Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Daxuyanî ji nerîna giþtî re

 


Di dîroka 20 / 1 / 2018an de balafirên Turkî dest bi tpobarankirina navenda bajarê Efrînê û gund û navçeyên wê kirin. Herwiha hêzên dagîrkeriya Turk û nandozên artêþa niþtimanî ya Sûrî bi hemû çekên xwe yên giran bajarê Efrînê dagîrkirin di encamê de bi sedan pakrewan û bi deh hezaran ji gelê me koçber bûn ji ber tpobarankirina beyalî û ezmanî bi ser herêmê de.
Piþtî Pênc salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên kurd de di kiryarên xwe yên ne mirovî de berdewamin ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , herwiha girtin , revandin û kuþtinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîþan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin ku dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke firehtir di nav kurdan re were kirin û guherîna dîmixrafî li herêma Efrînê pêk bînin.


Siyasetên ku dewleta Turkiyê dimeþîne ew siyaseteke pilankiriye ji bo tunekirina gelê kurd û berdewamiya pilanên wê ye ji dagîrkeriya xaka Sûrî re.
Em di Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê de vê bêtar û felaketê bi xemgîniyeke mezin di dermafê êþ û azarên gelê xwe de bi bîrtînin , herwiha em wan cangoriyên ku di ber xak û rûmeta gelê xwe de canê xwe dane silav dikin û bi bîra xwe tînin , û van siyasetên Turk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li herêmê dimeþîne em þermezar dikin.
Di heman demê de em bang li civaka navdewletî , deste û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erk û berpirsyartiya xwe rabin , û fiþarê li ser Turkiyê bikin da ku dagîrkeriya xwe li herêmê bi dawî bîne , û peydakirina heyamek erênî û parastinek pêwîst ji bo vegera gelê kurd li Efrînê.

19 / 1 / 2023

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark