Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ferhad Şakilî, ji devê ketiye û hop hopa wi ye!

 


Konê Reş

   Piştî ku min gotarên birêz Hesen Silîvanî, mamoste Heder Omer û Dr. Husên Hebeş xwendin, ku van camêran wek bersiv li birêz Ferhad Şakilî vegerandine, li dor gotinên wî di kongireyeke perwerdeyî de li Hewlêrê, di roja 22-24-ê gulana 2007-an de. Ew kongerê ku Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê di bin durişma ( Zimanî standardî kurdî û elfubêyî standardî kurdî ) pêkanîbû.


 Di vî kongerî de F. Şakilî wiha gotiye:
   (Di nav kurdan de tukes wek malbata Bedirxan tune ye, ku weha dilsoz be ji bîrûbawerî û îdyologiya Etatûrk re. Ew bi nav li diji Tirkiyê bûn, lê di rastîyê de lihevnehatina (nakokî) wan tenê liser deselatdariyê bû. Celadet û Kamiran Bedirxan di tevahiya jiyanên xwe de hewla wê yekê dane, ku zehvî (teqlîd) Etatûrk bikin, pir begemdarê (mu `iceb) hizirkirina (ramankirina) Etatûrk bûn.)

„Celadet û Kamiran di warê siyasî de hatin şikestin, xwestina wan ew bû, ku di biwarên zimên û çandê de biserkevin. Malbata Bedirxan her piştî hilweşandina mîrnişîna Botanê li Istanbûl, Kirêta û li çend cihên din jiyan. Lê tevgirêdana wan tim bi dezgehên împeryalîstan re hebûn, bi taybetî bi dezgehên çasûsî re û bi wan re kardikirin. Ev jî bicarekê ne karekî ecêb e, ji ber ku em dizanin ku jêderên (çavkaniyên) îdyologî yên Etatûrk û Bedirxaniyan yek in, herduyan ji kaniyeke jehrayî vexwarine).
 (Min ev bend ji banga Dr. Husên Hebeş guhestiye).
De yabo ! Werin, vî kerî di vî bihurî re derbas bikin, û kirasê xwe neçirînin.. û bersiva Ferhad Şakilî bidin… Ferhad Şakilî, evê ku mîna  wî kesê, ku ji devê ketibe û hop hopa wî be..Mîr Celadetê ku 13 salan di berhevkirina Alfabeya kurdî latînî de xebat kiriye, di tev jiyana xwe de berberiya Mustefa Kemal kiriye, îro sakûlek wî bi Etatûrk ve girêdide û dibeje îdiyolojiyên Etatûrk û Bedirxaniyan yek in..!! Tevî ku Mîr Celadet Bedirxan ne yê ku mirov bervedêriyê di berde bike, ji ber ku wi di gelek cihan de  bersiva gelek kesan daye..De ka werin em bi hev re lê guhdarî bikin, bê ew bi xwe di vî warî de çi dibêje û çi bersiv daye:
(...Ev elfabêya hanê ko îro em zimanê xwe pê dinivîsin paşiya xebateke salanên dirêje. Di sala 1919 an de, me dabû çiyayê Meletiyê. Em ketibûn nav eşîra Reşwan. Mêcer Nowel(Ingilîzek) jî di gel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tişt dinivîsand.     Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carnan, me li nivîsên xwe çavên xwe digernandin, dixwend û diedilandin.    Min bala xwe dida Mêcer, bi lêvkirineke biyanî, lê bê dişwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (Û,و) ji (O,و) û (I,ي) ji (E û ي) b. p derdixistin. Diketim ber hezar dijwari. Ma çiman ?..Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê di cih de, min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên elfabeyek latînî. Êdî min bikariya destnivîsa xwe paş hezar salî jî, bê dişwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihate sekinandin.
   Lewra ko di elfabêya latînî de, tenê 26 herfên serxwe hene û di zimanê kurdî de deng ji 26 an bêtirin, gelek herfên hevdudanî ketibûn nav elfabêya min weko: ch, ou, aî. Ji xwe di zarotiya xwe de, wekê min di dibistanan de dixwendû hînî herfên erebî û latînî dibûm, tiştek hebû ko min di çavê xwe re dikirû ji bona herfên erebî, di dilê xwe de digot: Ev elfabêyek welê ye ko dengin dide xwendin ko nayên divîsandin, û latînî yek car vajî wê ye, herfin dide nivîsandin ko nayên xwendin. Belê fikra min dibabeta van her dû elfebêyan de ev bû. Bawer bike bi vê fikra ko min ji zarotiya xwe ve di serê xwe de bixwdî dikir, kêfa min ji herfên hevedudanî re ne dihat. Hingî ji zimanên ko bi herfên erebî nayêne nivîsandin min yûnanî, hinekî fransîzî ûelfabêya rûsî nas dikirin. Hema di ciyê de, rabûm herçî herfên hevedudanî ji elfabêya xwe derêxistin û li şûna wanji elfabêya yûnanî û rûsî herfên derxwe êxistin. Bi vî awayî min elfabêyek bi sîh û şeş herfên serxwe existî bû dest xwe.
Wekê em vegeriyan hatin Stenbolê, bi vê elfabêyê min kitêbeke elfabêyê û ferhengeke kiçik nivîsand û ji bona çapê kar kirî bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne jî ew ferheng îro di destê min de ne. Di sala 1925 an de, di gel hin nivîsên min ên din gihîştine pêşberê Mehkema Xarpûtê.
   Di sala 1924 a de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê meze kir û mideke xweş li ser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf qenc li hev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengiya elfabêyê xerab dikirin. Jê pêve dû herif hebûn ko ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin û di şûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabêyeke bi sîh û çar herfan û yek reng hate pê. Ez paşê bi elfabêya xwe mijûl bûm. Lê hetanî ku tirk elfabêya xwe belav kirin ya me weke xwe dima û têde me tiştek bingehî ne guhert. Min her tiştên xwe pê dinivîsandin û ji nasên xwe re dida zanîn.
   Wekê tirk elfabêya xwe belav kirin, me dît ko di dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hevin. Dengin hebûnko tirkan ne bi wan herfên ko me nişan kirine lê bi herfinen din nîşan kirî bûn.
Her wekî me berê jî çend caran gotî bû, ji bona hêsanî kirina xwendina nivîsarên me, ji Kurdmancên tirkiyê re , me dengên hin herfan bi hev guhertin û her çend hebû me ew çend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirkan.
   Ji gotinên jorîn qenc xuya dibe ko elfabêya me paşiya xebateke sêzdeh salîn e, gora zimanê kurdî, gora dengên zimanê me ye. Herê ev elfabê berî sêzdeh salan hatiye nivîsandinû gora zimên û dengên wî hin bi hin edilî û ket halê xwe ê îro.
Berî û piştî belavkirina elfabê min min fikrên gelek kesan pirsîn û gotinên hinekan bi kêrî min hatin. Di nav wan de mirovinen yekcar nexwenda jî hebûn.
Ji lewra ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û pêşkêşî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê her kesî hejatir û spehîtir e.)                                                           Hawar, hejmara 13 / 1932 Şam
Vêca ez vî gotarê Mîr Celadet Bedirxan yê bi navê PÊŞGOTINEK wek bersiv dibînim ji wan kesan re. Ev gotar di kovara Hawar ê hejmara 13 , sala 1932 an de balav bûye.
Berî dor salekê jî, vî nivîskarî, di hevpeyvînekê de bal kişandiye ser vê boçûna zikreş, û êrîşên dijwar û bê bingehîn ajotine ser malbata Bedirxaniyan, nemaz jî ser aferînerê elfabêya kurdî latînî; mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Dr. Kamiran. Hingê jî min ev gotarê li xuarê nivîsand û di medya kurdî belav kir, di bin navê:
(Ji berî 73 salan ve Mîr Celadet Bedirxan bersiva wiha kes vegerandiye)
Min jî, wek gelekan ji rewşenbîrên kurd ew gotinên megrûdî yên ku Dr.Ferhad Şakilî di derheqa mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan de gotine, seh kirin. Dilê min jî wek dilê wan hat guvaştin û di nav mixabiniyek bê ser û ber de kûr û dûr çûm, û li bersivekê geriyam..Dawî min ji vê bersiva ku mîr Celadet Bedirxan di bin navê(Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî )wek bersiv ji (Pîrût )re li ser gotara wî ya bi navê ( Eksî Sedayî Hawar ) çaktir û duristir nedî. Herdû jî di kovara HAWARê de hejmara 10 an sala 1932 an çap û belav bûne.
Pîrût di gotara xwe de (Eksî Sedayî Hawar ) ji Mîr Celadet Bedirxan di pirse û dibêje:

(..Le paşî erk û xerîkbonîkî çend saleyekîk le zeman şanase qîmetdarekanî kurd –Tewfîq Wehbî beg-li ser biney latînî tîpî bo zemanî kurdî helbejard,alfabêtîkî le ser ew tîpe dana û gelî lawanî kurdî iraq fêrî ew tîpe bûn wa istayehke lekî ehênin.Keçî le seriyekî terewe kar bi destanî xoşewîstî govarî Hawar çeşne tîpîkî tiryan helbijardeweke li gel heneke key Tewfîq Wehbî beg rêk nake wêt.Aya mimkin niye bo ewy rê be ser lê têk çûn nederêt.komelîkî şareza lem dû tîpeû werd bînewe,yayekîkîyan hel bijêrinû ya yekîkîyan bixine û biwe terme tîpîkîyek reng bo zemanî kurdî dabînin ?...)

Mîr Celadet Bedirxan jî di eynê hejmara Hawarê de (No:10 Sala1932an), di bin navê (Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî )vê bersivê ji Pîrût re dibêje:

Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî

Le bo Pîrûtê xoşewîst

Gotinên xoyê benda (Ekis Sedayî Hawar )gelek rast û qencin. Di ser wan re tu gotin nînin.her weyî me çend caran gotiye yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e.Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene,zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.Ji hejmara pêşîn ve xuyaye ko armanca Hawarê a pêşîn û bingehî eve:
Di Her Tiştî De Yekîtî

Ev armanca ha ji me re bûye destûr.Heta niho em bi vî destûrî ve çûn,iro di çin,û di dawiyê de diçin.Wekî niho,kiryariya her rojname û kovarê ji bona welatê biyaniyan ji cihê çapkirinê girantire. Lê Hawara ko di her tiştî de mêldarê yekîtiyê ye kiryariya xwe ji bona her welatê ko têde kurd hene wek hev kirine.Bi vî hawî li Hawarê jiyan dibe. Ji ber ko heqê postê ji bona sûriyê(10)santîm, lê jo bona Iraq û Iran û welatên Qefqasê (150)santîme. Lê em pê qayil bûn da ko kurd di kiryariya Hawarê de jî wek hev bibin.
Belê em dizanin ko zimanzanayê bi qîmet û hêja mamoste yê giram  Tewfîq Wehbî beg jî bi herfên latînî elfabayek çêkiriye.Pêrar wekî me hev dû li Şamê dît elfabayên xwe ji hevre dan zanînû ew danîn ber hev.Di navber wan de ferqin hebûn.Me dil kir di cih de elfabayên xwe bigihînin hev û ji herdiwa elfabêyek nû bibijêrin û belav bikin. Hingê destbirayê min ê xoşewîst û giram di got ko hîn li ser elfabêya xwe di xebitim.ji lewra yek kirina elfabêyên xwe me avêtibû dawîyê.
Di pê re Tewfîq Wehbî çû Iraqê.Lê teşqelenin ne xweş qewimîn ko ji bona her kesî nasin  .Di gel vê hindê min jêre çend caran nivîsand,lê li min venegerandibû.Vê paşiyê me zanî ko nivîsarên me ne gihabûn destê wî.
Ji xwe derketina Hawarê ji bona vê yekê dereng maye.Hawar di meha gulanê de derket.Min rixseta Hawarê di bîst û şeşê çirya berê 1931 de girt û karên derxistina wê di pêşiya goçokê de (Şibat)pêk anîbû. Çar mehan ez li hêviyê mam, da ko bi destbirayê xwe ve dest bi dest elfabêyeke welê derînim ko pêşdetirî li dû pityê vemekit. Lê her wekî min ji jor ve got li min nehat vegerandin.Jê bêtir jî min nikarîbo ez li hêviyê bimînim. Ji lewra me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re da zanîn. Iro di meydanê de tiştekî çêkirî heye.Kovarek û elfabêyek.elfafêyek û kovarek. Nik dilê min ji bona iro ya çêtir û rastir eve ko em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta higê ko mihiceta edlanendê bikevêt pêşiyê û rê li me bigirêt,pêşve bibin.
Di gel vê hindê divêt ez careke din jî bibêjim ko em her gav mêldarê yekîtiyê ne û armanca xebata me yekîtiye. Em bi gavinin bi vîn û hişk ber bi armanca xwe ve diçin û nasekinin.Ji ber ko di destpêkirina me de, ji xwe bi derengî ketiye. Em nema dikarin di hêviyê de bisekinin. Gelek spasan li Pîrûtê delal di kim ko ev hînceta ha xiste destê min.
Xweyiyê Hawarê
Di baweriya min de, birêz Tewfîq Wehbî beg ji zikreşî bersiva mîr Celadet Bedirxan, di wê hingê de venegerandiye. Nexasim wî xweş dizanî ku Mîr kovara Hawarê  amade kiriye ji çapê re...Û wiha çavê wî barnebûye ku mîr Celadet Bedirxan xwediyê navê pêşîn be di berhevkirin û belavkirina elfabêya Kurdî latînî de . Zikreşiya Dr.Ferhad Şakilî ya îro ji zikreşiya Tewfîq Wehbî a berê tê...Lê çendî F. Şalilî bide xwe, ew nagihêje toza Twefîq wehbî beg..  
Gelo ! Heger mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan casûsên impryalizmê bin, gerek di pêşiya wan de Tewfîq Wehbî beg be... Û heger Tewfîq Wehbî beg elfabêya xwe berî a mîr Celadet belav kiriba, wî Ferhad Şakilî îro roj bi gota Tewfîq Wehbî beg casûsê Ingilîzan e..?!
Ne wiha mirov zikreşiya xwe derdike birêz Ferhad Şakilî ? Mîr Celadet Bedirxan bi tena xwe berberiya Mistefa Kemal paşa dikir ... Bedirxanî ûcaxên kurdistanê ne bi agirê van ûcaxan ne lîze, tê xwe bişewitîne...Bedirxanî zêrin, çendî di nav tiravê de bimînin zêrin, qet zingar nagirin...Bedirxanî ji Kurdan re, çemê Dicle û Ferat in, û ava van çeman bi devê zikreş û kînokan nayê lewitandin... Va bi ser bilindî em li ser pêvajoya ku wan ji me re daniye dilivin.. Ne tenê em li ser Bedirxaniyan dixeydin, belê em kirasê xwe li ser wan diçirînin, û bi navê wan sûnd dixwin.
Dr.Ferhad Şakilî, mîna kesê ku ji devê ketibe û hop hopa wî be. Gelo wê hikumeta herêma kurdistanê li wiha kes guhdarî bikin..?!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark