Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ziman ê Dayikê

 


Bavê Zozanê

Em tev dizanin ku nivîsandin bi zimanê dayikê giring û pêwiste ji ber erkê yekemîn yê zimên ewe ku kiltûr û civakê di parêzê,ji xwe milet bi zimanê xwe tên naskirin ku ew bi xwe kuçê herî mezine di avakirina welatan de ,loma desalatên faþist ,diktator her û her zimanên gelên bin dest yên dayikê qedexe dikin,mirovan pê tewan bar dikin.
Hatiye gotin ku ziman kilîta her tiþtiye her wisa jî dibêjin ku  "gotin û axaftina bi zimanê Dê yekser dikeve dil de lê vacî wêjî gotin û axaftina bi zimanê biyanî dikeve êqil de" ,wisa jî Mandêla dibêje axaftin bi zimanê dayikê ji dil derdikeve û dikeve dil de.


Zimanê Dê zimanê afrandinê ye ,em dikarin bi gelek zimanan binvîsin,lê em nikarin bi gelek zimanan afrandinê bikin,ancax bi zimanê Dê afrandin gula xwe di piþkivîn e.
Bi rastî tê bîra min dema cara yekem di salên heþteyan de romana Þivanê Kurd ya Erebê Þemo bi kurdî min xwend ,hinganê min naskir ku zimanê dayikê çiqa rind û naz û þêrîn e.
Dikarin bêjim ku wêje bi hemî cûreyên xwe ve roleke baþ û giring di parastina zimanê dayikê de rabûye,her wiha dikarî bû ziman pêþve bixe û gotinên nuh jî li gorî demê hembêz bike ta carna zimanê me yê dayikê nikarîbû hemî pêþketinên ku li cînaê çêdibe -ji ber gelek sedeman-mil bi mil seyr û vekolîn gotûbêj bike,lê dikarî bû di nêv hemî bablîsokan de di nêv wan bagir û bahozan de xwe ragirê xwe bikrê rehên xwe dûr û dirêj di reseniya dîrokê de ,berdê.
Vêce nivîskarên mey kurd yê ku bi zimanê dayikê dinvîsin berî her tiþtî bi rola xwey netewî radibin ewjî parastina ziman e.
Ji xwe hewcenakê ez bêjim ka çi cûrey edbyatê hene yan jî ka çi cîwazî di nêv bera Romanê û çîrokê de heye yan jî ka helbesta nûjen çiye anjî ya kilasîk ji ber ku em tev li ser van babetan agehdarin ku bi rastî her cûreyek ji van cûreyan qeþengbûnek wê taybet heye ku bi hezara mijar babet nerîn li gorî demê li gorî katê li gorî cih ,li gorî aþtiyê li gorî cengê li gorî derûna mirov,tên guhartin tên nujenkirin,tên sivikirin.
Dikarim bêjim ku tiþtê van texlîtan hemiyan dikhêne hev ew jî zimane ,ku apê romanivîsê Sûdanî Tayib Salih digot ku ewqas xwînerê romana wî ya "penaberî bal bi bakurve"çêbûne ji ber wê zimanê wî xweþ ku roman pê nivîsiye.Wêce ziman stûna serkeye di avakirna mirovan de wisa jî di avakirna welatan de û wek mîr Celadet Bedirxan gotiye divê em bi zimanê xwe bixwênin û bi zimanê binvîsênin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark