Keyhan MihemedînijadDengek ku hîn jî zîndî ye, dengek ku hîn jî gelê Kurd di mêjî û dilê xwe de diparêzin.
Dengê resen, dengê gel, dengê evîndarî, dengî sewdaserî.
Wî ne di dibistanan de tîpek xwendibû û ne jî li cem çi mamostayekê dersa hunerî xwendibû û ne jî li çi akademiyeke hunerî ya awaz û mûzîkê de xwîndibû, ew hunermend û bilbilê Kurdistanê û dengê folklora Kurdî bû, ev Hesen Zîrek e. Hesen Zîrek her bi rastî wekî nasnavê xwe zîrek bû û bi zîrekatiya xwe folklora Kurdî parast.
Hesen Zîrek di sala 1921`an de li bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Ew her di ciwaniya xwe de wekî stranbêjekî dest bi gotina stranan dike.
Hesen
Zîrek, bo kar û xebatê li gelek bajar û deverên Kurdistanê geriyaye, û
li kuderê mabe gelek nekêşaye, nav û dengê wî belav bûye.
Hesen Zîrek di 12 saliya xwe de Bokanê bi cih dihêle û diçe bajarê Seqizê.
Di 15 saliya xwe de dîsa wedigere Bokanê, car din ji bo karekirinê diçe bajarên Tewrêz û Tahranê.
Piştî
midehekê diçe Başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezê
bi cih dibe. demekê jî diçe Kerkûkê û di dawiyê de di sala 1953`an de
diçe Radyoya Bexdayê ya Kurdî û bi dehan stranên kevnar ên Kurdî di
radiyoya Bexdayê de tomar dike.
Hesen Zîrek xwediyê dengê resen li
14`ê meha Tebaxa 1959`an li ser daxwaza radiyoya Kurdî ya Tahranê
wedigere Îranê û li Tahranê kar û xebatên mûzîka Kurdî dike. Ew carna jî
diçû Tewrêzê û li radiyoya Tewrêzê jî stran digot.
Ew her li
radiyoya Tehranê de digel “Midiya Zend” nasyar dibe û jiyana hevbeş pêk
tînin û encama wê zevacê du zarok, yên bi navên Mehtab û Arezû lê
çêdibin.
Hesen Zîrek sala 1960`an, ber bi bajarê kevnar ê Kirmaşanê
ve diçe û piraniya stranên xwe di radiyoya Kirmaşanê de bi hûstatiya
hunermendê mezin ê Kurd, “Mucteba Mîrzade” tomar dike ku nav û dengê
hunera Hesen Zîrek zêdetir belav dibe.
Hesen Zîrek ê navdar, piraniya
stranên xwe bi zaravayê soranî vehûnandiye, lê carna bi zaravayên din
ên Kurdî û bi zimanê Farsî û Tirkî jî stran gotine û wî heta radeyekê jî
zimanê Erebî dizanî.
Yek ji taybetmendiyên berçav ên Hesen Zîrek,
komkirina gencîneyek ji huner û awaza Kurdî ye ku bi dengê wî hatiye
gotin û Kurdan û hunermendên Kurd mifah jê wergirtine.
Hesen Zîrek li
gelek gund, dever û bajarên Kurdistanê geriyaye, wî êş û zehmetiyên
gelê Kurd bi çavên xwe dîtiye û aniye ziman. Hesen Zîrek reseniya Kurdî
parastiye û ji herkesê re stran gotiye. Ji bo vê yekê ye ku tev gelê
Kurd ji dengê Hesen Zîrek hez dikin û jê guhdarî dikin.
Hesen Zîrek piraniya jiyana xwe di nav avarebûnê de derbs kiriye û wî ne li Îranê ne jî li Îraqê çi xweşî nedîtiye.
Ew li Bexdayê hatiye binçavkirin û bo heyama 18 mehan di girtingeha Îraqê de bûye û nêzî 6 mehan îşkence dîtiye.
Rejîma
Îranê jî her bi wî awayî gelek pirsgirêk bo Hesen Zîrek anîne pêş û rê
nedane wî ku cardin di radiyoya Tehranê de kar bike. Piştre dezgehên
ewlehî û asayişî yên Îranê wî digrin û gelek jî îşkence dikin.
Hesen
Zîrek gelek bi awayê zîrekane û bi selîqeya xwe stranên bîhaniyan
wergêranê Kurdî kiriye û bi şêwazeke resen a Kurdî vehûnandiye.
Bo
mînak strana Xenîlî Şuweyî Şuweyî yek ji stranên naskirî yên Um Kulsumê
ye, Hesen Zîrek awaza wê liber kiriye û bi Kurdî gotiye.
Hesen Zîrekê
navdar kesek bû ku ji berxwe de stran diafirandin û her kesekê li ser
her tiştekê daxwaz jê kiriba dem û dest digot.
Tê zanîn ku carekê
Fatime Zergerî keçek stranbêj a ku di serdemê desthilatdariya Şah de
stran digotin, li bajarê Tewrêzê konsêrta wê hebûye û wê demê jî Hesen
Zîrek li Tewrêzê bûye û bo konsêrta wê çûye. Fatime Zergerî jî awazekê
bi strana guldirmenî guldir dest pêdike.
Amadebûyên konsêrtê bi
çepiklêdan cardin daxwazê jê dikin ku wê strana xwe dûbare bike. Fatime
Zergerî jî daxwazê dike ku demekê bêhna xwe wede û cardin bê dûbare
bêje, Hesen Zîrek bi derfetek baş zanî û xwe gihande cihê bêhnwedana wê
jina stranbêj, û jêpirsî tu kî yî? Hesen Zîrek jî bersiva wê da û got,
ez Hesen Zîrek im, ez daxwazê ji te dikim, ew strana ku te a niha got,
bihêle em bi hev re bi Azerî û Kurdî bêjin, Xanima stranbêj got, çawa
tiştek wiha dibe? ez mehek e kar li ser wê awazê û stranê dikim, tu çawa
dikarî wiha zû helbesta Kurdî têkelê wê awaz û strana min bikî? Hesen
Zîrek her çawa be karî wê razî bike û herdu hatine ser sitêycê û bi vî
awayî stran, bi Kurdî û Azerî pêşkêşê amadebûyan kirin, û xelkê amade bi
çepiklêdanan ew pêşwazî kirin.
Hesen Zîrek gelek starên
nîştimanperwerî û netewî gotine û di strana xwe “Ey Nîştiman” de mehta
bejin û bala Kurdistan û pêşmerge dike.
Hesen Zîrek, stranbêjê herî xebatkar ê netewa Kurd e, ku bi sedan stran li radiyo û televîzyonan de xwendiye û tomar kiriye.
Hesen
Zîrek, dengê resen û xezîna awazên Kurdî yên folklorî, li 26ê Hezîrana
1972an de, li temenê 51 saliyê de li bajarê Bokanê xatir xwe ji mûzîka
Kurdî xwast û çû ser dilovaniya Xwedê. Wî li pey xwe ve arşîveke hunerî
ji bo netewa xwe bi cih hêla, ku bûye çavkaniyeke dewlemend bo hunera
resen ya gelê Kurd.
Piraniya berhemên Hesen Zîrek di arşîva
enstîtûyên Kurdî û Ereb û Farsan de hatine parastin. Hesen Zîrek berî ku
biçe ser rehma Xwedê, wesiyet kiribû ku wî li Çiyayê Naleşikêne veşêrin
û li ser kêla tirba wî wiha were nivîsandin:
"Zîrek zor kird xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bê xem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû".