Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Nūēe: Essen ū YNRKS ū Sīnema kurdī

 


Bavê Zozanê

Roja  21.01.2023 li centera Yekîtiya gižtî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Suriya- komela Hêlîn- li Essen a Almanî, YNRKS siminarek e xwež û gež li dar xist ku nêzîka 3 katjimêran berdewam kir.

Filimên hatin nîžandin di wê ževê de sisê bûn , ji dahêner a Ekrem ê Sîtî bûn:
1- filmê yekem :Siya ziwa,bo festîvala  kurtefiliman hatiya hilbijartin.
2- Filmê duyemîn:Terorîzim, bi zimanê elmanî  hatiye wergerandin.
3- Filmê siyem:Hup û pif , pêkenî ye ,li ser pêbestê giyayê hižbir e.


Hêjaye gotinê ye ku simînar hate birêvebirin ji layê nivîskar Bavê Zozanê ve ku diyar kir,dema sînema kurdî tê gotebêjkirin ,yekser dahênerê cîhanî Yilmaz Güney tê bîra mirov loma wek destpêk cemawer bêhnek bê deng li ser canê nemir Yelmaz Güney û hemî pakrewanên kurdistanê , rawestiyan.

Pižt re Dr. Ibrahîm ê Mehmûd bi kurtî li ser giringiya Sînemê û rola wê ji 1895 an diyar kir,ku bi demêre Sîneme bû hunerkî giring û hemû cueryên din yê hunerî di bin baskên xwe de civandin…Gelek welat û miletan ew weke çekekî jibo berjewendiyên xwe bikaranîne…Di vî warî de ,ez dikarim bi kurtî bêjim(Dr Ibrahîm berdewam dike)ku Filiman di dîrokê de Žorež ne rakirine, lê gelek Film bûne sedemên serhildanên netewan jibo bi destxistina mafên xwe û bîrkirin li birêvebirina jiyane rojane!!

Gelo Sînema kurdî heye yan na?
Bi dîtina min(Dr Ibrahîm Mehmûd dibêje) sînema kurdî hîn ҫênebȗye… Ҫima? Jiber Sîneme pîže ye, ew pîže jî girêdayî dewleteke neteweyî ye; sedcar mixabin hetanî vê kêliyê ew dewleta me ava nebȗ ye?!! Lê li bașȗrê Kurdistan ê di van 20 salên dawî de hin gav hatine avêtin ȗ ber bi pêžve diҫe… Îcar bažtire ez bêjim:

1- Kurd ȗ șêweyê jiyana wan di filmên xelkê de.

2- Filmên derhênerên ku bi regeza xwe kurdên: ew dibine du beș, yên ku navdarên lê li netewa xwe bi xwedî derneketine, tenê bo nemȗne: weke Atif Yilmaz li Bakurê Kurdistanê ȗ Muhsin Maxmalbav li Rojhelatê Kurdistanê ȗ yên ku babetên jiyana Kurdewarî ji wan re armanc bȗ!

3- Filmên belge (Dokumêntarî) yên ku Europiyan li ser kurdan, jiyan ȗ pirsa wan ҫêkirine!

Filmên Li ser Kurdan… Kurtîyek Dîrokî: Cara yekem, ku kurd di filmekî sînemê de hatine nîșandan, filmê:
- (Giya) Grass -bi Inglîzî: A Nation’s Battle for Life oder The Epic of a Lost Tribe)
-Cenga miletekî bo jiyanê yan  destana êleka windayî
Ev filim belgeyî ye ȗ ji aliyê Derhênerê Emerîkî: Merian C. Cooper und Ernest B. Schoedsack sala 1925 li Iranê hatiye kișandin ê. Bi kurtî ew li ser Iranê bi giștî ye, lê di gera xwe de rastî Ežîreke Koҫer yên kurdên Bextiyarî tên, ȗ jiyana wan li germiyan ȗ zozanan bo hemȗ êž, xwežî ȗ nexwežiyan nîžan didin!

Bi Kurtî Filmên ku li Yekîtiya Soviyêt a berê de di derbarê kurdan de hatine kișandin ê:
-Fîlmê “Namûs” (66 deqîqe ye) di sala 1926ê de ji aliyê derhênerê ermenî Hamo Bêknazaryanî/Bêknazarof ve bo sînemayê hate kižandin Fîlmekî bêdeng û spî-rež e.
-Filmê “Zerê” (Zarê, 69 deqîqe ye). Mijara fîlmê “Zerê” jî li ser jiyana Kurdan e û di sala 1926an de ji romana bi navê “Lazo” ya Hakob Xazaryanî dîsa ji aliyê Hamo Bêknazarof ve bo sînemayê hatiye kișandin. Mijara fîlmê li ser jiyan û kevnežopiyên Kurdên Elegezê ye û qala evîndarî û veqetîna Zerê û Seydoyî șivan dike.
-Fîlmê “Kurdên Êzîdî” (51 deqîqe ye) di sala 1932/3an de ji aliyê derhêner A. Martîrosyan ve hatiye kižandin.
-Kurtebelgefîlma “Li Kurdistanê” (12 deqîqe ye) di 1938ê de li ser herêma “Kurdistana Sor”ê ye û li Azerbaycanê hatiye kižandin.
-Kurdên Ermenistana Sovîyetê” (12 deqîqe ye) kurtebelgefîlmeke, di sala 1947ê de li ser jiyana Kurdan hatiye kižandin. Derhêneriya belgefîlmê Y. Koçaryan kiriye û tevî Hecîyê Cindî sênaro ya filmî hatiye nivîsandin. Ȗ herwise jî Belgefîlmên “Kurdên Ermenistanê” , „ Em Kurdên“ ȗ “Dostê minî qedîmî“ uhw…
Berî werim ser Filmên kurdî ȗ Navên Derhênerên kurd-Dr Ibrahîm berdewam dike-: ҫend gotin derbarê Filmên Dokument yên Europî li ser Kurd ȗ Kurdistanê ,ez dixwayim ji mîvanên xwe re bêjim:
Piraniya wan ji Salên 70 î de destpêkirine: yên elemanî, Ferensî ȗ Holendî ȗ Englîzî (kêm bȗn) Piraniya wan li ser Bașȗrê Kurdistanê bȗn ȗ ҫendek jî li ser Rojhelat bûn(Komara K. li Mahabad)… !
Ҫima li ser parҫêyen Bakur ȗ Rojava kêm bȗn?? Ew grêdayî pirsên siyasî yên wan welatan ve bȗ: Weke nemȗne: li Rojavayê Kurdistanê Șoreș ne rabȗne ȗ pêwendiyên wan bi Rêjîma Suriyê re xweș bȗn.. ȗ li Bakur; ji xwe win hemȗ dizanin, ku endamê Nato ye ȗ timî ji aliyê Europiyan ve weke „Hevalbendekî“ taybet dihate dîtin !!
Bi Kurtî dîtina min li ser van Filman: Birastî du aliyên wan hene: ji aliyekî ve jibo danasîna kurdan ȗ pirsa wan erênî ne; lê ji aliyê din ve ew derd ȗ daxwazên kurdan weke ku tê xwesti nîșan nadin; ȗ di gelek waran de jî ne pisporin ȗ dîroka kurdan li gorî zanebȗnên xwe nîșan didan.. Û ji xwe hinek ji wan filman li ser daxwaza Rêjîma Sedam ȗ bi pereyên wî li navҫeyên șoreșa Kurdistanê dihatin kișandin ta ku șikeft ȗ cihên veșartina Pêșmergan werin destnîșan kirin ê!
Navên derhêner ȗ sînemekarên kurd yên navdar:
Bi kurtî Dr Ibrahîm Mehmûd navên derhêner ȗ sînemekarên kurd yên navdar dibêje, lê kêm li ser Kurdan filim ҫêkirine:
-    Atif Yilmaz (Bakur), Zekî Okten ȗ Șerîf Gören (bakur bi Y. G. re kar kirine)
-    Mihsin Mexmelbav ȗ malbata wî; bi taybet keҫa wî Semîra Mexmelbav, Abbas Kiarostami, Kamîran Hisnî (Rojhilat)  ȗ Alî bedirxan (li Misrê ye)! Ȗ hwd…

Filmên ku babetê wan li ser Kurdan e  lê ziman ne kurdî ye , li ser navê welatên dîne!!
1-Weke hemȗ filmên  Yilmaz Güney
2-Ez dixwazim li vir bêjim, ku Yekem fîlmê bi xwrȗ kurdî  “Klamek ji bo Beko” ye ku di sala 1992ê de ji aliyê hunermendê kurd Nîzamettîn Arînç (feqê Teyran) ve hatiye kižandin:
3-Yên Bakur: MEM Û ZÎN (1991) Umit Elçi, SÎYABEND U XECÊ (1993) Sahin Gok
4-RÊWÎTÎYA BER BI ROJÊ (GÜNEŽE YOLCULUK) (1997) Yežim Ustaošlu,
5-EM HER TIM KOÇBERIN (1998), Kazim Öz, „, Barê Giran“ a derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl
6-Yên Rojhelat: Behmen Qubadî (, DÊMA HÊSPAN SERXWÊŽ), Rahim Zabihi  ȗ Fîlmê “Nanê tiberk“, Teha Kerîmî  (1975 bajarê Baneyê 29ê gulana 2013an li goristana Silêmaniyê hate vežartin) filmê wî (Hezar û yek sêv, 1001 Apples), 2013
 Bêrî Želmažî derbarê raperîna Hewlêrê ya bihara 1991ê de fîlmek bi navê “Hawarek Ji Serban” çêkiriye
Șêrîn Cîhanî: filmê herî dawî (Pepȗleyî „pirpirîka“ Reș)
Bașȗr: Pižtî salên 2004 an li Bažûrê Kirdistanê Sînemaya Kurdî dest bi avakirinê kir!   
1-Ibrahim Selman (REWÎTÎYA BÊ DENG (1994), Huner Saleem BIJÎ BUK U RIZGARÎYA KURDISTANÊ (1997), „Vodka Lêmon.
2- Cano Rojbeyanî, filmê „Jîyan“
3-žewket Emîn Korkî: filmê Derbasbûna Tozê
4- Mihdî Omîd  ȗ filmê Tonêl ( bi rastî ew yek ji Derhênerên herî pispore),
5-Ȗ herweha Derhêner: Hîžam Zeman, Sehîm Xelîfê, Danî Darîn
6-filmê Tirawma yê derhênera jin Ciwana Seîd (beșê Sînemê)
Solîn Yȗsiv (li Elemaniya xwendiye..)
7-Taniya Reȗf (Silêmanî, Mamoste bu li ba min- Australiya).

Rojava: Mano Xelîl ( Cîran, Davîd Tolhildan, Mêș…), Ekrem Heydo (2011z filmê Helebçe)… Vaye Ekrem Sîtî ȗ filmên wî li ba we ne!
Dr Ibrahîm Mehmûd vekolîn û xwendina xwe wisa bi dawî dike:
Li ser Festîvalên Filmên Kurdî, Yek ji nîșanên ku filmên kurdî bi pêșve diҫin ȗ dibin gav li ser riya avakirina hîmê sînema kurdî, ewe ku van salên dawî Festîvalê filmên kurdî( pêryodîk), yanî bi berwdewamî li gelek Paytext ȗ bajarên Kudistan ȗ Cîhanê jî têne li darxistin ê!!

Bi kurtî Li ser Filmên Ekrem Sîtî dikarim bêjim: Bêgoman Xebatên Hunermend E. Sîtî yên ku bi tena xwe kirine, cihê pesindanê ye; babetên hersê kurtefilmên wî cuda ne, civakî, serdemane ȗ  serenc rakêșin!
Filmê -Siya ziwa- babeta Nejadperistiyê di civaka Elemaniya de nîșan dide; ew jî bi rê ya Nejadperistekî elemanî re, ku heger bi destê wê bihata wê kesên biyan bikuștana… Filîm bê diyaloge…
Filimê „ Têrorîst“: babeta șerê derbirîna bîr ȗ baweriyên azad dike; babet pirr aktuele (Serdemî ye), ew bi „Riya Akșin“ (weke ku derhêner bi xwe got), ȗ me jî dît hatiye ҫêkirinê; bi dîtina min Akterên (lêstikvan) ne serketî bȗn; tevî ku teknîka bi karanîna haletên sînemê baș ȗ li hevhatî bȗn; bi her hal șêweyekî nȗ ye di filmên kurdî de!
Filmê Hup ȗ Pif: Filmekî Komîdî (qerf, henek) ye, babetên civaka penaberên kurd li Europa bi hemȗ êșên wê li ser zarê du kesên afiyonkêș (tituna hižbir) bi șêweyî bêkenîn nîșan dide! Derhêner bi rêya diyaloga herdu -serxwežan- êșa bêtifaqiya kurdan ȗ siyaseta partiyan yên Rojavayê Kurdistanê șirove dike.. Bi dîtina min ew diyalog dikarî bȗ kêmtir ba ȗ bi rengekî sade bane.. Lê bawer dikim film tanî pêpelûkek mezin serketî bȗ…
Berî nîžandana filiman ji cemawer e ,derhêner Ekerm Sîtî dor çar xulekan li ser rola sînemê axivî, got:Ez di serî de spasiya hemî mêvanan dikim ku ji dûr û nêzîk hatine,hêvîdarim ku demek xwež em bi hev re bibûrênin.Wisa jî spasiya Yekîtiya gižtî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriya dikim ku bi vî bar ê giranbuha rabûn,spas bo komela Hêlîn û hemî karmendên wê.Spas bo hunermenda hêja Evîna welat, spsiyek taybet bo Rojnamevan  Dr Ibrahîm Mehmûd ku îro bi me re amadeye.
Îro dinya û alem -Cîhan- tevde li ser hunera sînemê disekine, di riya sînemê de merov karê kiltûra miletan nas bike,serpêhatiyên wan nas bike,dîrok û žerê ku ji  deh ê salan ve çêbûna ,dahêner di dema yek katjimêrê de dihêle dîdevan,bîner , temeževan wê dîrokê wan çîrokan wan žeran yek ser nasbike, dihêle ji alîkeve bigrî û ji alîkî din ve bikene..Eve sineme..Ku Yelmaz Güney di riya filmên xwede dinya hejand,dive em hijêkirinê têxin dilan , dive em agir ne bi žer û cengan çareser bikin, belê pêwista em bi avê vemrînin .
Wisa jî derhêner Ekerm Sîtî hêvî û daxwaz kirin ku nivîskar û rewženbîr û siyasetmedarên kurd, dive hayî ji vê hunera biha derkevin,alikariya wê jî bikin .
Evina welat dilê me û xwe bi wan stranên  xwež bi wî dengê zîz žewitand, bi hêviya ževên wisa em li Efrina aza û serbixwe çêbikin.
Hêjaya kum em bêjin mêvan û cemawerekî taybet  amade bûbû, cihê rêz û spasiyê bûn,  û ji ber demê dirêj kir û hin mêvan ji deverên dûr hatibûn , me nexwest em dan û standinê  li ser filman dirêj bikin, wisa jî me deryê pirsa venekir,lê me soz da mêvanan ku du simînarên dirêj û cuda yek li ser Sinema kurdî bi gižtî û ya din li ser žanoya kurdî bi alîkariya hêja Dr Ibrahîm Mehmûd û mamosta Ehmed Ismaîl nêzîk ne dûr em ê li dar xin.
Dawî li her sê mîvanên beždar ,Dr Ibrahîm Mehmûd û derhêner Ekrem Sîtî û hunermenda hêja Evîna welat ,  Spasname rêzgirtinê  ji layê komîta çalakiyan ya YNRKS ve li wan  hate pîrozkirin. 


























 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark