Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexžan: Melayź tarź mamoste!!

 


Ejder Robarî

Mela! dinya ne wesa ye
Di hundir de te paldaye
Çav xelmaže ne razaye
Çima ti ranabê mela?
Mela çima ti ranabê
Toba te qet qebûl nabê
Heger karêî te weha bê


Riya te windaye mela
Rabe zûka xwe kar bike
Milet ji xew žiyar bike
Tê hinge hosta bê mela
Mela rabe ti hostayî
Çima wilo ti di xewde mayî
Pez bêserî ma berdayî
Žerm û fedî nakê mela
Nakê žerm û nakê fedî
Serwer û rêberê gundî
Heyf û mixabin ti kurdî
Nezan û rê winda mela
Mela rabe bibe zane
Kuflet hûre perîžane
Ev ne ol û ne ojdane
Barê te girane mela
Mela barê te girane
Pez li çolê bê živane
Xelkê melê žûnde mane
Tu dibê ez seyda me mela
Mela heger tiwî seyda
Qet ne rûne di hundir de
Zikra li ber avê berde
Ewrê rež barane mela
Ewrê te yê rež baranî
Hersê heyvê zivistanî
Te ji xwe re avamekir xanî
Kuflet ber barana mela
Kyflet gunih û reben
Xelk dibêjê sen nêre sen
Dimrin li çolê bê kefen
Jar û perîžan mela
Mela rabe kanî perî
Te berdane her çar kerî
Çaxê bûrî navegerî
Sîpan û xelat mela
Mela vaye min gote te
Bide hev qûtê kuflete
Bigere nav her çar qeta
Barê te zehmete mela
Barê giran bare te ye
Carek bêje min tobe ye
Behr ate li cinnetê heye
Cinnet behra te bê mela
Mela behra te cinnete
Çi qanûn û žerîete
Milet bê maf û huryete
Qelem bi destê teye mela
Raje qelem û defterê
Carek tenê bêje erê
Belkî can ate vegerî
Rabe xwe karbike mela
Xwe karbike xwe pêkbîne
Vê dolabê bigerîne
Buxçê gula zû biçîne
Tê hinge rezvan bê mela
Mela tê bibê xwedî rez
Va Ejder got rabe bi lez
Darê tiwa hevrîžim û qez
Jêre bendewar be mela
Bendewarê rezê xwe bê
Dîse tê seydaye me bê
Rêke nexewž wê cade bê
Karwan lê bimežê mela
Bila karwan hinge hingê
Hinek tope hinek tivinge
Qutkir çiya û sersinge
Biha û bazare mela
Rabe karwên bimežîne
Çol û çiya bigerîne
Xwende û zane be mela
Bibe zane bibe xwenda
Xwe çendke bajar û gunda
Tovê genim ma di hundir de
Çima ti naçênê mela
Çima wilo tu ne merdî
Tu napirsî li vî gundî
Bê ked û meaž û erdî
Zarok birçî mane mela
Qerte mere bi gurz û keben
Kur kirine simbêl û çen
Biwar nîne heqê kefen
Mirwet û ojdan mela
Ne mirwete ne ojdane
Pez li çolê perîžane
Gur û hirç ser lêdane
Pirsa Ejder bide mela
Žêr girtîne di žikevta de
Rovî dûvê xwe li hev bade
Xwarî tirhê di baxa de
Dehlek ji ter nema mela
Dehil û rezê te fêkîne
Žax û hebler û farqîne
Timam sûk û qeyserîne
Rabe xwe karbike mela
Xwe karbike bighe rezê
Ji bo ti ji xelkê re bêjê
Qirža deynin li ser dêzê
Zivistan sermaye mela
Zivistan sir û serma
Žêr rûnižtî di xewde ma
Pirsa xwe nû bike mela
Gur ketiye kul xema
Keftar dibêjê hê ne deme
Piling go kurkê min germe
Ev çîrok çawa ye mela
Kete miha zivistanî
Xwe lihevdan ewrê baranî
Žêr û gur mane bê xanî
Lê berf û barane mela
Berf û baran dilîlînê
Ezman dike deng û qîrînê
Gur û keftar dixenqînê
Li ber pêla berda ye mela
Pêl hatine li ser pêla
Tijî niwal û nihêla
Rovî bi xwe xwedî ûtêle
Qûtê wî li ber deve
Berf û baran hat bi ževe
Piling û keftar mane peve
Žev sir û sermaye mela
Berfa ževê çiya girtin
Žêr û piling herdû kužtin
Zevî bi rovî maye mela
Berf û baran pêlê çema
Warê rovî xwež û germa
Qet lê nadin sir û serma
Rovî lê paldaye mela
Çile kete bîst û žeža
Berfê çiya kirin qeža
Cihê rovî germe xweža
Melek û paža ye mela
Mela me ji yezdan bawere
Xudan elahû ekbera
Žixul bike ez bi te re
Raje qelem û deftere
Meyzê zane û rêbere
Ti bêjê çi wê ê ji tere
Tê hinge seyda bê mela
Mela te hene çend zarok
Di male de tiwî serok
Ejder nivîsî ev çîrok
Nebêje seydame mela
Melê got ez ne seyda me
Çav nêrî xortê kurda me
Bela xwe ji min veke Ejder
Belengazim bê ser û ber.
----
Jêder kovara Helez / hijmar /1/

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark