Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Dêrika Hemko di Yobîla Zêrîn ya Tevgera Kurdî de Tûrê bîranînan daweþand

 


Welatê me

Di roja 5/7/2007 ê de,li bajarê Dêrika Hemko Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî simînareka rewþenbîrî lidarxist.
simînar di bin nav û nîþanên (Tevgera Kurdî di yobîla zêrîn de,çi jêre ye û çi li ser milê wê ye ) ji aliyê mamosta Hêmen Mendanî ve hate berhevkirin.


Di simînarê de birrek nivîskar,rewþenbîr,siyasetmedar,berpirsên partiyên siyasî,dilbêþ û xemxwarên peyva kurdî amadebûn û herweha þand û nûnerên çend Guropên rewþenbîrî,Guropa Girkê Legê,Dîdargeha Girkê Legê,Baxê Jinên Dêrikê,Tevna Çand û Huner li Dêrikê jî di þevbêrkê de cihgirtin.
Destpêkê rêveberê þevbêrkê mamosta Xebat Osman xêrhatina mêvanan kir û xêrhatineka teybet da þandên Guropên rewþenbîrî.
di peyre mamosta Hêmen Mendanî dest bi xwendina mijara xwe kir.di mijarê de ronî kiþand ser eger,hokar,nîr û mercên ku partiya pêþîn ya ku di bin navê partiya Demoqrata kurdistanê ku tê re derbasbûyî û di nav de hatî damezrandin û herwisa bi hûrnazî li ser cudabûn,parçebûn,xudêdan û nasnama tevaya þax,tirih,zarok û neviyên ku ji malzaroka partiya pêþîn derketin rawesta û li gorî nêrîn û baweriyên xwe dirêjaya pêvajoya kar û xebat,têkçûn û lebata tevgera kurdî li rojavayê kurdistanê berçavkir.dawiyê mamosta mijara xwe bi hin têbînî û pêþinyaran rêyên xweþkirin û çareserkirina êþ û janên tevgera kurdî û lêvegerandina ber bi raxistin û nûjenkirina navmala kurdî di vê serdema nazik û hestyar de  xwest û mijar pê bi dawî anî.
Dawiya dawiyê dan û standinê destpêkir û mijar bi têbînî,nêrîn,pêþinyar û rexnên beþdaran têr û zengîn bû û ta demekê þevê gengeþe û nîqaþ di navbera amadebûyan de  vekêþa.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark