Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: RÊYA DIRÊJ

 



Xizan Șîlan

Tîrêjên roja berbangê di awirên min de diçirûsîn, dinya li min ronî dibû. Bayê serê sibehê rûyê min nermik nermik mizdida.
Li ser rêya dirêj û bêveger, bi gavên giran hêdî hêdî diçûm. Gêrikan li dû hev lez û bez dabûn xwe. Min gavên xwe bi baldarî diavêtin û nedixwast gêrik di bin gavên min de bimînin û bimirin.
Lê xelasbûna wan tunebû, hinek di bin lingên min de dihatin pelixandin. Ez dibûm kujerê gêrikên mesûm û hestên tawanbariyê giyanê min dagirtibû.


Dengê pîpika keþtiya li nav pêlên deryaya har asê mayî di guhên min de dikir zingezing.
Xiþexiþa pelên daristanên dirinde nava dilê min diqetand.
Wîçewîça çûkên li ser daran wek nalîn û hawara dayikên þehîdan bû.
Rêya dirêj, hezkirin û xweþbînî li piþta xwe siwar dikir, þewqa çira hesret û bêrîkirinê vêdixist û agirê dilê evîndaran lê geþ dikir.
Rêya dirêj, kirasê ramanên heqîqetê li mêjiyên kor dipêça. Ala azadî û serkeftinê li asta zinarên bilind li ba dikir.
Rêya dirêj, çirûskên dilovanî û wijdaniyê pêþkeþî cîhana derewîn dikir. Tovên hêvî û baweriyê li hiþkebeyaran direþand.
Govenda bûk û zavayan li meydana þahiyê digerand. Stranên egîd û mêrxasan li ser çiyan dilorand.
Rêya dirêj, bêhna kulîlkên bihara rengîn li derdora çaxên genî belav dikir. Êþa birîna laþên sedsalan dikewand û jiyana bi rûmet li mirovahiyê dibexþand. Dergehên aramî û kêfxweþiyê li ber mezlûman vedikir.
Rêya dirêj, ber bi rizgariya rengê keskesora asoya welatê min ve diçû.
Ez li ser rêya dirêj û bêveger, bêwestan û bêrawestan dimeþîm.

2020-10-20
Stockholm
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark