Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Şîretên Mîr Celadet Alî Bedirxan (Di 56 saliya koçkirina wî de)

 


  Konê Reş

   Wek ku diyar e, di 15 tîrmehê de(2007), 66 sal di ser oxirkirina dawîn a mîr Celedet Alî Bedirxan re derbas dibe. û wek ku hûn tev dizanin di 15ê gulana îsal de jî, 75 sal di ser derçûna kovara wî Hawarê re derbas bûn.


   Bi vê helkeftinê ez dixwazim careke din dewla xwe di bîra mîr Celedet Alî Bedirxan de dakim û kela xwe û kela tiyên ziman û rewşenbîriya kurdî a nûjen- Yê ku bixwaze - di vê havîna gerim de, bi qurtek ava sar û cemidî,  ji ava bîra mîr Celedet Alî Bedirxan vexwim û xwe hênik bikin...

   De werin em bi hev re li hin şîretên wî guhdarî bikin. Ez ti şirovekirinê ji dirêjkirinê re pêwîst nabînim û ez nabêjim ku di roja de, ji gelek rexan ve şerê mîr Celadet û Dr. Kamîran dibe..! Hema ev şîretên wî bi tena xwe xweş bersivin ji wan kesan re:
   (…Dema ko tu dixebtî qet li dora xwe menihêre. Heke ên din dixebtin an ne. herçî ko dixebite karê xwe pêk tîne û karê tu kesî bi xebata yekî dîtir naçe serî. Her dar bi pelên xwe saye dare, ne bi pelên dara dorê.
   Ew ne bi tenê ye. Di dora te de hinin din jî hene ko dixebtin. Heke te tiştek pek anî li dora xwe vedkire, lê tiştekî welê bigere ko bi yê te bêtir û tekûztir bit.
   Hûn hemî ji bona avahiyekê dixebitin. Her kê ji we hîmê wê daniye xwedê jê razî bit.Pesin jêre bit, heqê wî ye. Hûn jî herin dar û qirş, herî û kevirî peyda bikin, dîwar an banekî wê çêkin. Nav didaniyê bidin. lê ne ko bidexsin.
*          *          *
   Tu ketiye cînariya yekî ko avahiyek bi du mezelan aniye pê. Tu di xwe re wî xurtî di bînî ko bikarî avahiyekê çend tayîn û mezelên ber pê bikî. Lê avakirina mala mezin bi xerabkirina a kiçik dest pê meke.
   Belê xorto! Di dewera xwe de kêm û zêde, kiçik mezin, civat, kom, civanokan dê bibînî: Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her tiştî de, nemaze di karên nûdetspêkirî de, pir car kêmanî hene. Heke te ew kêmayî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan bi edilînî. Hilweşandina stûnekê hêsaniye, huner di rastkirina stûna xuwar deye.
…Xorto ! Holê bixebite, an bi xwe çêke an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin. Lê heger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî arîkariya çêkiroxan bikî hingê bi ên çêkirî şa û kêfxweş bibe. Ji ber ko ew ji bona te , ji bona miletê te hatine çêkirin. Nav di wan de bide, wan bi pesinîne.
Xorto ! Te dît ko bazekî kevroşkek girtiye, mebêje , ma girtina kevroşkê jî tişteke. Lê bêje te xezalek girtiye. Ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê.
Xorto ! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewlebe ko te dil hebe tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze di kare jî.
*          *          *
   Wekî ko dixebtî dexisker ji dora te kêm nabin. Tu guh mede wan, gotinên wan damine(daneyne) ber dilê xwe.
Heke di riya xebata xwe de şemitî û ketî, tu zanî ewê çibikin. Mebêje ewê bên bi destê te bigirin, birînên te derman bikin. No; ewê ji hev dû bipirsin, gelo lingê wî ne şikyaye.
   Bi xebata xwe bi nav û deng bibî. Xelkê qenc, xelkê welatparêz pesnê te bidin, tu ê giram bibî. Ên dexsok tu zanî dê çibikin ! Mebêje ko bo xelkê re çeplikan li te xin. No, dexis wan nahêle. Ewê bêjin: Ma ev çi kiriye, ji bona xwe xebitiye û bi nav û deng bûye, di her derê de pesnê wî didin. M a ev jî tişteke…
*          *          *
   Xorto ! Herçî ko bi te berberiyê bikin ji te bêtirin. Ji xwe di dora gulekê de strî bi hezarî ne.
Ew di nav xwe de nexweş bibin, pev biçin jê, li te dibin yek, destên xwe didin hev. Ji ber ko ji te kêmtirin. Kêmaniya wan wan digihîne hev.
   Ji xwe di tebîetê de jî welê ye. Tiştên qenc û hêja hindikin, nehêja û bêkêr zehfin. Ma tu nizanî ko di gundekî de du sê hespên kehêl hebin, di garana wî de bi sedan ga û çêlek û dewarên reş hene. Li nik xelkê gundî ne piraniya garanê,  lê hindikayiya hespên kihêl bi qedir û hêjaye.
*          *          *
   Her wekî min got tu guh mede wan. Her çî ko elîhdariya te dikin, li ber wan bikeve, ji wan mexeyide.ew peyayên nekerhatî û mivrone. Nikarin, nizanin, ji lewra kurt û pist û gotûgota wan e.
*          *          *
   Xorto ! Xebata te mîna dengekî ye. Ma deng bi pifkirinê tête vemirandin.
Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira kengî bi deng û pêjinê temirî ye.
  Tu her bixebite, Qet mesekine, karê xwe biserxe.
Dengê te ko ji pifkirinê natirse, ewê her bilintir, çira te ko bi pêjinê na lerize ewê her geştir bit.
*          *          *
   Keçê ! di van gotinan de para te ne hindike.
Keçê ! Tu keça wî camêrî, jina wî mirovî, diya wî xortî yê ko min şîretan lê kir û kar û xebata wî şanî we da.
Belê keçê, Ev xortê ha xortê te ye. Di mehdikê de te ew lorand. Di daweta wî de te jêre tilîland. Di roja qewimandinê de, te nav di wî da. Ji xwe tu birkê wî yî.
Keçê ! Min ji te divêt, tu xortê min welê bixwedî bikî û bigihînî ko li pesin û şabaşan sezabit û loma jê mebit.
Keçê ! Tu di her kar û diravî de arîkariya xortê minî. Tu ê pêre bijî, pêre jî bimirî).
 
Mîr Celadet Alî Bedirxan ( Kovara Hawar ê, H: 18 / 1933, Şam)
Konê Reş
Qamişlo 15/07/2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark