pêkanîn, û wisa em dibînin çendîn peywendî di nav gotara olî û desthilatî de heye .

Ev koçberiya rastîn hîştibû jiyan raweste, û berhem tenê kedekî bê beranber  be,tê pêşkêşkirin ji xwediyên berîkên fereh  û yên jiyan û saziyên wê  di destê wan de ye  , desthilatiya serkotker kiryarên xwe di hizrên gelên xwe de bicî kiribûn, ji bo gel li hember wê raperînê lidarnexîne, û gel bi vî awayî  bi pir hijmarên xwe dibû alav bi destê wê desthilatê wê berdide  hevdû û gel bi rêve dibe çawa bixwaze û kengî bixwaze, û di demekê ew kerî ji nav hevşiyên xwe rabûn , di baweriya xwe de wê karibin li ser serkotkirinê serbikevin, lê qurşînên wê bervajî wê hatin, û bi xwe zemînekê ji desthilatiyeke tarîtir re ava kirin  mebesta min bê guman  serhildana yê tê naskirin bi gelê Sûrî yê ku Mark Sayksê Ingilîzî û Cûrc Bîkoyê Ferensî sînorê wê danîbûn, û ew berve demborînekê ve diçe li gor xwestekên wan desthilatan bi hişmendî û nehestbûna xwe ve, berhinde ku desthilata dûrkar êdî piştrastbû ku berdewambûn û hebûna wê girêdayî ye bi çendîn serkeftina cîgirkirina ricîma xwe yê desthilatdar ve di hiş û dilên civakên yên wê kontrol dike,û bi vî awayî guman kir wê ji bergê gelê bindest ji aliyê hiş û giyanê derkeve û xwe nû dike mîna dema mar an xemgurî eyarê xwe diguhêre, û derketina Daiş û berî wê Elqaîde  û Elixwan û van komên pêşîn ji van  bijardeyên yên rastî nezaniyeke bi rêk û pêk hatibûn û hişbirinekî giştî ji aliyê mêrên ol û desthilatê ve, civakê hîştibûn bibe zinarekî teqemenî  û mayînên bi hev ve girêdayî, li ku biteqe  wê hemî ferehiyê bigre, û ev ji me re piştrast dike ku desthilat bi hevkariya xwe bi mêrên ol û bi palpiştbûn li ser deqên pîroz giştî serketin di dagirtina cemawer de li gorî armancên xwe, û bi girtina zanyaran bi serketibûn, kuştin an dûrkirina wan  ji derveyê vê bixêrîkê.

Wêrankirina hatinên heyînê û sînordankirina rengirtina jiyan û mirov çêdibe li gel kiryarên serkotkirin û nûjenkirina koletiyê bi heman awayên wê ji bo cengên nû, û qelişên bi dû hevdû ve , buhayê wê tenê sawîlkan didin, berhinde alozkirina cureyê jiyanê ji reng û kiryarê desthilatê û serdestbûna wê derdikeve, mîna dezgehekî tirsê di nav bijardeyên cemawerên ciwan de, lêbelê dijminatiya aşkere bi sirûştê xwe riwê xwe aşkere dike li hember çi dengekî bi bandor bernama guhertin û serhildanê di hizrê xwe de danîbû û kiribû pêşî hizrê xwe ve, berhinde zanyar mirin û serkotkirinê  bi riwekî bi ken pêşwaz dikin, bergiriyê li hember hêzên nezanîkirin û serkotkirinê nîşan didin , li ser pabendîbûnê xwe bi naveroka bedewbûn, dadmendî û nirxê xweşiyê di jiyanê de  derbirîn dikin, dema hatin û hinirên xelkê bi awayekê ji awayan hêviyên wê di guhertina demukratî de wêzim dikin.

Nimûna mirina sepandîbûyî li ser van civakan serkotkirineke bê dawî ye, û cîgirkirina wê mîna binemake olî pîroz ji xwedê hatiye sepandin û bi rêya pasvanên wî li erdê, ev bû tiştekî li ser guftogo nabe, û tenê ronakbîr dibe jêre qurban, yê li gemiyê rizgariyê digere ji bo mirovên yên bi lehiyê ve bar dikin, û ev yeka hevgariya Suqrat tîne bîra me, dema koça jiyanê  bi rûkenî kiribû û ji şagirtê xwe re  digot: ( divê mirov mirinê bi geşbînî û şadî pêşwaz bike ji ber vê divê hûn aram û hevseng bin.)

Mirina gewdehî jêra ne meraq bû lê tirsa wî li ser takekes û xelkê bû, ku li şikeftên nezanî û tirsa ji serkotkirin û malgirtina desthilatî ji her tiştekî bedew re koç bikin , metirsiya wî bi asta tiştê ku ji raman û pirsê  radikir, ji ber vê ricîma fermandariya totelîter hêza xwe ji qirkirina zanyaran û zanînên ku mêjî dilivînin wergirtibû, û cemaweran dihêlin ku ji aloziyên xwe yên ramanî bi awayekî taybet ve  li çareyan bigerin, ji ber ku tirs dihêle şoreşger milhûr be û wêjevan hînckarekî hov be û civak peykerên wêrankirî be, ev diyarbûneke ji dijminatiya jiyana nû re ye, an rizgarî ji serdestbûna efsaniya ya ku zordarî ji  kunên destpêktiyê anîbû,û tiştê ku civak hîştibû awanteyê bijî sertiya desthilatiyê ye û zorkariya wê li hember civakê, ji ber ku êş,derd û windabûn bûn e binema civaka barketî bin siha ricîmekî serkotker, dadmendî û dadperwerî rakiribû, û pêşeroj li gor vê yekê nediyar bû, ev dojeha ezmanî  rewş dagirtî ye, û mirin yek ji bedtirîn riwê wî ye, û serdestbûna koletiyê mîna ricîmekî ewlehî li ser movikên jiyanê, mirovan hîştibûn di rewşeke ji tirsekî berdewam de bimînin, sedema wê ezeziya malgirtîkaran  ji hatinan re û nediyarbûna rengên bîraweriya bi hevjiyana aştiyan e ve , li rex serdestbûna ramana olî li ser bijardeyên civakê li gor têgeha Islama siyasî yê ricîma serkotker biserket ku ew raman bibe bîrdozî, berhinde wêjeyên partiya Baas ya fermandar pişta xwe dabû li ser dîtina Islamî olî ji fermandariyê, û Erebûnê dîtibû bîngehekî ji ol re,  û li gor wê fermandariya xwe ji civakê re û serkotkirina xwe ji kêmnetewan re rewa kiribû, yên ew jî xwe li paş maf û taybetmendiyên xwe yên netewî veşartibûn mîna bersivekê ji paşguhkirin û dûrkariyê rêbazbûyî re, li gel wê bi dijwarî li pêş xwesteka guhertin û hevberînê tê rawestandin û herdû beşek in ji tevgera dîrok û jiyanê bi giştî ve, û li pêş nebûn û mehfbûna a ew binema  her jîndarekî saxlem e derbasî qonaxên cuda dibe ta bedenketîbûn û nexweşiyê têgehên fêzbûn û mirinê rawestîne ,em ricîma serkotker dibînin bi aliyê mirinê  bêhtirî jiyanê ve  diçe, ji ber desthilatdaran helkelkî bi dû guhertina jiyanê dikevin ji bo bibe meydana azarbûn û kuştinê, ji ber ku ji gel ditirsin,û cemawer jiyana xwe diqedînin di razaneke veguhêz ji tirsekî ta hêrsekê, û ji encamê wê bi lez kiryarek dijwar encam dide bi bayên hingemeya bê dawî re, li gel wê civakan di zîndanên xwe yên mezin de dijîn li ser dirêjî pîneya warên xwe, û rewşeke ji koçberiya hundirî dijîn, û ji bilî penaberiyê çareyekî tal nabînin bi dawî neçar dibin bipejirînin, ji ber vê yekê mirina di navbera erdnîgarî û bazdanê de tirsekî berdewam e ji pêşerojeke nepenî re, zêdetir derd û dilzariya reş pêşbînî dike, li gel wê henasan li piştrastiyeke windayî digerin bi sedema serkotkirina bi rêk û pêk yê ew dijîn bin siha ricîmên fermandar yê çi  axaftineke sawîrî nahilînê ji bo kedîkirin û mêtina hêrsa cemawer, li gel wê civak, kom û rêxistinên ji hevdû re   dijhev tên e dabeşkirin.

Hevxistina Baasî wek nimûne li ser bîngeha dijminatiya  ji bilî Ereban li Sûrî an Îraqê pêktê  û li wan dinêrin ku ew şaneyên razayî ne dibe ku dijminên li derve wana dema ew bixwazin bikarbînin, ji ber vê yekê pêdiviye li wan bê tengavkirin, ev ji derveyî tirsa desthilatê  ji gel ve bi giştî, ji ber ku zîndanvan ji zîndaniyan ditirse tevî ku li zîndanê  ne, li gel wê berdewam kelem di navbera netewan têne çandin, û di navbera rageh û ragehekî de, di navbera qatan de jî, aliyê bi ricîmê re û aliyê bi dijberiyê re, û zoreng di navbera vîna guhertin û tirs  bibû feraqekî di nav de nirx û têgehên rojhilata navîn ya ku bi xwe ji wê girtinheviyê  hatibû cîgirkirin, û têgihiştina me jêre pala xwe dide li ser derbasbûna me bi sirûştiya têkiliya nişteciyê derveyî bi erdnîgariya wê deverê û   xwedîkirina wê bi dîmenên hewesdarî bi desthilat û sitemkariyê ji bo hebûnê, û mîtingerî hatibû kirin bi rêya tirs û serkotkirinê, û bi rêya herdûkan ve rolên afrênerê azad hatibû têkbirin, û li şûna wê lîstoka desthilatê cihê xwe girt bi qutîkirin û reşkirina her sirûştiyekê û rewşeke cîgir hewil dide tiştekî ava bike ku karibe vê wêraniya a ku peywendiyên civakî wêran kiribûn  jêbibe , bi rêya çandina tovên tîjandinê yê bi sirûştiya xwe tevgera civak û takekes sînordar dike, û şiyana berzbûna tevgera ronakbîrî ya bi armanc li paş dixe , ji bo jêbirina mayînên desthilatî ya li dor mêjî, û paşêxistina tevgera civakê yek ji erkên desthilata serkotker e, ji bo rûbirûbûna maf û xwe şimitandina  ji erk beranberî gel, tirs namîne cîgir di demeke dirêj de, û bi lez belav û pûç dibe , di serhildanekê her tirsekê hildikşîne,wekî dema bajarên Kurdistanî li Sûrî rabûn taku sozê bi gel,xwîna şehîdên xwe û xwediyên xwe yên aram  li Qamişlo nûkirin, û herwiha em tirsê dibînin bi hêrs û hebûna vînê neman dibe , ji ber vê her çare li pêş komê gelê westiyayî dima ew bergirî di rû bêhêvî û piştsariyê, berve vejînkirina şiyarbûna mirov, cenga wî ji bo azadî û dadmendiyê, li gel wê gel ew kelevajiya sexte  bi navê welatîbûnê danezanîkirin bin siha desthilatiyeke ji wan re ti soz an peyman nedabû, û ev rabûna gelerî derbirînek bû ji yekîtiya gelê Kurdistanî  re li hemî bajar û gundên wêna, û hewildanek bû ji bo binaxkirina tirsê heta dawiyê, tevî sertiya sitemkar û şêweyên serkotkirina wî lê vîna  gelan saweke dikarê wana bin guhê hevdû bixe, tirs dibe destmaya desthilatdar yê pala xwe dide li ser ji bo li desthilatê bimîne û qezenc û hatina xwe zêde bike , û herwiha nanê civakên oldar û tîjandî ye bi awayê siyasî, ricîmên sitemkar li ser binema tirsê wek şêweyeke gerentor ji serdestbûna wê re dijîn, ricîma tirsê damezrandin li ser binema gefa bi dojehê wekî encamekê serpêçî bi xwedê re û şîretên yê di deqên pîroz de hatî, ev yeka cureyekî ji hevkariya bed di navbera mêrên ol û desthilatê de çêkiribû, wekî du pêkhatiyên çalak ji bo têkbirina çavkaniyên şoreşa hişmendî a hatibû cîgirkirina li ser pêşdebirina dan û standina ramanî, û rê li pêşiya gotûbêjê bi siyaset, ol û zayend ve hate girtin, û bûn efyon li paş perdan tê duristkirin, ji bo mijolkirina xortan, û razandina wan  demeke dirêj, û belavkirina bêkariyê û rêbaza xwendinê a hişk û vala ji hînkirina naverokî tenê nezanîkirin û mijolkirina xortên zanîngehan ku tenê bi dawîkirina xwendinê  û kardîtinê piştî qedandinê biramin bi siha tenêbûneke aborî xenqoyî, û gendeliyeke giştî perîşan û hilweşîneke paş perdeyê tê kirin, û bişanhildana diravê yê rê ji mirov re vedike ji bo dizî û tembelîkirinê, ev hemî tê birêvebirin ji bo tek encamê û ewa berşûnbûna rewiştî û paşxistina deronî ya henasî  û têkbirina qezencên xelkê, li gel wê ricîmên sitemkar li ser çandina gumaniyê di nav bijardeyên civakê de dixebitin, ji bo bawerî di nav xelkê de tune bibe, û awante  bibe pergalê giştî ji hemî nakokiyên sert yên dikarin stonên saziyan hemî hilweşînin, û ev zorenga har di navbera alîgirên guhertina zanyarî û sertiya desthilatdarî kevin e kevinê dîrokê, kevinê têkiliya reşepêş di navbera fermandar û cemawer de, di navbera mêrê ol û cemawer de, di navbera bav û kuran de, ji ber vê berdewam pirsên gelek berdide , û ji ber vê tê veqetandin di kêliya hêrs de ji çi tiştê ku hatibû cîgirkirin di jiyaneke pala xwe dide li ser sertî û neçariyê, û ev raperîn qonaxên bê nîşan didan nerîna gel û gotina wî têde li pêş be li jor ricîma sertbûn û zorê, ji bo sînorekî bê danîn ji wan lîstina yê giyanên sawîlke têkbiribû, û civakê hîştibû rizî bibe, ev qelşandin  bicî dibe û kelemekî kûr durist dike, ji ber vê em desthilata serkotker dibînin ku ew jî di gezencê de ne ji dûrketina xelkê ji bîraweriya ronakbîrî û felsefeyê ve bi rêya belavkirina wê ji raman û efsanan re bi rêya dezgehên ragihandina wê û herwiha bi rêya rêbaza olî, ji bilî ramanên tek netewê û bicîkirina têkelbûna bi zorê re, ji ber vê ew girtinheviya di navbera netewan de hatibû belavkirin, netewa herî bi hêz û bi zimanê olî xwe bi çek dike û jêre desthilat û serdestbûna li ser çand û şaristaniyan vedigere , ew şaristanî û çandên yên taybetmendiyên xwe diparêzin û têkoşînê dikin li hember hewildanên setimandin û qirkirina rewşenbîrî, li gel wê Baas bi bîrdoziya xwe yê reş baş nûnertiya qirkirina rewşenbîrî kiribû , û armancên wê ji bo erebkirina navçeya kurdistanî li rojavayê kurdistanê  derbirîneke ji sertbûna rewşenbîrî re û nediyarkirina nasnameyên  gelên deverê ji bo bicîkirina dûrkarî û ne aramiyê ji bo hemî pêkhatiyan ligel pêkhatiya fermandar yê ew jî zorkarî û gendeliyê dibîne ji aliyê wê desthilata yê ku ti destik nehiland û bikaranî li hember qezen,ewlehî û azadiya gelê xwe, ew bawer kiribû ku bi rêya tewriya pilanê û dijminê derveyî (Israil), wê bihane bide ji bo bimîne destpak li ser xewinên netewî lawaz li dor eywanên rewrew û xapandina cemaweran dizîvire ( herdû Baasên li Sûrî û Îraqê) ji bo dûrxistina wê ji xuristiya dema niha û hewildana netewên demukratîk û guhertina naverokî ji desthilat û ricîma fermandariyê, li gel wê mijûlkirina mêjiyên wê bi navê şerê dijminê li derve, hîştibû xelk xwe radestî lîstin û binpêkirinên ku li dijî wê hatibûn e kirin bibe, û deverê hemî hîştibû dagirtî girtinheviyên aşkere û hundirî bibe, û wisa em dikarin bêjin ku ew bi duristkirina hingemeyê heta demekî dûr  bi serketibû.

Çanda dûrxistinê ji berhema şaştiyên desthilatî ne, û civakan di rewşeke ji girtinheviya giştî û bê dawî hîştibûn, di baweriya xwe de wê bi vî rengî cihên hebûn û serdestbûna xwe  li ser hatinan biparêze, li gel wê her awanteyekê bi karên derveyî ve girêdayî ye ji bo rewakirina hebûna xwe,li gel wê tekçand pala xwe dabû hêzê û pişaftina pêkhateyên din di xwe de mîna pêdiviyeke desthilatî didît, bîrdoziyeke dîrokî  sertî û pizbûn piştgiriya wê dike, ta bibe asteng li pêş afirandin û dostaniya civakî  ya şaristanî , taku mirovahî hemî buhayên gendeliya desthilatê û xwarbûna wê bide.

Ev hemî jiyan hîştibû di windabûn û jevketina giyanî û ramanî de bîzivire, û ji girawbirinê re hewşekî fereh dîtibû ji bo xistina çi ramanekî azad an pêşveçûnekî sozdar, li gel wê sepandina çand û reftarên ku ji ol dertên  ji çawaniya hîştina xelkê ku  bi rêya bijandin û tirsandinê ve di eynî demê de bandor bibin, û ev rêyeke baştir e ji bo çewsandina rengên civakî û kireberîkirina wê bi yek reng, çand  û tek zimanî ve  û pişt re erdnîgariyekî têde   yek fermandarî cîgir dibe, desthilatiya xwe ji serdestbûna ola Islamî werdigre, û rêya  ku xwediyên belavbûna wê ji talankirina hemî deverên din  bikaranîn û sepandina ol bi rengekî zordar li ser gel û çandan ji bo pişaftina  û helandina wan di pergalê zimanê Erebî de, û berdêla amade wekî ku di van lêpirsînên rewa û vekirî de ye  ewa di pêşkêşkirina berdêla berzbûyî di pêgirtina bi kok , çand û zimên ve  taku neman û bi dawî nebe, li gel wê nemana vê êrîşa rewşenbîrî ya siyasî mîna destpêka hevjiyanê ye di nav gelan de , bi nemana navê kêmnetew û pirnetew ji bo jiyanek bêhtir cûrebûn û lihevhatin, û dibe ku talana rewşenbîrî li hember nasname  û çandên din hingemeyê kiribû zimanê rewşa wê, herwiha navendîbûna olî û netewî bi zor û pizbûna xwe  ve li ser bijardeyan her tiştî derbaskiribûn.

 Ew bijarde taliya girtinheviyê xwar, û di xwe de kesayetek nizim derxistibû bi taybetmendiyên nefretê ji serwerî û desthilatiya hêztirîn ve hatibû naskirin, yê ku zorê dikir bin balkêşeya pîrozbûna bîrdozî an olî.

Û li gel wê Ewrûpî zorkariya xwe  li ser Efrîqiyan kirin, ev dîtina dûrkar ji bo çewsandina nîşanên şaristaniyên mirovî ji gelên Efrîqiyayê, wek dema Ereb bi rêya ola Islamî zorkariyê berdewam kirin bi bihaneya cîhanîbûna ol û li zimanê Erebî dûriyekî olî pîroz danîbûn, wekî kiryarê yekîtiya Sofiyêt û hewildana wî ji sepandina zimanê Rosî li ser gelê din yên li ser wan serweriyê kiribûn, ji ber vê ziman hatibûn weşandin bi kuştin û mêtingeriyê û pişaftina gelan ,hinek ziman dewsa gelek zimanan girtin, piştî ew gel zimanê xwe jibîrakiribûn û dev ji ziman û nasnameyê xwe berdabûn, dema rastî işkence û azariyê hatin, û ev yeka rengekî berdarbûyî ji qirkirina rewşenbîrî ye.

Wisa serkotkirina siyasî rex li rex li gel alavên pişaftin û helandinê dixebite, û ev yeka şerên girtinheviya navxweyî durist kiribû, û ol siwareyekî dîrokî û bîngehîn bû  li ser bîngeha wê helandin di pergalê netewî a fermandar de  hatibû pêkanîn, mîna gotûbêja Islam û Erebûnê , bi rêya wê sitemkariyên netewî di hundirê erdên xwe de  karîbûn şerê gelên resen bikin ,  ev yeka di ramana Elqayîde1 û Elixwan2 de  şaxdayî û berz bû, alavên cengê xwe ji dîrok û talanên Islamî wergirtibûn, ji ber vê em dibînin ku cenga desthilatî gelek  xalên hevbeş di navbera gelan de jinavbirin, û her kargêrekî şaristanî bi destê mirovê zanyar ji kevin ve hatibû pêkanîn, û ev tişt gotinê Ishaq Niyotin 3 1727 tîne bîra me : ( Em gelek dîwar ava dikin lê em têr piran ava nakin.)

û ev wêrankirina bi rêk û pêk ji peywendiyên  hevjiyan û dostaniyê  ye, di navbera gelan de tirsê hîştibû xwedayekî fermandar  li ser erdê û di kesayeta rêber û peykerên yên ku li her goşeyê de ava bûn e xuya dibe.

-----------------------

1- Elqaîda : an rêxistina Elqaîde an bingeha tekoşînê : ew rêxistin û tevgerekî pir regeznamî ye, di dema Tebaxa  1988 û dawiya 1989 de hatibû damezrandin, banga tekoşîna navdewletî dike.
2- Elixwan Elmuslîmon: komeleyeke Islamî ye û ew tevgera dijberiyeke siyasî ye li gelek dewletên Erebî.
3- Esêr Ishaq Niyotin 25 Berçele 1642- 20 Adarê 1727, zanisvanekî Ingilîzî ye , yek ji navdartirîn zanistvanên Fîzîk û bîrkarî ye bi derbasbûna serdeman û yek ji nîşanên şoreşa zanistî ne.

Li gel wê berzbûna vîna çanda sade ya ku  mayîna li ser kenarê , pişaftin û destdayînê napejirîne ,bi berhelistbûna tirsê ve a ku peyker nûnertiya wê dike diyar dibe, û berxwdaniya  li hember qirkirina rêbazbûyî yê jiyana civakî û siyasî li xwe digre, li gel wê li gelên yên bi nasnameya xwe ve girêdayî tê nêrandin wekî metirsiyekê ferehbûna û serdestbûna wê  li ser movikên dewletê bi sazîyên wê bi awayekê giştî asteng dike, li gel wê wêrankirina peyker nîşaneke ji şikestina sihwa tirsê û serkotkirina desthilatî, û şopandina zorengê û tiştê wekî nirx di çarçoveyê wê de di girêdana azadîxwazan bi jiyanê ve tê kurtaskirin li hember hêzên yên ku li ser wêrankirina çi avakirin an destketiyê ve dijîn, û erka wê piştrast bû li ser hilweşînê û weşandina bizdanê di nav henasan de.

Zanîn wekî rewşekî ronakbîrî diyar bû ,  metirsî û bedkariyên  kiryarên desthilata serkotker celew dike ji ber ziyanê dighîne jiyan û pêşeroja gelan û pêkvejiyana wan bi hevdû re,  herwiha bandora xwe bi awayekî neyînî li ser başiya ramandina wê dike û ji ber vê pêdivî çêdibe ji bo li hember wê bê rawestandin li ser bîngeha bicîkirina têgeha raperîna cemawerî, ew nîşana zengila dawîbûna wê desthilat û alîgirên wê ye.

Tiştê ku desthilat ji vekirina peywendiyên sirûştî di navbera civakên serkotbûyî  kiribû bi rêya çandina tirsê wekî efyonê , hêza dij xwe li hember amade dike bi rêya civandina bijardeyê ciwan yê dikare jiyanek nû bide û dikare li hember binpêkirin û aşkerekirina wê bi gelek şêweyan raweste, dibe ku xebata çekdarî jêre çareyekî dawî be, berî wê bîraweriyek cemawerî bi jiyana rêxistinî pêşde tê ,bîngeha wê xebatê beşadarîbûnê  ne dûrkarî ye, û navendiya netewî  a olî di pergalê xwe yê desthilatî de tenahiya civakê durist dike û wêna ji her bihinberdanekî ve durxistibû, taku ramanên erênî dernekevin , yên ji kiryarekî afrênerî dertên, gelek berketî û raberî hembêz dike û nûnertiya rewana civak û bedewbûna wê di heyînê de dike,  li gel wê mijolbûna gelên serkotbûyî wek nimûne gelê Kurdistanî bi parastina nasnameyê û di berdewambûna zorengê ji bo   parastina  ramandina wê , li gel wê bin siha serkotkirinê mirov nikare bi tiştekî cuda û nû birame , berhinde naverokên desthilata serkotker a totelîter bi derbasbûna demê ve û ji hundirê ve genî dibin, û destên çavkar dikevin pêşbirkê ji bo bêhtir destê xwe li ser movikên serdestbûn û fermandariyê deynin, ta bihevkevin û ji hev dûr bikevin û qerbalixiyeke rastîn biqewime bi wê û civakê ve bibin e heldêrê, li gel wê hişmendiya gelemperatî di amûrîtiya xwe ya bijardî de ji fermandariyê  re metirsiyekî li ser hebûna mirovî û aştiya xuristî çêkiribû,  herwiha jî dibû bîngehekî ji cengên bê re, sirûştê wêran dike, ji ber ku dema nefret belav dibe tîjandin jî di navbera civakê de belav dibe, kesayeta takekes pelixî dibe, ev girtinhevî û zoreng çêdibe , armanca wê pevçûnê: têkbirina çi rabûnekî hişmendî ye , ji yekîtiya zanyar û xwediyên raberiyan çêdibe , yên ku hewil didin  bi rolên xwe lihevhatinekê ji bo siberoja gelan û demûkrasîbûna wê çêbikin, ta zêdetir ewle ,aram û di xweşiyê de bin.

Bêkariya xortan û tengavkirina wan û herwiha sînordarkirina raberî û berketiyên nêdar a gelên barketî ji aliyê milhûriyên wê ve jiyanekî gelek metirsîdar aşkere dike , bi rêya wê ceng û aloziyên yên şîn û işk çinî dikin bêhtir dibe, parçebûna sawdar ji  gelên rojhilata navîn netewî , olî û ragehî perdeyê aşkere kiribû ji komek ceng

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark