Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Þevger pênc dîwanên xwe li Hewlêrê wajo kir

 


Idrîs Hiso – Hewlêr

Þevger bê çalakî aram nabe, dawî çalakiya wî jî ew bû ku, 13.05.2022 li nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya li Hewlêrê bi amadebûna hejmarek ji çalakvan, rewþenbîr û nivîskaran 5 dîwanê helbestê wajo kir ew jî ev bûn:
Dîwana 1 Al û Dewlet, dîwana 2 Xewna Azadiyê, Dîwana 3 Dara Mirada, dîwana 4 Derdên Kevin û dîwana 5 Birîn, dîwan hemû jî ji aliyê çapxaneya Gazî – Duhok 2022 hatine çapkirin.
Di heman çalakiyê de Þevger ji aliyê Partiya Yekitî û herwisa ji aliyê rêxistna Canî Roj ve hatiye xelat kirin.
Bêhtire ji 30 ye, wî ji walatê xwe koçkiriye, lê destê wî ji Kurdistanê nabe, bêhtirê dema xwe li welatê xwe derbas dike.


Hunermend, û hozanvan Þevger Hovak Zaza vê carê serdana welat kiriye û di destê wî de hejmarek ji helbestên wî hene, wan çap dike û li pirtûkxaneya Kurdî zêde dike.
Þevger dibêje: “Ez niha mijûlî çapkirina hejmareke ji dîwanên helbestê xwe me, min 12 dîwanên helbestan hene, niha jî 5 dîwan ji capê derketine û du jî man e.”
Þevger bi dehan stran jî gotine, di stranên xwed de, behsa doza gel û welatê xwe dike, herwisa êþ û azarên wî dike, lê bêhtirên stranên xwe jibo Pêþmerge û xebata wan, serkeftin û serfiraziya wan gotiye, lewma ew wek Hunermendê Pêþmergeyan tê naskirin û di sala 2017an de  ji aliyê Wezareta Pêþmerge ya Herêma Kurdistanê ve hatiye xelatkirin, û ev nav (Hunermendê Pêþmergeyan) lê hatiye kirin.
Dîwanên Þevger behsa welat, Pêþmerge, Evînî û êþ û azarên welatê xwe dike.
Þvger di dîwana xwe ya bi sernavê Birîn ku, dîwana 5 ye dibêje:
Pêþmergên me di cengê de tev þêr in
Pêþmergên me tev leheng û tev mêr in
Serê çiyan dikin þer û berxwedan
Doz û armanc yan Kurdistan yan neman….

Malbata Þevger bi xwe ji devera Palo ye, bapîrê wî beþdarî Þoreþa Seîdê Pîran dibe û di encam de þehîd dibe, paþê li binxetê bicih dibin, û di 05.01.1957an de li gundê Kêþkê devera Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê Þevger jidayikdibe, ew ji damezrênerê Koma Narîn e û berpirsê beþê hunerî bû di wê komê de.
Þevger welatiyê welatê Siwîd e, lê bêhtirê dema xwe li Kurdistanê, li gund û bajarên wê derbas dike, ew dixwaze hemîþe nêzîkî, daristan, rûbar û Pêþmergeyên welatê xwe be.

Þevger dibêje peyama min ew e: “Hoz û ola min Kurdistan e, ez ji xebata jibo gel û welatê xwe qet poþîman û mandî nabim.”  
Þevger bihêvî ye ku dîwanên wî ji aliyê xwendevan û rexnegiran werin xwendin û helsengandin, bi armanca ku helbest û peyva Kurdî geþ û pêþkeve.



























 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark