Eskender CeiferîJi sala 1979’an ve heya niha 12 gerrên hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên din li Îranê hatine encamdan. Di ti yek ji wan de ti Kurdekî nekarî bibe berendamê rastîn ê gelê xwe. Belkî sedemeke baykotkeran jî her ev e. Ji ber ku ew xwe, li Îranê xwedîmaf dibînin lê mafê wan hatiye zewtkirin.
Di 11 gerran de heft kes weke serokkomar hatibûn hilbijartin. Helbet desthilata wan sînordar e û nikarin tiştekê bêjin ku li gora heza Elî Xamineyî rêberê Komara Îslamî nebe.
Lê ya rast ev e ku ji bo Kurdan ferqê nake kîjan hilbijartin be.
Ew di bin siya partiyên xwe de, tim di van salan de hilbijartinan
baykot dikin.
Di salên di navbera 1979’an de heya 1981’an du kes
bi navên Ebulhesen Benîsedr û Mihemedelî Recayî serokkomar bûn. Lê
serokkomariya herduyan jî netemam ma. Sala 1981’an take sal bû ku du
caran li wî welatî hilbijartinên serokkomariyê hatin encamdan. Sedem jî
kuştina Mihemedelî Recayî bû ku tenê kêmtirî mehekê di wê postê de bû.
Piştî
kuştina Recayî, Elî Xamineyî, Ekber Haşimî Refsencanî, seyîd Mihemed
Xatemî û Mehmûd Ehmedînijad her yek du salan serokkomar bûn. Tevî ku
serokkomar li wî welatî piştî bidawîhatina dema çar salên xwe, car din
bi hikûmetê re dimîne, lê Refsencanî û Ehmedînijad du ji wan kesan bûn
ku piştî çend salan car din xwastin bibin namzed lê selahiyeta wan hate
redkirin.
Di hilbijarinên sala 2009’an de zêdetirîn asta
beşdariya xelkê ji aliyê wezareta Navxwe ve hatiye tomarkirin. Mehmûd
Ehmedînijad wê demê karîbû tundrewan bikşîne aliyê xwe ve. Mîrhusên
Mûsewî jî ku reformxwaz bû, karîbû bi hildana sloganên demokrasiya
rejîmê, gelek dengan bi dest xwe ve bîne. Lê pişt re wezareta Navxwe
ragihand ku navê Ehmedînijad car din ji sindûqan derketiye. Di wan
hilbijartinan de zêdetirî 39 milyon û 400 hezar kesan deng dan ku dike
84 ji sedî kesên ku mafên dengdanê hebûn.
Di van 38 salan de
gerra duyem ya serkeftina Refsencanî, xwediya kêmtirîn asta beşdariya
xelkê di proseya dengdanê de bû. Di wan hilbijartinan de hinek zêdetirî
50 ji sedî kesên ku dikarîn deng bidin, dengên xwe bikar anîn.
Di
destpêka avakirina Komara Îslamî de di yekemîn gerra hilbijartinan de
124 kesan navên xwe weke berendam tomar kirin ku piştî dayîna
selahiyetan û vekişîna hin berendaman, 96 kesan hevrikî kir. Di
hilbijartina herî dawî ya 2017’an de 1636 kesan navên xwe ji bo
wergirtina selahiyetê tomar kirin lê di encam de tenê selahiyet ji 6
kesan re hate dayîn.
Gelek kesan tevî ku pêgeheke baş di nava
xelkê de hebûn, lê nekarîn selahiyetê bistînin. Yek ji wan ku heya niha
jî çarenivîsa wî nayê zanîn, Mesûd Recewî rêberê rêxistina Mucahidîn li
Tehranê bû. Wî deng neda yasaya bingehîn û ji ber vê, Rûhulla Xumeynî
got ew kafir e. Xumeynî li ser serkirdeyên Kurdan weke Dr. Ebdulrehman
Qasimlû jî heman tişt got tevî ku di civaka Kurdistanê de xwediyê
pêgeheke bilind bû.
Ebulhesen Benîsedir jî ku 78 ji sedî dengan
bi dest xistibûn, ji aliyê parlamentoyê ve di bin givaşên Xumeynî de
hate dûrxistin û niha li Fransayê ye. Tevî ku Benîsedr di şerê lidijî
Kurdan de li pişta Xumeynî bû, lê di şerê Îran û Îraqê de pişta Xumeynî
negirt û ev jî bû sedema dûrxistina wî ji posta serokkomariyê.
Sadiq
Qutbzade ku wezîrê derve bû bi tometa hewldan ji bo derbeya leşkerî
hate darvekirin. Daryûş Firûher wezîrê Kar û Karûbarên Civakî bû, hate
kuştin. Herduyan jî dixwast bibin berendamên serokkomariya Îranê.
Mîrhusên
Mûsewî û Mehdî Kerûbî jî ku di hilbijartinên sala 2009’an de berendam
bûn û beriya wê jî çend postên bilind di hikûmetê de hebûn, nekarîn bi
ser Ehmedînijad de serkevin. Mûsewî û Kerûbî nerazîbûna xwe ji encamên
dengan anîn ziman û alîgirên wan derketin kolanan û xwepêşandan kirin.
Tevlîhevî çê bûn û ji wê demê ve ew di malên xwe de girtî ne.
Kurd
dibêjin eger Dr. Ebdulrehman Qadimlû serkirdeyê şehîd ê Partiya
Demokrat a Kurdistana Îranê û Fuad Mistefa Sultanî serkirdeyê Komelê
bikariya mafê xweseriyê ji bo Kurdan ji Tehranê bistînin berî ku bêne
terorkirin, dikarîbûn bibin berendamên serokkomariya Îranê jî. Ew
dibêjin Komara Îslamî hewl dide hemû hêzên opozîsyonê, dijberên xwe û
serkirdeyên wan jinav bibe. Fuad Mistefa Sultanî sala 1979’an li nêzîkî
gundê Bestam li ser riya di navbera Bane û Merîwanê de hate terorkirin.
Dr. Qasimlû jî sala 1989’an li Wiyena paytexta Austria ji aliyê
terorîstên Îranê ve hate terorkirin.
Lê piştî 42 salan, para Kurdan, hîn her belengazî ye. Lewma jî ewê vê carê jî, hilbijartinên rejîmê baykot bikin.