Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Hêviya ku bibe nerîtiyeke salane, Rojên Çand û Hunera Kurdî li Berlîn

 


Idrîs Hiso

Siyaset sînoran dinav netewe û gelan de çêdike, çand û keltûr wan sînoran derbas dike wan dighîne hev, di çand û keltûrê de milet nêzîkî hev û hevparê hev in, ji rojhliat heta bi rojava û ti bixwaze heta bi Ostralyia û Afrîka jî. Û çi siyaseta ku piþtevaniya çalakî û bizavên çandî bike ew siyaset bi xwe jî dibe fakterê jihevnêzîkbûn û hevparî û biratiyê.
Xortên xwebexiþ
Li Berlîna paytexta welatê Elmanya bi maweyê sê rojan ji 27 heta 29ê Gulanê 2022, bi reveberiya hejmareke çalakvanên xwebexiþ ên Kurd û piþtevaniya hejmareke rewþenbîr û çalakvanên Ereb ji çend welatekî, Rojên Çand û Hunera Kurdî hat lidarxistin.


Kurd, Ereb û Elman beþdarbûn
Di festîvalê de, Kurd, Ereb û Elmanî amade bûn, hejmarek çalakî hatin lidarxistin, wek imzekirina pirtûkan, smînarên corbecor li ser çan û keltûra kurdî û pêwendî û hevpariya di navbera çand û keltûra Erebî û Kurdî jibilî, mûzîk û sifreyên xwarinên Kurdî û kardestên filoklorî, cilûberg û dîlanên Kurdî ku bûn cihê dilxweþiya mêvanan.
Salihê Heydo hat xelat kirin
Di festîvalê de Helbestvan û kesayetiya navdar a Rojavayê Kurdistanê Salihê Heydo hate xelat kirin, derbarê xelatkirina xwe Salihê Heydo got: “Ez zehif bi xelatê serbilind im, çinku ev xelat ji dest dilêþ û berketiyên huner û çanda Kurdî werdigrim, karê wan li welatên xerîbiyê gelekî girîng e, ew çand û hunera me þanî cîhanê dikin, bi xelata wan ji min re ew çand û hunera Kurdî xelat dikin.”
Herwisa got: “Ez dê bi beþê darayî yê vê xelatê hejmarek pirtûkên xwe çap bikim, ev jî dikeve xizmeta parastin û belavkirina vî keltûrê zengîn, ku pirtûkên min hemû li ser vê babetê ne, ez gelekî spasiya wan û keda wan dikim.”
Karên wek vî karî pîroz in, çinkî ew him çand û zimanê Kurdî bi cîran û hevbeþên me yên welat û çîranên me jî bi çanda me didin naskirin û sînorên ku di navbera me de çîbûne diþkînin.
Hêviya berdewamiyê
Birêveberên vê vestîvalê û alîkarên wan ji Ereb û xelkên Sûriyê hêvîdikin ku ev yek bibe nerîtiyeke salane û hejmara alîkaran bêhtir bibe û berdewam çalakiyên rewþenbîrî yên Kurdî werin lidarxistin, çinku çand û huner samanê hemû netewe û miletan e û wan ji hevudin nêzîk dike, di dema ku bi hezaran hokarên jihevduriyê bandorê li van netewe û gelên hevpiþk û cîran dikin.
Hêjayî gotinê ye ku ev festîval li sentera Mozayîk û Pirtûkxaneya Qudis hatibû lidarxistin, ev jî bû cihê spasî û rêzlêgirtina aliyên birêvebir û mêvanên festîvalê.













































 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark