Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Celadet Bedixan û çîroka berhevkirina Alfabeya Kurdî Latînî

 


Konê Reþ

  Dost û Xwendevanên ezîz! Werin em bi hev re bidin ser þopa Mîr Celadet Bedixan û çîroka berhevkirina wî ji Alfabeya Kurdî Latînî re nas bikin.
  (...Ev elfabêya hanê ko îro em zimanê xwe pê dinivîsin paþiya xebateke salanên dirêje. Di sala 1919an de, me dabû çiyayê Meletiyê. Em ketibûn nav eþîra Reþwan. Mêcer Nowel (Ingilîzek) jî di gel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tiþt dinivîsand. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carnan, me li nivîsên xwe çavên xwe digernandin, dixwend û diedilandin.


 Min bala xwe dida Mêcer, bi lêvkirineke biyanî, lê bê diþwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (Û,و) ji (O,و) û (I,ي) ji (E û ي) b. p derdixistin. Diketim ber hezar dijwari. Ma çiman? Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê di cih de, min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên elfabeyek latînî. Êdî min bikariya destnivîsa xwe paþ hezar salî jî, bê diþwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihate sekinandin..
  Wekê em vegeriyan hatin Stenbolê, bi vê elfabêyê min kitêbeke elfabêyê û ferhengeke kiçik nivîsand û ji bona çapê kar kirî bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne jî ew ferheng îro di destê min de ne. Di sala 1925an de, di gel hin nivîsên min ên din gihîþtine pêþberê Mehkema Xarpûtê.
  Di sala 1924an de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê meze kir û mideke xweþ li ser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf qenc li hev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengiya elfabêyê xerab dikirin. Jê pêve dû herif hebûn ko ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin û di þûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin...
Wekê tirk elfabêya xwe belav kirin, me dît ko di dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hevin. Dengin hebûnko tirkan ne bi wan herfên ko me niþan kirine lê bi herfinen din nîþan kirî bûn.
  Her wekî me berê jî çend caran gotî bû, ji bona hêsanî kirina xwendina nivîsarên me, ji Kurdmancên tirkiyê re, me dengên hin herfan bi hev guhertin û her çend hebû me ew çend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirkan.
  Ji gotinên jorîn qenc xuya dibe ko elfabêya me paþiya xebateke sêzdeh salîn e, gora zimanê kurdî, gora dengên zimanê me ye..
Ji lewra ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û pêþkêþî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê her kesî hejatir û spehîtir e..)
Mîr Celadet Bedirxan Hawar, 13/1932 Þam

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark