Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Qamiþlo bi rêzdarî salyada Prof. Dr. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv himbêz dike

 


Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya duhî di roja yekþemî 7ê Tebaxê de, li bajarê Qamiþlo "Hola Osman Sebrî" ya "Partiya Yekîtiya Kurdistan -Sûrya", bi rêzdarî simînarek bi boneya yekemîn salvegera koça dawiyê ya Prof. Dr. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv, bi amadebûna hejmarek ji nivîskar û rojnamevanan û bi beþdariya malbata xwedêjêrazî bi rêya online lidar xist.
Di destpêkê de, birêz Ebdulsemed Mehmûd û birêz Þemis xan bixêrhatina mêvanan kirin û paþî belgefilmek li ser jiyana xwedêjêrazî Prof. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv û peyva birêz Nayif Cibîro cêgirê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya hatin pêþkêþkirin, û bi rêya online peyva malbatê ji aliyê birêz Wezîr Kinyaz Mîrzoyêv "Qazaxistan",


peyva birêz Þêx Remezan Seîdov Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya kurdên Sovyeta berê (FNDK) "Qerxîzistan, Dr. Barî Mehmûd "Elmaniya", birêz Memoyê Memo rêveberê Federasyona Komelên kurdên Diyasporaya Navneteweyî "Rûsya", birêz nivîskar û rojnamevan Hejar Þamil kurê Þamil Askerov yekem Serokomarê Kurdistana Sor, birêz nivîskar û rojnamevan Tahir Silêman sernivîserê Heftînameya Diplomat ya kurdên Azerbaijan, birêz nivîskar û rojnamevan Salih Kevirbirî "Bakurê Kurdistan" û birêz helbestvan Gohar xan ji kurdên Erminenstanê û nivîskar Ebdûlazîz Qasim ve hatin pêþkêþkirin.

Kurtiyek li ser jiyana xwedêjêrazî Prof.Dr. Knyaz Îbrahîm Mîrzoyêv
(01.05.1947- 08.08.2021)

- Di sala 1947an de li Ermenistanê jidayîk bûye.
- Di sala 1970î de, bi astekî bilind dektora fîlolojiyê ji zankoya Xaçatûr Abovyan ya Ermenîstan wergirtiye.
- Di salên heftêyî û heþtêyî yên sedsala borî de, bûye serokê Fakulteya Ziman û Edebiyata Azerî li Zanîngeha Yêrêvanê.
- Di sala 1990î de li zanîngeha Almatayê serokatiya Beþa Fîlolojiya Rojhilatî kiriye.
- Serokê Beþa Zimanên Navneteweyî li Zanîngeha Almatayê.
- Endamê Lijneya Akademiyên  Qazaxistanê bû.
- Endamê lîse û enstîtuyên (Parîs, Berlîn, Bruksel û hwd.)
- Li (Almata, Moskova, Petersburg, Bakû, Yêrêvan, Tiflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam, Bruksel û Stenbolê)  beþdarî konferansên teyorîk, zanistî bûye.
- Serokê Komela Kurdên Qazaxistanê - Berbang -
- Serokê Federasyona navnetewî ya Komelên kurdên Sovyeta berê (FNDK).
- Sernivîskarê Kovara Nûbar - Mijarên Wêjeyî
- Di sala 2010 de serokê Komara Qazaxistanê ew bi madalyaya zêrîn xelat kir.
- Di sala 2013an de bûye cîgirê serokê Komara Qazaxistanê.
 - Gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye
- Bi dehan pertûkên hene, ji wan:
 - dîroka têkiliyên edebî yên azerî-kurdî
- Çavkaniyên dîrokî yên edebiyata kurdî
 - Ansîklopediya Kurdan.
 - Adetên netewî, girêdanên edebî û hwd
Mixabin di roja Yekþemî 08.08.2021ê de, li bajarê Almata yê Qazaxistanê di jiyê 74 saliya xwe de koça dawiyê kir û li goristana kurdan li Almata hat veþartin.
Komîteya çalakiyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamiþlo 08.08.2022





 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark