Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Şerefnameyê ya sala 2022yen Dîyarî romannivîsê kurd Firat Cewerî kir

 


Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya
sala 2022yan dîyarî nivîskarê navdar Firat Cewerî kir.
Birêz Cewerî, ku ev çil sal in di warê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 5ê Mijdara 2022yan, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve hat vexwendin.
Nivîskarê qedirbilind Firat Cewerî, ji ber keda wî ya demdirêj di warê edebîyata kurdî de, bi taybet jî di warê romanê de, hêjayî wê yekê bû ku ji hêla hejmareka nivîskar, rewşenbîr, hunermend û xwendekarên kurd ve bi şahîyeka taybet were pêşwazîkirin.
Firat Cewerî bi xebatên xwe yên ji çil salî zêdetir bi roleka gelekî balkêş di pêşveçûna edebîyata kurdî de rabûye. Cewerîyî heta niha 40 pirtûk nivîsandine, 40 hejmarên Kovara Nûdemê weşandine. Herwiha ew di warê wergerê de jî xwedî kedeka mezin û hêja ye. Wî heta niha nêzî 15 pirtûkan ji zimanê siwêdî wergerandîye kurdî.


Kurtejiyan birêz Firat Cewerî
Firat Cewerî li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir. Li Nisêbînê bi salên xwe yên biçûk ket nav tevgera şoreşgeriyê û bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî her di wan salan de dest pê kir.
Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiya edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî yên seranserî dinyayê kir. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Herweha Firat Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiştina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.
Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi riya weşanên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir. Firat Cewerî ji destpêka 1980 de çîrokan dinivîsîne û ji nivşê sirgûnê çîroknivîsê pêşî ye. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, farisî, tirkî, îtalî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên almanî, erebî û tirkî de cih girtine û di radyoya Swêdê ya giştî de hatine xwendin. Herweha ji ber berhemên Cewerî fîlm jî çêbûne.
Ev demek e Cewerî xatir ji çîrokê xwestiye û ketiye cîhana romanê. Wî heta niha bi navê Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî, Maria melekek bû û Derza dilê min pênc roman nivîsandine. Hem di cîhana edebî ya kurdî de, hem di ya tirkî de û hem jî di ya swêdî de bi baldarî tête şopandin.
Sala 2020, 40saliya nivîskariya Firat Cewerî bû. Wî di van 40 salan de 40 kitêb nivîsandine û wergerandine kurdî. Wî ji sala 1980 û bi vir de di zik hev de salê kitêbek an nivîsandiye an jî wergerandiye kurdî. Herweha wî di hundirê deh salan de 40 hejmarên kovara Nûdemê jî derxistine.
Akademiya Swêdê ya ku xelata Nobel ya edebiyatê dide, sala 2018an Firat Cewerî ji ber xebatên wî xelat kir. Di sala 2020an de wezareta rewşenbîrî ya Kurdistanê Firat Cewerî bi qelema zêrîn xelat kir.

Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurd
Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî di gelawêja 2018an hat damezrandin.
Xelata Şerefnameyê her sal ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêşkêş dikin, tê diyarîkirin.

Lîsteya Xelatgiran:
2018 Prof. Celile Celil
2019 birêz Şahînê Bekirê Soreklî
2020 birêz Konê Reş
2021 birêz Jan Dost
2022 birêz Firat Cewer
Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Viyanayê
Navê fermî bi almanî “Kurdisches Kulturinstitut Wien”. Dezgeheke çanda kurdî ya serbixwe ye. Ew di sala 2017an de ji aliyê hin rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên kurd ve li welatê Awustiryayê bi armanca parastina kelepor û zimanê kurdî hatiye damezirandin.
Mebestên sereke yên Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ew in ku bikare çand, tore, huner û zimanê kurdî bi xelkê awustiryayî bide nasîn û têkilîyan di navbera welatiyên Awustiryayê û kurdan de biafirîne û xurt bike.
Giringtirîn çalakiyên Enstîtuya Kurdî kursên fêrkirina zimanê kurdî ji bo revenda kurdî li Awustiryayê û şagirtên kurd û yên biyanî yên Zanîngeha Viyanayê ne.
Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Viyanayê kursên zimên bi her du zaravên kurmancî û zazakî pêşkêş dike. Kurmancî û zazakî jî li ser sê astan tên hînkirin.
Ji bilî kursên fêrkirina ziman Enstîtuya Kurdî çalakiyên çandî û hunerî jî li dar dixe, wek danasîna pirtûkên kurdî yên nû û birêvebirina guftûgoyan li ser wan. Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Viyanayê bi mêvandarîya nivîskar, helbestvan, romannivîs û rojnamevanên kurd ve radibe û derfetê ji wan re bi rêya konferans û hevdîtinan re
peyda dike, da ku ew berhemên xwe bi kurdên diyasporayê re parve bikin.

Ji bo Têkelîyan:
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê
E-Mail: office@kurdischeskulturinstitut.at
Telefon: 0043 660 5544 970

Link Wikipedia

Link Facebook

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark