Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Seydayê tîrêj (1923_2002)

 


Seîd Yûsif

Helbestvan û wêjevanê kurd melle Nayifê Hesso ji rojavayê Kurdistanê ye, bi navê Seydayê tîrêj tê naskirin. Ew nav ji aliyê dîroknas û xebatkarê Kurd Hesen Hiþyar hatiyê lêkirin.
Sala, (1923)an Ji dayik bûye. Li gundê Nicmok yê nêzîkî Qamiþlo ye. Piþtî 6 salan li gundê Tûkê ew niþtecih bûye. Di pey re li gundê Sêmitikê Newaf, yê nêzîkî bajarê Amûdê. Li wî gundî hînî Quran û zanyariyên olî û zimanê Erebî dibe, li ber destê Melle Brahîmê Golî.


Di sala (1937)an de diçe Bajarê Amûdê û 5 salan li dibistana desthilata Sûrî xwendina fermî dike.
 Li Amûdê gelek kesayetên balkêþ û giring nas dike wek helbestvanê mezin Cegerxwîn û gelek kesayetên din yên bi nav û deng weke Osman Sebrî, Reþîdê Kurd, Qedrî Can, Hemza Beg, Nûredîn Zaza û malbata Bedirxaniyan.
Ew di tevgera "Xweybûn" beþdariyê dike û "Komela Ciwanên Kurd" li Amûdê.
S. Tîrêj xwedî rûmet û di nav dost û hevalan de cihê rêzgirtinê bû.
Di sala (1952) an de Hêza ewlehî ya rêcîma Sûrî êrîþ dike mala Seyda û hejmarek ji helbestên wî yên ne çapkirî binpê û talan dike û di encamê de wî dikiþînin Zindanê.
Di sala (1973)an de li bajarê Hisiça niþtecih dibe û tê gotin ku demek dirêj ji jiyana xwe bi hoza Eþîra Cibûriyan ya Ereb  derbaskiriye.
Lê belê S.Tîrêj li bajarê Hisiça koça dawî dike û diçe ber dilovaniya xwedê. Di roja 23.03. 2002an de û di 25.03an li Gundê Gir Keftar tê oxirkirin û veþartin. Ew jî li gor temînîya Seydayê hêja bû.
1- Dibistan û bandor:  
S.Tîrêj þa`irekî ji peyê dibistana Kurdî ya kilasîk e, ew dikeve bin bandora gelek helbestvanan weke Mellayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyran, Pîrê merd û dostê wî yê þêrîn li ber dilê wî û hevalê rê û  rêwîtî yê " Cegerxwîn" .
S. Tîrêj dijî helbesta azad bû û þert û merc ên helbestê li cem wî ev in: Kêþ, pîvan, naverok, awaz û sîstem… Ew di baweriya wî de ew kesê van mercan bi cih nîn e, ew ne helbestvan e û bera dev ji xwe biqere ji xwe re karekî din bibîne.
S. Tîrêj wêje û toreya  Kurdî vejîn û geþ kiriye û parastî ye û tomar kiriye … Di helbestên xwe de weke Siyamend û Xecê… Sîpan û Perwîn…
Ew bi helbestên xwe li hemî dever û war û þûnwarê Kurdistanê  geriyaye û nivîsiye ji Dicla û Ferat re û Derya Wanê û Urumiyê û hemî bajar û çiyayên Kurdistanê, çi  Barzan û çi Agirî û Dêrsim… û weke wan bo bajarên Kurdistanê weke Mehabad Û Silêmanî û Duhok….
Straye ji balandiyên Kurdistan re  Bilbil û Þalûr… û helbesta wî ya ciwan û naz bo teyrê Quling.. Mi di vîdyoyekê de bi dengê wî yê resen û awaz lê guhdar kirîye ji ezber bi serbestî û hêrs ew dixwîne.
S. Tîrêj zor hezkirîye ji  Mirovan  …û Jina Kurd.. Û Þehîdên Kurdistanê…
Helbestên Seyda bûne sitran bi dengê gellek hunermendên Kurd weke Seîd Gabarî, Remedan Necim Omerî, Þivan Perwer, Beha Þêxo… û ji aliyên gellek komên muzîkî ve weke Koma Orkêþ û Xelat û koma Þoreþ…
Sala (2001) an de li ser daxwaza kurdên koçber Serdana Almanya kiriye û li wê derê hinek êvarên helbestî lidar xistine bi beþdariya Þivan perwer û Ciwan Haco.
Seyda hatiye pîrozkirin û bexþandin sê caran.. cara yekem di roja helbesta kurdî de ya sûriyê sala (1995)an û cara duyem bi bûneya sedsalîya rojnema Kurdî li Erbîlê û cara sêyem ji aliyê koma Helebçe ya folklora kurdî li Sûriyê sala (2001) an de.
2- Kar û berhemên S. Tîrêj :
Seyda helbest nivîsîne bo gelek Kovarên kurdî weke: Hawar, Ronahî, Roja nûh û Stêr. Berhemên wî yê çapkirî ev in:
1- Xelat yekem dîwan e sala (1989).
2- Zozan… 1990.
3- Cûdî. 1998.
4- Serpêhatiyên Kurdan. 1992.
5- Pirtûka wî ya mewlida Pêxember amade ye bo çapkirinê.
6- Cildê duyem bo filoklorê kurdî reþnivîs e ne çapkirî ye û hinek helbest jî…
Dilovanî li giyanê S. Tîrêj.
 
- Jêderên agahiyan :
- Dîlawererebî.Wordpress. Com.
- www.r_enks.net.  23/3/ 2018/
- Rudaw. Net. Þêrîn Dawûd. Erbîl. 2015/2/24/.
............
Têbînî :
jêder hemû bi zimanê Erebî ne, wergêr bo zimanê Kurdî
Seîd yûsif. Hisiça 2021/3/25/.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark