Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Ahenga rêzlêgirtinê bo70 saliya lêkolîner û rexnevan Heyder Omer

 


Elî Cefer
28. 02. 2022

Duh li bajarê Essen Elmanya di hola komela ( Hêlîn ) û ya ( Yekîtiya Giþtî ya Nivîsevan û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ) ahenga pîrozkirina 70 saliya hevpîþeyê me lêkolîner Heyder Omer lidarket. Aheng ji layê herdu nivîsevan Dr. Mihemed Zeyno û Elî Cefer ve hatibû pilankirin.
Li ba miletên þûnketî û bindest piþtî kesayetiyek, emekdarek û xizmetkarek diçe ser dilovaniya xwe, tê bîranîn û li ser ked û emekê wî tête nivisandin, lê miletên zindî hîn kesayetiyên xwe yê wusa di xweþî û jiyana wan de xelat dikin û ahengên rêzlêgirtinê bo wan lidar dixin. Bi vê çalakiya xwe, me xwest xwe nêzîkî miletên zindî bikin.


Ahenga me bi vî awayî derbas bû:
Destpêkê hevalê me Dr. M. Zeyno bi dilxweþî xêrhatina mêvanan kir. Pêre jî xudiyê vê nivîsê jînenîgariya Heyder Omer pêþkêþ kir. Piþtre Gotinên pîrozbahiyê hatin pêþkêþ kirin, ew jî bi vî awayê jêrîn bûn:
- Nameyek pîrozbahiyê bi dengê rojnamevan û lêkolîner Dr. Ebdilmecîd Þêxo hat pêþkêþkirin. - Dr. Hikmet Þikakî gotinek pêþkêþ kir. - Gotina Yekîtiya Giþtî ya Nivîsevan û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ji layê Ilwan Þivan ve hat pêþkêþ kirin. - Rêzdar romannivîs Helîm Yûsiv gotinek pêþkêþ kir. - Gotina Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê rêzdar Selah Elemdarî pêþkêþ kir. ( ENKS re jî hatibû vexwendin, lê amade nebûn?! ). - Nivîsevan û siyasetmedar Feteh Tîmer ( Bakurê Kurdistanê ) gotinek pêþkêþ kir. - Nameya Pîrozbahiyê ya lêkolîner û helbestvan û wergêrê naskirî Calal Zangabadî ( Ji Baþûrê Kurdistanê ) hat xwendin. – Nivîsevan û lêkolîner Idrîs Omer gotinek pêþkêþ kir. - Çalakvanê naskirî Celal Minle Elî gotinek pêþkêþ kir. – Derman-nas Kîbar Yûsiv gotinek pêþkêþ kir. – Nivîsevan Ebdella Cindî ( ji Baþûrê Kurdistanê ) gotinek pêþkêþ kir. – Nivîsevan Baranê Cûmê gotinek pêþkêþ kir. – Hunermenda þêwekar Cîhan Birahîn tabloyeke xwe yê ciwan û watedar diyarî Heyder Omer kir. – Hunermend Zubêr salih helbesta Milayê Cizîrî ya bi navê ( Sebahulxeyêrî Cana min ) istira. – Dr. Beþar Mistefa ji Berlînê (25) wêne yên nexþeya Kurdistanê, diyarî beþdaran kir. Ev nexþe bi awayê beþ bû, ku zarok dikarin wan beþnan bidin kêlek hev, û nexþeyê jê peyda bikin.
Hêjayî gotinê ye ku çend nivîsevan û kesayetiyên dîtir nikarîbûn beþad bibin, lewra silavên xwe ji beþadran re rêkiribûn. Herweha kenala ( Rûdaw ) û ( Kurdistan 24 ) soz dabûn ku beþadar bibin, lê ji ber êrîþên dewleta Rûs li ser Ukranya peyanmêrên wan çûbûn Ukranyayê, vo lomê amade nebûn. Lê ragehêner rêvbirê kenala ( CODÌ4 ) Hesen Mecîd rêwresmên ahengê li ser kenala navborî zindî weþnd.
Gotina dawiyê ya hevpîþeyê me lêkolîner Heyder Omer bû. Ewî hemî pilankar, xeatkar, beþdar ên vê ahengê spas kirin, û hinekê li ser xebatên xwe yên nivîsînê, rewþa lêkolînên wêjeyî û dîrokî yên Kurd, û rewþa nivîsevanên Kurd axifî.

































 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark