Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: avn te birjin felek, te dsa bi ya xwe kir

 


Elî Cefer

Duh îvarî, mamoste endizyar Mistefa Ico ji xelkê gundê Behdîna – Çiyayê Kurmênc li Dihukê- Baûrê Kurdistanê, hêdîka û bê deng xatir ji me xwest, Ez pê pir xemgîn bûm û êiyam. Dilê pir dost û hogiran bi me dimîne ( Wekî Kurdên Ewropa ) û dibêjin; Hûn di nava kêf û xweiyê de dijîn, haya we ji kesî nîne. Lê ew nizanin em çawa di rûnê xwe de diqewirin, gava em nûçeya koçbarkirina dostekî, mamostakî, emekdarekî xwe dibîsin, nemaze gava em nikaribin silavekê li wan bikin, berî xatirxwestina dawî, an em nikaribin bi termên wan re bimein. Jiyan ne tenê xwarin û vexwarin û xewa rehet e.


 Mistefa Ico, bi dehê salan xizmetkarê gelê xwe bû, dikarîbû wek pir kesan xwe dewlemend bikira, lê ew rê ji xwe re nepejrand, ta roja mirina xwe, hilanîna nîrên sitem û zorê, bi destxistina mafê miletê xwe armanca wî ya sereke bû. Ji ber wê jî, di jiyaneke pir dijwar re derbas bû, lê li pê xwe malbateke Kurdperwer û xizmetkar hêt.
Ez vê jî, akere bikim, ku dema M. Ico di serkirdariya partiya xwe de bû, wî hewil dida û dixwest kar û xebata Kurdayetiyê germtir û getir bibe, bê agahiya tu kesî, wî û 3 hevalên din bi ev nîvê evê li taxa ( êx Meqsod û Erefiyê ya bajarê Helebê; ku piraniya rûnitvanên wan Kurd bûn ) dîwarê wan herdu taxan bi dirumên wek: ( Bijî tevgera Kurdî. Bijî miletê Kurd. Bijî destxistina mafê gelê Kurd li Sûriyê. Bike sitem û zora li ser Kurdan û … ). Ez bawer dikim ev çalakiyên hanê jî cara pêin di dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.
Em gelek xortên nugihayî bi saya rehmelê û hin kesên dn bi Kurdayetiyê bîrewer bûn. Mirovekî gelekî nerm, dilsoz, rûnitî, nifis biçûk û merd bû ji bo mafê Kurd. Ez qet bawer nakim kes ji wî êiya be.
Bila serê malbata wî, yeko yeko sax be.
Bila serê gelê Kurd, nemaze gundiyên wî sax be.
Elmanya di 30. 05. 2021

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark