Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Koma Zêwa seyranek hunerî li Havîngeha Siwêdîkê pêkanî

 

Welatê me


Di roja (1) ê gulanê de koma Zêwa ya Huner û Folkolorê Kurdî û bi beþdarbûna komên hunerî û folkolorî koma Narîn, Xebat, Þanîder û Ahîna Yekîtiyê þahiyek hunerî li havîngeha Siwêdîkê baþûrî bajarê Dêrika Hemko pêk anî .
Ev þahî û seyran li ser daxwaz û xwestina koma Zêwa hate çêkirin .


hijmarek mezin ji xelkên deverê û cemawerê koma Zêwa û dildarên buharê buhara Siwêdîkê rengînkirin.
 pirogramê vê ahengê piþtî xêrhatina mêhvanan û komên beþdar bi sirûda netewî Ey Reqîb destpêkir, piþt re koma Zêwa pirogramê xwe ji stran, þano û dîlanan pêþkêþî cemawer kir û di peyre derfet hate dan ji komên mêhvan re û ewan jî hinek pirogramê xwe pêþkêþî mêhvanan kirin .
Hêjayî gotinê ye ku bi hezaran kes, wek rêz û rawazek salane ji  Qamîþlo,Efrînê, Kobanê, Hisîça, Amodê, Serê Kaniyê, Dirbêsiyê û devrên dî jî seyrana xwe li havîngeha Endîwerê li beravên çemê Dicle, Kaniya Xeyda û pira Bafit bi helkeftina cejna karkerên cîhanê û bi berdewamiya þahiyên buharê re seyrana xwe bi keyf û þahî qedandin.
Belê xelkên hatîn seyranê rojeka xweþ û þahî derbaskirin,lê piþtî ku kar û barê vegerê dikirin, me jî xwest em nêrîna xelkên Endîwerê, nêrîna kesin þareza û pispor û yên berevaniya jîngehê û parastina wê dikin bi zanin, di vê beware de mamosta Mehmod Ebdo Ebdo berpirsê þarezakirina tenduristiyê li Dêrika Hemko ragihand û got: havîngehên devera Dêrika Hemko pir xweþ û ciwanin, û di dema ku miletê me jî bi hezarên kêlomitran dibirin û berê xwe didin Dêrikê û rojin xweþ li ser singa buhara wê diborînin, bi rastî ev yeke cihê kêfxweþî û dilþadiyê ye ji me re, bi berhevbûna wan havîngehên devera Dêrikê dixemilin û geþdibin. lê belê tiþta ku dibê cihê dilsarî û xemgîniyê û bala mirov dikiþînê, mixabin ewe ku dema seyrançî dar û beran qutdikin û diþkînin, Kaniyan geravdikin û dilewitîn, qirêj û gemarê di þûna xwe de dihêlin yan di avêjin di çem û kaniyan de. xwezî carekî bi tenê piþtî ku bergehê seyranê vale dibê ewan ew xirbên wêran ku li piþt xwe hêlayîn bidîtana, belê parastina jîngehê erk û berpisyarîk mirovayetî û netewî ye û ji me tevan tê xwestin ku em wê xweþ bikin û  ciwaniya wê biparêzin.
Dawiyê li Siwêdîkê me derfet dît û me çavpêketinek bi mamosta EbdulRehman Alocî Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê (AlPartî) re kir û me xwest em nêrîna  wî derbarî rewþa rojnamegeriya kurdî, tevgera siyasî û hin tiþtên dî jî bi nasin, naveroka çavpêketinê wê piþtre werê belavkirin .










 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark