Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ji Evîna Rojên Kevin (Helbestek Berî 27 Salan)

 



Konê Reþ

  Min ev helbesta xwe; (Jîn bi Fene), berî 27 salan nivîsandiye. Piþtî ew bûyera terafîkê ya malwêran ku di roja 5/4/1994an de hat serê me û kebaniya min têde canê xwe ji dest da..  Dema ku em ji Þamê dizîvirîn mala xwe Qamiþlo. Hingî, dostê min î hunermend (Adil Hiznî), Xwedê wî bi dilovaniya xwe þad bike, ew helbest kir stranek xweþ, digel hin guhertinên bi destûra min.. Berî çend rojan, min li wê stranê guhdarî kir û bi min xweþ hat ku deqa wê ya orjînal jî ji we re belav bikim:


Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
Da milên min barê giran
Huþ û sewdan dileqîne

Dizî ji min salên ciwan
Gula min diqurquçîne
Ew xwîna sor î dijenya
Êdî nema bi jenîne!

Çima qederê te wa kir,
Te ji min girt wilo kîne?
Gazinê min tev ji te ne
Dilê min bi xem û þîne

Ez mirov im, hez dikim jîn
Gul, giya bi min serîne
Dilovan im, bi wijdan im
Belê va dil bi birîne

Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
kirme gêj wek mest û lala
Serî li min digerîne

Bayê felekê, va dij tê
Jiyana min d''''''''''''''''guherîne
Çep li rastê, rast li çepê
Bi qulpa dizîvirîne

Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
Dara min þîn û ciwan bû
Va pelên wê d''''''''''''''''çilmiþîne.

Qamiþlo/15 Nîsana 1994


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark